Mirî çi dixwazin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 08 íæäíæ 2007
Mijar: Helbest



  Rizgar Kurdaxî

Bi hêviya ku wekheviyekê binzemînê de bibînin
Çavan dadimirînin
Dilan radiwestînin
Bi dilsarî xatir dixwazin
Êgir dilê mirovên xwe de gir dikin
Û bi hesreta tunebûna hezkirinê
Ji vê jiyana mafxwar bar dikin……


Ji daykbûnê de diqîrin
Bêmaf
Bêziman
Bêçav
Û bêkes dijên
Û hîn di ber candanê de jî nikarin rastiyakê bêjin
Xudêyo ev ne mirov in
Ne bi dê û bav in
Ne bi dil û çav in
Ev çî ye Qorbano xudêyo
Lê qeyî tu nabînî
An tu jî weke wan kesên kurdkujî..
Bêje þerim û fedî meke..
Bêje li ku de rê xwînrijandin, mafdaqirtndin
Gengaz e
Bêje li ku de rê baweriya nav bera biran de mirî ye
Li ku de rê gelkujî jî gengaze
Xudêyo mirî dihîvin ku katekê di bihuþta te de, bijên
Ne jiyana xwe tev di dujeheke bêdawî de, biçirînin
Ev çi dad û wekhevî ye
Kurên tolaza bi xwîna gelêm dilîzin
Lawên Ecem, Osmanên çeper û Madonan
Narvîna gelêm wêran dikin…







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=525