Siîd Gabarî .. Taha Hisênê Kurdan .. Sembola Viyanê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 íæäíæ 2020
Mijar: Nûçe



Berzan Þêxmûs
 
Yek ji nîþanên hebûna gelan mîna gelekî resen hebûna Ziman û hebûna kultûr û wêjeya wî,  kesên ku di herdû waran de kar û xebatê dikin mîna stîrkan .. kesên xwedan bandor têne naskirin û bi tiliyan têne nîþandan ji ber ked û xebata wan di ber pênasîna gelê wan û hebûna wan gela di rêza gelên resen li seranserî Cîhanê de, lê ev yek tê ku dema ew kes xwedan hemû karînên xwedandan bin lê çawa ku ew xwedan pêdiviyên taybet bin.


Taha Hisên rexnevan û wêjevanê Misrî mînaka herî naskiriye di Rojhilata Navîn de û di herêma me de ya ku di bin bandora welatên Erebî de ye, ji ber karînên wan yên mezin beranberî gelên herêmê, Hisên tevî ku xwedan pêdiviyeke taybet bû û ji herdû çavan kor bû lê bi viyaneke mezin û bi karînên taybet ji Yezdanê Dilovan karî bû navê xwe di nav navên kesên xwedan bandor de tomar bike û xizmeteke mezin ji wêjeya Erebî re pêþkêþ bike.
Di nava Kurdan de heman kesayetî peyda bû û heman xizmet pêþkêþ kir lê di warê huner û kultûra Kurdî de û bi taybet vejîna wê û parastina wê ji  windabûnê di nav kultûrên gelên hermê de ji ber karînên wan yên mezin  li hinber karînên Kurdan.
Siîd Gabarî bavê Bêkes xwedanê pêdiviya taybet û xwedan karînên lawez heman ezmûn di nava Kurdan de dûbare kir û bandoreke mezin lîst û stran û kevnetorê Kurdî parast û bi viyaneke mezin ew vejand û strana resen di nava Kurdan de bi cî kir.
Bavê Bêkes yek ji stêrkên gelê Kurd bû, ew gelê zengîn di hemû waran de, lê di heman demê de herdem samanên wî yên kultûrî  di metrsiyê de bû ji ber nebûna dewlata wî û hewldanên dakirkeran ku di hemû waran de hewildidan ku  binpêkirinan di derheqî wî gelî de encam bidin, ji ber vê yekê keda wan du qate û bê guman ewê li pêþiya stêrkên hemû gelan bin, ji ber parastina wan ji bingehên sereke yê hebûna gelên wan ji nav qîlên dakirkeran.
Gabarî kesê bê çav xwedanê pêdiviya taybet li gundekî ji gundwarên Amûdê ew devera baþguhxistî jiyana xwe bi zehmetiyê destpêkir lê bi viyana mezin navê xwe mîna stêrkekê û kesayetiyekî navdar tomar kir ne ji ber xebata di bir kevnetor û stranê bi tenê, lê di warê netewî de jî xebatkarkî mezin bû û di rêzên herî balkêþ de kar kir, ew rêz rêza pêþmergayetiye de, ew cihê giranbûha di jiyana Kurdan de.
Gabarî hêja ye ku navî wê bi tîpên zêrîn bê tomarkirin û hêjaye wekî sembola viyanê bê destnîþan kirin, ji ber ku ne ji wê viyanê ba eger hebû ku Siîd mîne gelek kesan li ser alîkariyên mirovî jiyana xwe bi qedan da û herdem hewcedarî alîkariyê ba.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5254