Dil jar
Drok: 31 2020
Mijar: Ne




Alan Hemo

Li vî dilê ketî rikê
Jibîr nake naberde rê
Ax û nalîn her jê tê
Gilî û gazin nema bikêr tê


Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar

Temnê çûyî neke bar
Derfet tê wekî her car
Bendebe wa tê bijmar

Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar

Dilo bese jarî
Li jînê hitim bê parî
Çendîn li min xemsarî
Dilerzim pela li darî

Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar.

2018,12,1


Bibar

Bibar ser vî canê xembar
Bibar ser vî laê birîndar
Kevî zer bûn dem man bê buhar
Carekê bibar.

Digrîn det, devî dikal
Rûtin dar, ba gulan dimal
Dimrin hêvî û hest dibin lal
De bese canê bide min pal
Carekê bibar.

Tînê li Tebaxê bikîn
Ruvîna rokê vemrîn
Vî dilê zuha carkê vejîn
Bilbilê te me tenê bitewîn
Carekê bibar.

2019,2,23








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5244