Şêx Riza Talbanî(1842-1910)Z.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 íæäíæ 2020
Mijar: Nûçe



Dr.phil:Ebdilmecît Şêxo

Şêx Riza Talbanî yekek ji helbestvanên li Kuristanê bi gîştî û bi taybetî li Kuristana Başur gelek naskirî ye,ew di sala (1842)an de li gundê Qirxê,navçeya Çemçemalê,herêma Kerkukê ji dayik bûye,ew lawê Ebdilrehmên  e û ji êla Talbanî ye,bavê wî jî mezinek ji derebegên  Talbaniyan û serokê Şêxên  Qadiriyan bû,Şêx Riza hîn di çûkaniya xwe de li cem bavê xwe zimanê Farisî  hîn bûye û gelek pirtûkên ayînî xwendine.


Şêx Riza li xwendegeha Kerkukê jî dixwîne û paşê ew rêzimana Erebî jî li nik Se-îd  Hilmî Zade fêr dibe û di pişt re ew diçe Stembolê û ewî li wir dest bi nivîsîna helbestan bi zimanên  Kurdî,Turkî û Farisî kiribû.
Helbestvan piştî du salan ji Stembolê vedigere welatê xwe,lê bavê wî di wê hîngê de çûbû dilovaniya Xwedê,lê birayekî wî bi navê Elî hebû,ewî birayê xwe Şêx Riza ji sermiyanê bavê xwe bêparkirbû,lewra Şêx Riza neçar dibe ku ew biçe cem xalê xwe Xefor li Koysinciqê,lê ew dîsan pîştî maweyekê  vedigere Kerkukê  û  ew li wir rêncberiyê dike.
Şêx Riza li Kerkukê jî ji pismam ,Şêxan û derdora xwe  ne dilxweş bû,ji ber vê jî ew  jî mîna  gelek helbestvanên cîhanê nikane hestên xwe beramberî   xerapiyên derdora xwe di dilê xwe de veşêre,lewra ew di hin helbestên xwe de çêrî wan dike û nerindiyên wan jî sercil dike,lê ew li Kerkukê jî  namîne,ew dîsan koçberî Bexdadê dibe û li wir jî jiyana xwe derbaz dike. Di sala (1910) an de helbestvanê me diçe dilovaniya Xwedê û li gor daxwaza wî,ew li goristana Şêx Ebdilqadir Geylanî tête binaxkirin.
Lê divê em bêjin jî ku Şêx Riza Talbanî ji bilî zimanê dayikê ,ewî bi sê zimanên din(Farisî,Turkî,Erebî)helbestên xwe bi şêweyên  xweşik û keşîner hûnane.
Şêx Riza li ser dîlbera xwe  dinivîse ku çawa ewê xem û qisawet di dilê wî de çandine û dilê wî jî ji wî diziye û ew dibêje:Dîlbera min pir şîrîn e û keziya wê belav e,lê xuya ye, dilê dîlberê bi wî naşewite,Şêx Riza ji ber helwesta wê ya neyînî bêhnteng dibe û ji derdê hezkirinê dinale,lê gava ku gel  seredanê li wî dike,ew ji gel re aşkere dibêje:Derdê min,derdê dûrbûna yarê ye,ewa rojekê tenê ji min re ne dilsoz bû û tucarî vê olnenasê ji Xewda  şerm nekiriye û bijîşk jî nikanin ji derdê min re dermanekî bidûzînin,lê belkî hekîmê Luqman tenê kanibe ji min re çareyekê bibîne.Yara min derdê jihevdurxistinê bi min xistiye,ez çi bikim?Çarenûsa me di vê rêkê de weha bû,ku em cevakêş bin û di vê rewşa kambax de bijîn,lê tevî van hemû dijwariyan,ez amede me ku ez dil,dîn û giyana xwe hersiyan cangorî dîlbera xwe bikim. Helbestvan nêrînên jor di van malikên jêrîn de baş diyar dike û ew dinivîse:(……
Rojê nebû em dîlbera bê rehme wefa ke
Carê nebû em kafire şermê le Xweda ke
Heyran in  etba le îlacî merezî min
Luqmanî wisalit meger  em derde dewake
Karê ke xem û derdî firaqit be minî kird
Lem rêgeye teqdîrî ezel wa bû,ke ême
Pamalî cefa bîn û reqîb seyr û cefa ke
Roh û dil û dîn  hersê dekem  be zil û nisarî.
……)
Şêx Riza di piraniyên helbestên xwe de gil û gazinan  ji dîlbera xwe dike,lê piştî ku ew bi salan  mezintir dibe,nêrînên  wî têtin guhartin  û nema  li ser dîlbera xwe  dinivîse,lewra jî ewî aşkere gotiye:Helbestên li ser dildariyê çi kelk û sûdê li mirov dikin?Û şehnaziya mirov ew e;ku ew hişê xwe bixebitîne û perdeya riwaltiyê biqetîne.
Wek diyar e ku zor û setema rojane û bi taybetî  ji aliyên mirov û xizmên wî de pir têkarî li derûna şêx Riza  kiriye,ew  ji pir kesan tore bûye û ji ber wê jî,ew naxwaze vegere Kerkukê û ew  weha dinivîse:

Naçime Kerkukê

Bi vî halî ger carek din herme Kerkukê
Melum e bi merdî ji serê min kurnakin  tûkê
Bo çi herme Kerkukê?
Ehliyê wê  hemû di gel min,ne saz e
Min  xweş tê  ji ber cewra bira û lomê qewm!
Sed car li xerîbiyê  bibim miflis û sêfîl
Bo mirazê  min  jî helbet  wê bigere çerx
Şahî ku nebe  emê derbaz bin  bi feqîr
Şeş mange zêdetir,li mirina bavê min
Ez mexdur im  û mezlum im  û cefa dîde û mehtuk.
Şêx Riza dixwaze di malikên jorîn de  bêje,erê;eger ez careke din vegerim Kerkukê,baş diyar e ku tukes nikane bi mêranî hevdek por jî, ji serê min  hilqetîne,lê tevî vê rastiyê jî,ezê ji bo çi vegerim? Ji ber ku hemû nişteciyên vî bajarî ji min re ne durusat in,yanê ewqas setem û zordariya birayê min û hêrişên milet  li ser min hebin,çima ezê vegerim ?! Lê eger ez bê pere û sêfîl jî bimînim,ez venagerim.Lê xuya ye;eger çiqas helbestvan bi reşbînî li jiyana xwe temaşe kiriye,ewî ewqas jî bi geşbînî li pêşeroja xwe temaşe kiriye,lewra jî ew dîsan dibêje:Helbet wê rojek were,çerxek rind dê ji min re vegere û eger şahî jî nebû para min,bila ez belengaz bimînim,yanê wê çi bibe !!Hûn dizanin ku şeş meh di ser mirina bavê min re têper bûne û ez ji aliyê birayê xwe de hatime bindestkirin û ewî ez ji sermiyana bavê min bêpar hêştime û ez ta niha jî  ji derdê sêfîliyê cevakêş im.

Li bîra min tê

Li bîra min tê Sulêmanî  ku dar û milkê Baban bû
Ne mehkumê Ecem bû,ne suxrekêşê Elî Osman bû
Sedaya muzîkê  û neqera ta eywanê  keyvan bû
Çaxê  meydana cirîdbazî li dorekanî Aksan bû
Bi zerbra hemla Bexda texsîr kir,te hilda
 Ereb  înkarî fesla we nakin  eslen,ema
Selahdîn ku dinya girt ji zumra Kurdê  Baban bû.
Şêx Riza  di vê malikên jorîn de bajarê Sulêmaniyê bi bîra xwe tîne û dibêje:  Gava ku Sulêmaniyê di çarçewa Mîrşena Baban  de bû,ewa ne  di bin destên Îraniyan û  Osmaniyan de bû, ew bi şehnazî û  serbilindî  Mîrşena serbixwe bi  bîra xwe tîne û hîn dibêje:Di wê demê de nişteciyên Sulêmaniyê bi şadî  dijiyan,dengên sazên hunermendan li bajêr pir bilind dibûn û Keywanê Sulêmaniyê jî bi dilxweşî  guhdar dikir.Helbestvan dîsan di vir de Selahdîn Eyobî tîne bîra gelê xwe û dixwaze ji wan re bêje: Selehdîn jî ji Baban bû,em neviyên wî ne,divê em xwe bi wî serbilind bibînin.
Wek baş tête zanîn û naskirin ku Şêx Riza Talbanî  di nav helbestvanên Kurdistanê  de bi xeber û çîran  navdar bû,eger ew ji kesekî bêhnteng dibû,ewî yekser bi riya helbestan helwesta xwe aşkere dikir û peyvên giran û bi êş arastî dijberî xwe dikir,em kanin li jêr weke mînakekê berçav bikin,helbestvan ji jina  apê xwe  dixeyide û ew helbestekê  bi navnîşana jina mamê min diinvîse.

Jina mamê min

Jineke mamê minî dewletî şidadî heye
Yek û du gundê wî  bi dawata Siltan heye
Heryek  bi qedera xizînê îradayî wî heye
Çi firoş û çi zirof û çî-za û çi eqar
Ji hemû cinsî meta,yî sed û heyştê heye,ne bes e
Ev hemû genc û xezna wê heye,hela hê teres e
Ne ji abayî wê heye û ne ecdada wê heye
Ger serî û ruya wê  ya meriyan in,pê bawer meke
Batinî Culeke ye,zahirî zuhada wê heye
Rengê  ker ,dengê beqer,hey-eta seg bi xwe çeqel.
xxxxxx
Helbetvan di malikên jorîn de dibêje:Jina apê min wek dîktatorekî zordar û setemkar e,du gundên apê min hene û  samana her gundekî bi qaserî
xezîna Sultanekî heye,ew pir berhemên çandiniyê difroşe,rewşa wî ya darayî pir rind e û hûn temaşe bikin!Jina apê min ewqas dewlemend e,lê ewa gelek çekuz,miqris  û teres e,ewa bêbav û bêpapîr e.
Eger hûn  dibînin ser û rûyê wê mîna yên mirovan e,lê divê hûn ji wê bawer nekin;hundirê wê mîna hundirê cihuyan e,erê ewa bi rûçka xwe mîna jineke dilpaqij û giyanpak tête xuyakirin,lê di rastiyê de rengê hundirê  wê mîna keran e û dengê wê mîna dengê çêlan e,dîdema wê jî mîna ya segan e,lê ew bi xwe jî çeqel e.

X:-Tîpguhaztin ji tîpên Erebî-Soranî,Prof.Qanatê Kurdo.
XX:-Têbînî:Em dibînin ku Q.Kurdo ne tenê tîpên helbestan guhaztine,lê ewî helbestên Şêx Riza bi Sorkurmancî jî nivisîne.
xxxxxx






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5249