KURTEDANASÎN LI SER PENA NAVNETEWEYÎ Û NAVENDA PENA KURD PENa Navneteweyî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 08 íæäíæ 2007
Mijar: gotar



  Dr. Zorab Aloian

PENa Navneteweyî rêxistineke nivîskaran ya navneteweyî ye û di sala 1921ê de hatiye sazkirin. Di sala 1921ê de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott klûbeke nivîskaran ava kir. Ev klûb bû bingeha PENa Navneteweyî.


Di nav endamên pêþîn de kesên wisa navdar û xwedîqelemên bi hêz hebûn mîna Joseph Conrad, George Bernard Shaw û Herbert Well. Bi dirêjaya salan, kesên wek Anatole France, Paul Valery, Thomas Mann, Karel Capek, Alberto Moravia, Arthur Miller, Pierre Emmanuel, Heinrich Böll, Mario Vargas Llosa û György Konrád di tevgera PENê de rista giring lîstine. Heta destpêka salên 1990î ji komên PENê re dihate gotin PEN Club (Klûba PENê), lê niha têgîna PEN Centre (Navenda PENê) tê bikaranîn.  Bi xwe peyva PEN ji destpêka sê peyvan pêk hatiye: Poets (Helbestvan), Esseysts (Kurteçîroknivîs), Novelists (Romannivîs). Herweha ku peyva PEN bi zanebûn peyva înglîzî pen, ango pênûs dike bîra me.
Armancên PENê bipêþxistin û parastina wêje û çanda neteweyên curbicur û avakirina têkiliyên xurt di navbera nivîskaran de ye. Lewma PEN ji aliyê UNESCO û Neteweyên Yekgirtî (UNO) ve wek dengê wîjdana nivîskaran tê pejirandin. Di nav PENa Navneteweyî de çar Komîte hene, yên ku karên lobbî û dîplomasiyê dikin: Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de, Komîteya Werger û Mafên Zimên, Komîteya Nivîskarên Jin û Komîteya Aþtiyê.   
Îro PENa Navneteweyî 142 PENên neteweyî  di nav xwe de hembêz dike. Offîsa PENa Navneteweyî li Londonê ye. Serokê PENê nivîskarê Çek Jiri Grusa ye. Sekreter û birêvebirên PENa Navneteweyî di Kongreyên salane de tên hilbijartin. Zimanên fermî înglîzî, fransî û îspanî ne.
Damezrandina Navenda PENa Kurd
Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala 1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêþniyazkirin. Di dengdanê de hemû beþdarên Kongreyê piþtgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin. Bi vî awayî Navenda PENa Kurd bû endama PENa Navneteweyî. Di dîrokê de ev cara yekemîn bû, ku saziyeke Kurdan ya neteweyî li ser bingeha yeksanî û wekheviyê bûbû endama rêxistineke navneteweyî.
Piþtî xebateke fermî, di bihara sala 1990an de Navenda PENa Kurd ji hêla Dadgeha Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê hatibû pejirandin. Damezrînerên Navenda PENa Kurd ev kesên hêja ne: Huseyn Erdem, Emîne Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Haydar Iþik, Abdirehman Neqþebendî, Huseyn Kartal, Misto Xêro û Riza Topal .
Ji roja pêþîn de, Navenda PENa Kurd nexwest rista saziyeke li derveyî welêt bilîze û bû nûnera tevaya wêjeya kurdî û hemû nivîskarên Kurd. Bi dilxwaziya dostên xwe Navenda PENa Kurd xebata dîplomasiyê di nav rewþenbîrên cîhanê de dike û pêþveçûna ziman, wêje û çanda neteweya Kurd ji xwe re dike armanc. Navenda PENa Kurd ji pejirandina Navenda PENa Ermenî û navendên din re bûbû alîkar. Her weha peywendiyên baþ di navbera Navenda PENa Kurd û yên din de ava bûne: Guadalajara, Vietnam, Sloven, Swîsrî Îtalî, Norwec, Makedon, Bask, Çek, Sorb û yên din.
Hinde encamên bijarte yên xebata Navenda PENa Kurd
- Bi dehan civînên wêjeyî ji bo nivîskarên Kurd û biyanî,
- Civînên rewþenbîrî û siyasî: Konferansa sala 1999an di Parlamenta Ewropayê de û Konferansa Amedê di sala 2005an de li ser Pirrengiya Çandî digel PENa Tirk û PENa Navneteweyî,
- Seredana fermî ji bo Baþûr di sala 2005an de,
- Rezolusiyonên di Kongreyên PENa Navneteweyî de pejirandî (li ser azadiya ziman û wêjeya kurdî),
- Malper bi zaraveyên kurdî û pênc zimanên din (),
- Kampaniyên serkevtî yên navneteweyî ji bo serbestberdana nivîskaran (Edîp Polat, Leyla Zana, Merwan Osman, Dr. Roya Tiloyî û Þêrko Cîhanî),
- Pêþniyara ji bo avakirina Komîteya Nivîskarên Jin di çarçoveya PENa Navneteweyi de,
- Navenda PENa Kurd di herçar Komîteyên PENa Navneteweyî de rista xwe dilîze û beþdarî Kongreyên PENa Navneteweyî yên salane û gelek Konferansên Komîteyan dibe,
- Rêbaza Navenda PENa Kurd di Konferansa Akademiya Klausenhofê de (1-3 Hezîranê, sala 2007) hatibû guhartin û dê di Kongreya dahatû de (di sala 2009an de) bikeve dengdanê,
- Îro di Navenda PENa Kurd de 83 endam û çendîn berendamên ji welêt û ji derveyî welêt hene, 
- Endametiya salane ji bo kesên li beþên Kurdistan û Yekîtiya Komarên Serbixwe (Sovyeta berê) 30 Euro ye. Ji bo endamên din 60 Euro ye.
Birêvebirina Navenda PENa Kurd
Di Kongreya Nîsana 2006an de, Komîteya Birêvebir ji pênc kesan hatibû hilbijartin.      
Dr. Zerdeþt Haco, Serokê Navenda PENa Kurd
Mustefa Reþîd, Cihgirê Serok û Berpirsiyarê Internetê
Dr. Zorab Aloian, Sekreter û Serokê Komîteya Werger û Mafên Zimên
Bêrîvan Doskî, Endama Komîteya Birêvebir
Memo Þahîn, Serokê Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de û Berpirsyarê Darayî
Ji bilî van kesan, bi biryarên Komîteyê 15 endamên din ji bo peywirên taybetî hatibûn destnîþankirin:
Kakþar Oremar, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Unis Behram, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Simin Caici, Seroka Komîteya Nivîskarên Jin
Sedat Yurtdaþ, Serokê Komîteya Aþtiyê û Nûnerê Navendê li Bakur
Abdilrehman Neqþebendî, Nûnerê Navendê li Baþûr
Bêwar Îbrahîm, Nûnera Navendê li Baþûr-Rojava û berpirsyara ji bo zimanê erebî
Ezîz Nematî, Nûnerê Navendê li Rojhilat
Ezîzê Cewo Mamoyan, Nûnerê Navendê li Rûsiyayê û berpirsyarê ji bo zimanê rûsî
Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Nûnerê Navendê li Asiya Navîn
Selwa Gulî, Nûnera Navendê li Skandînaviyayê
Ricardo Gustavo Espeja, Nûnerên Navendê li Amerîka û berpisyaê ji bo zimanê îspanî
Anwar Mohammad, Berpirsyarê ji bo zaraveyê Kurmanciya Navîn (Soranî)
Roþan Lezgîn, Berpisyarê ji bo zaraveyê Kirmanckî-Dimilî-Zazakî 
Dr. Ali Kiliç, Berpisyarê ji bo zimanê fransî
Pamîr Salehî, Berpirsyarê ji bo têkiliyan digel saziyên nivîskaran (bi taybetî li Norwecê)

Dr. Zorab Aloian
Sekreterê Navenda PENa Kurd
Bremen, Komara Almaniya Yekgirtî,
8ê Hezîranê, sala 2007an






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=523