Rojhilata naverast li ber zayîneke nû ye.
Dîrok: ÇáÃËäíä 10 ÃÛÓØÓ 2020
Mijar: Nûçe



M.Emîn Sadûn

Têgeh û zarwazê rojhilata naverast piştî cenga cîhanê ya duyemîn careke dî hat rojevê û ev zarwaz ket di nava destên lêkolîner, siyasetmedar, dîroknas, ronakbîr û navendên istiratîcîk ên dewletên zilhêz û kartêker di nava siyaseta navdewletî de, û bi hûranî û kûranî veçiran û li ser mijûl bûn. û bi demê re û li gorî guhertinên rûdayîn li ser asta cîhanê, evî zarwazî nav û nîşanin dîtir wergirtin û bergehin firehtir bi xwe ve girêdan.di encama wan hizir û lêkolînên berdewam de  û herweha nimandin û meyandina wan pilan, helwest û boçûnan de, pirojeya rojhilata naverast a nû yan jê ya mezin derket , ku di destpêka salên du hezaran de xal û nîşanên wê ji aliyê hêzên navdewletî ve hat destnîşankirin û bi rêya pertûk, lêdwan, gotar û lêkolînan re hat ragihandin, tevî ku Ji ber hin merc û nîrên herêmî û navdewletî paşket jî. lê, xewin û hêviyên wan bi serkeftina wê pirojeyê re ma gerim û gur, û asoyên berjewendiyên wan li ber çavên wan wenda nebûn.


Piştî çendîn salên dûr û dirêj ji hevrikî û nakokiyên malwêran , îro ew piroje siha gavên xwe li ser rûyê erdê datîne û dixwaze wan gavan bavêje û nexşeya rojhilata naverast a nû yan a mezin deyîne. Tevî ku ew piroje rastî gelel kelem û astengan di dîroka xwe de hat û dûvdirêj jî kir û di nava geravbûna gera xwe de pir tawan û rûdanên diltevzîn û balkêş bi xwe ve girtin û wêraniyên mezin jî li şûn xwe ve hiştin, ku bi dehên salan û herweha çend nefiş jî  divin, ta ku şûn û şûnmayên wan wêraniyan jibîr bikin.
 Pêşîn dihat pêşbînîkirin ku rêya ber bi cîbicîkirina vî pirojeyî ve di destpêkê de, ji xwedî û xwedanê wî re xuya bû, dema radighandin: Rojhilata naverast a nû wê ji malzaroka  şer û pevçûnên giran derkeve. Niha û piştî ew şer û wêranî,û bi tevilheviyeke bê sînor hemû ast û tixûb derbas kirin, xal û nîşanên zayîna rojhilata naverast a nû diyar dibin, nexasim piştî bihara gelan berî deh salan li bakûrê Efrîqya  û rojhilata naverast destpê kir û dewletên zilhêz û bi destêwerdana dewletên herêmî û daxwazên rêjîmên desthilatdar, gelek hêz û dewletên cuda cuda li ser asta navdewletî û herêmî meydana şerên xwe derbasî xaka wan welatên pirsgirêk û alozî têde rûdayîn kirin û li ser xaka wan şerê hev kirin. Ev e nêzîkî deh sala ne ew şer û wêranî berdewam e, û aramî û seqamgêrî li wan welatan cîgîr nebûye.
Gelê kurd li herçar parçên kurdistanê di nava dilê wan şer û wêraniyan de dijîn, û derd û êşên wan kêşand û hê jî dikêşîne. Lê li aliyê dî van şer û wêraniyan  pir guhertin û pêşhateyên balkêş û mezin bi xwe re anîn, çi li ser astê herêmê bin an jî li ser astê kêşeya kurdî û derbaskirina wê sînorên navxweyî û herêmî û rawestandina wê bi dengekî bilind û hêzeke mezin li beravên hêzên navdewletî. Divê li vir em jibîr nekin ku rêkeftina Saykis û Pîko ber bi dawiyê ve diçe û hilweşandina wê bi rengekî fermî nêzîk bûye. Ji ber wê jî nexşeya nû ji rojhilata naverast re li ber destaye û kêlikên wê ji aliyê dewletên zilhêz ve tên dayîn.
Tevgera kurdî li herçar parçên kurdistanê ji her wextî bêtir jê tê xwestin ku têkiliyên xwe bi hev re xweş bikin, nakokiyên xwe paşguh bikin û berjewendiyên gelê xwe yên istiratîcîk li pêşiya her tiştî deyînin, û gotar û helwesta kurdî li ser kêşeyên çarenûsî û ewlekariya netewiya kurdî bikin yek û li ser asta her parçeyekî yekrêziya navmala kurdî peyda bikin.
Îro roj dagîrkerên kurdistanê di alozî û astengin dijwar re derbas dibin û ev bi xwe derfeteke zêrîne li pêşberî xebata gelê kurd û destkeftiyên kurdan li herçar parçeyan. Ji ber wê jî gereke  qûnaxa duyemîn ji danûstandinên kurdî kurdî li Rojavayê kurdistanê bi lez û bez bên kirin, û encamin serkeftî bi xwe re bîne û kurd bi hêzeke xurt  û bi yek gotarê derbasî danûstandinên kurdan û pêkhateyên din li Rojhilatê Feratê bibin û enîyeke hevgirtî ji tevaya pêkhatan ava bikin. Guhertinên mezin, çi li ser astê navdewletî, û çi li ser astê herêmî û navxweyî rûdane û kêşeya kurdî cihekî berz û bilind di nava van guhertinan de girtiye û bala berjewendiyên dewletên zilhêz kişandiye. Ji ber wê jî îro ji herwextî bêhtir gelê kurd pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtinê heye û tenê ewê mafê gelê kurd di hevkêşeya navdewletî de dabîn û misoger bike.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5286