Tiracîdiya bobelatan bi çavên wêjeyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ãÇíæ 2020
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman, û di vê dema alûz û metirsîdar de ku cîhan bigiştî tê re derbas dibe, pir kes hene ku dipirsin:
Gelo korona ( Covid-19 ) dikare bibe mijar ji helbestê re...?
Ma helbest li benda helkeftê ye ku bête nivîsîn....?
Helbest mijaran dive, yan jî mijar li helbestê digerin...?


Afirandin....di lêgeriyana xwe a berdewam de li behaneyan digere, ev da ku xwe bi me bide nivîsîn.
Afirandin...li kembereke zêrîn digere, da ku pê bejn û bala vegotinê bixemilîne.
Ne şaş e ku mirov hewil bide, lê afrandin berî her tiştî hezkirine.
Eger mirov ne şeydayê zimanekî be, dê azmûna nivîsînê her seqet û bawî be...!?

Belê berî çend rojan , me bixwe nerîneke weha li ser rûpela xwe a Facebook parve kiribû , lê mixabin ku kurd bi kurdî naxwînin û piraniya xwendevanan zaniyariyan bi zimanên din û nemaze ji Erebî werdigrin.
Ereban, Tirkan û Farisan dîrok li gorî berjewendiyên xwe xebitandine û agahiyên heyî guherandine.
Ne gunehê me ye ku pir kes ji nav me bi kurdî nizanin, û li zimanên din her vedgerin.

Tekez û da ku em wan pirsan bibersivînin, divê em hinekî li dîroka nexweşî û bobelatan vegerin , ev di çavê wêjeyê û wêjevanên cîhanê ên herî navdar de, ku hinan ji wan jî xelatên Nobelê wergirtine.

Epîdemî , Pandemî ...yan jî bobelatên mezin mîna nexweşiyên ku vedidan,mirovekî  ew ji yên din werdigirt di warê nivîsînan de vedgere salên 431 B.Z û nemaze piştî şerê peloponisê ( Peloponnises), ku zêdeyî 70 salî berdewmkiriye, lê diyare ku ne şer bitenê ‚ herweha peydabûna jana reş Asînaya hezdar alûz û qelskir.
 Homîros û di alyazê de sedemê belavbûna wan nexweşiyan vedgerîne hêrsa Xwedawendên Girîkan , hêrsa wan ji Mîr û Padîşahên qels ku herî zêde bi dilbijokiyên xwe ve girêdayî ne , û rewşa hemwelatiyan ji bo wan ne girîng e.
Homîros, Agamemnûn rexne dike ku ew qet tiştekî ne berê û ne jî piştire dizane, herweha ew serokên nezan mîna şivanê nezan ku nikarin û nizanin pezê xew birê ve bibin tîne zimên.

Herweha helbestvanê Girîkan Hsyodos li ser zarê Xwedawend Zeyûz di’axive ku edî ew ê Serokên nezan û bêkêr bi şerê leşkerî dijwar û tund yan jî bi nexweşiyan ( Epidemie)  lawaz bike û biruxîne ji ber ku ew nehêjayî serokatiya miletên xwe ne.
Di çerxa 5-an de, B.Z romannivîs û şanogerê tiracîdiyayê Sofoklîs , dixwest ku sedemên belvbûna  Epidemiyan li desthilatdariya nezan vegerîne.

Ev li ba Girîkan û ku em vegerin ba cîranên xwe ên Ereb.  em ê bibînin ku Mutenebî jî , û di helbesta xwe a navdar de ( mîvana şevê ) tayê mîna keçeke ku şevan serdana wî dike bi nav dike, û ev ne ciyê razîbûna helbestvan e ji lewra jî dibêje ku mîvana min qey şerm dike , bi tenê di tariya şevê de tê û dema ku Mutenebî ciye xweş û doşekan jê re hazir dike , ew bi vê yekê razî nabe, û bi tenê tê û xwe berdide nav hestiyên wî.

Hîna berî neh - 9 çerxan helbestvanê Erebî ku bi navê Ibn Alwardî, helbestek li ser jan reş nivîsandiye, û piştî du rojan ji nivîsîna helbesta xwe , bi heman janê jiyana xwe ji dest daye.

Li Ewropayê û hîna di çerxa 15 -an de Jana reş bajarê Mîlano yê ( dide ber xwe ) zêdeyî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, ji lewra Lyonardo Dafenşî bi awayekî rind û bi indeziyariyeke balkêş hin wêneyên bajêr nîgar dike, ku êdî her tişt jı hev dûr e.her tişt birêk û pêk hatiye pîlankirin, ango bajarekî modern , weha diyar e, ku wî çaxî Mîlano tije xelk bû û xanî biheve leziqî bûn, û ava gemarî di nîvê bajêr de derbas dibû, ev jî dibû sedemên pir ji nexweşiyan.


Di çerxa 16-an de , êşa reş li Londonê belv dibe, sê rib ji xelkên Londonê jiyana xwe ji dest didin û di nav wan de birayên Şekespîr û kurê wî ê 11 salî, wê çaxê jiyan tête rawestandin, û her weha şano jî tên gitin, ji lewra Şekspîr bere xwe dide helbestê û ji hisreta dilê xwe ( Tiracîdiya Hamlet ) a navdar dinvîse.
Herweha jî Şekspîr di helbesta  ( Vînos û Adonîs ) de balê dikişîne ser jana reş î dijwar.



Weha bobelat , Epidemie û Pandemie ciyê xwe û bi xurtî di wêjeya cîhanê de digrin, hetanî sala 1947 ku heman salê romana êşa reş ( Pest, yan Schwarze tod )    الطاعون ronahiyê dibîne û romamnivîsê wê Albert Camus xelata Nobelê werdigre.

Paşê û di sala 1985-an de , Xawenê Nobelê ,romannivîsê navdar Gabiel Markîz , romana xwe a navdar : ( Evîn di dema Kolêra de ) çap dike, ku têde û di dawiya romanê de û bi hinceta nexweşiya Kolêra , serekleheng Florentîno Arîsa li ser geştiya xwe bi evîndara xwe re Fermîna Dasa re bitenê dimîne, piştî evîneke zêdeyî 51 salê, û piştî ku kal dibin digihin hev, û da ku lêpirsîn çênebe ew ala zer a Kolêrayê hildide jor û weha di gemiyê de  bihev şad dibin.

Bê guman, kêm yan jî zêde , cîhanê pir agahiyên di derbarê pandemie û pir ji bobelatan di riya hunera şêwekariyê wergirtine,
Ev tê wê wateyê ku hîna ji mêj ve , Pandemie bûbû mijara helbestê, romanê û şêwekariyê, eger hat û eger mirov bikeve bin bandora tiştekî weha de, û eger pênûsê doza nivîsînê kir , wî çaxî rev jê nîne, mirov divêt bi xwe re rast be û divê hestên xwe ên dilînî û ramanên di hişê xwe de neçar û vekirî li ser rûpelan raxîne.

Afrênerê rastteqîn, tekez dê hewil bide ku ji heman tabloya Tiracîdîk, rengekî ciwan bibîne û ji heman rengî tabloyeke dagirtî dîmenên mirovanî, dagirtî sincên pak  bíafirîne.
Bi wateyeke dil ku korona jî û nemaze vê gavê dikare bibe mijar ji helbestê, tabloyê û ta bi romanê û pir cureyên din ên hunerê.
Û nivîskarê ku birastî afrêner be, tekez dikare ji heman tabloya corona a dijwar , dîmeneke bedew bîne qada nivîsînê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5238