Alemdarî û bîroya siyasî, bûne abûqatê Þêx Alî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 31 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Wek çilo kole mecbûr e berevaniyê di ber xwediyê xwe de bike, wilo jî endamên partiyên me, em kiþkiþandine wê asta ketî û xwe mecbûr dibînin berevaniyê di ber þaþî û binpêkirinên serokên xwe de bikin. Li þûna lêborînxwestinê û spasiya rexnegir û zikêþan bikin, êrîþî wan dikin.
Rexne ava û serrastkirine, ne dijîtî û kîn û serjêkirine. Lê mixabin partiyên me rexne wek êrîþ, devavêtin û dijîtiyê dibînin.


Em, wek rexnevanan, me negotiye çima Þêx Alî girafêta þîn ne ya sor û reþ û qehwerengî û sûkûsûkû..û..û..û datîne, me negotiye çima Þêx Alî keskayê li þûna goþt dixwe, her wisa me negotiye û rexne nekiriye bê çima Þêx Alî cil û sola reþ û ne ya gulgulî li xwe dike, me negotiye çima Þêx Alî wisa û ne wisa dimeþe, çima wisa û ne wisa dirûnê, em nêzîkî kesayetiya wî ya taybet nebûne, belê em þaþiyên Þêx yên girêdayî bi pirsa gelê me ve rexne dikin.
Sê nimûne, ez bêtir û dirêjtir nakim.
Eger Alemdarî zikêþê partiya xwe, û zikêþê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, wê ji serokê xwe, ji Þêxê xwe, biborin ji xwediyê xwe Þêx Alî bipirsiya: Çima te di gotara xwe ya di avaya parlemanê Europî de qet qala Beþar Esed nekir, te mijar hemû bi qest û mebest û zanebûn dibir ser Erdoxan? Wek ku Esed ne wek Erdoxan dagîrker û dijmin e, wek ku Esed parêzerê mafê gelê kurd be, û mafê gelê kurd inkar nake, û mafê gelê kurd dayê û diparêze, li gel ku Þêxê wî tim dibêje: pirsa me û mafê me li Þamê ye, di bin çengê Esed de ye.
Eger Alemdarî zikêþê partiya xwe, û zikêþê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, û ne mirîd û sofîk û koleyê Þêxê xwe ba, wê ji Þêxê xwe bipirsiya: Þêxê min, tu bi çi mafî Qamiþlo wek bajarekî Bakurê Rojhilatê Sûriyê-Feratê, û ne wek bajarekî kurd û Kurdistanî bi nav dikî. “Xeta xwar, ji gayê pîr e”. Gelo hat bala Alemdarî û ji xwe pirsî bê ji bo razîkirina kê Þêxê wî wilo gotibû. Belê Þêxê wî bi zanebûn kurd xistibûn asta kêmnetew û pêkhatiyên herêma kurdî, daku xeta xwar ya li dijî neteweya kurdî razî bike, û di encamê de mafê rewa yê gelê kurd piþtguh bibe.
Eger Alemdarî zikêþê partiya xwe, û zikêþê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, wê ji Þêxê xwe bipirsiya: te bi çi mafî partiya me li ser rêya xeta xwar, xeta silogana “Biratiya Gelan” daniye, ew xet pilana nû ya piþtguh û tunekirina mafê rewa yê neteweya gelê kurd e.
Li dawî, Eger Alemdarî zikêþê partiya xwe, û zikêþê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, wê Þêxê xwe, yê ku bûye egera gelek perçebûn, cudaxwaz û rawestandina gelek endaman, ji partiyê biqewitanda û partiya El-Wehde vegeranda ser rêya berê, rêya dilsoz û kurdayetiya rast û durust, û ji xeta xwar û Qendîl dû bixista.
31ê adarê 2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5188