Keyo Cegerxwîn kurê helbestvanê nemir seydayê Cegerxwîn koça dawî kir
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 27 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Bi dilekî xemgîn Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) nûçeya koça dawî a Keyo Cegerxwîn (Kesra) nuxurîyê helbestvanê nemir Cegerxwîn bihîst, ku îro (26.03.2020) li nexweþxaneyekê li bajarê Stockholmê canê xwe spart banê gerdûn.
Keyo di sala 1936an de ji dayik bûye, birayê pênc keç û lawa ye, yek ji wan hevala me Boniye ye, ku cîgera serokê Yekîtiyê ye(YNRKS).
Keyo di sala 1979 de ji welat barkir û berê xwe da Siwêd, ji ber zordariya rêjîma Sûriyê, ku herdem malbata wî binçavdikir.


Herwiha Keyo bo xelata seydayê Cegerxwîn wekû endamê þêwirdariyê bû, ku herdem nerînên wî ji alî Yekîtîya me berbiçav dihetin standin.
Hêjayê gotinêye, ku Keyo ji xortaniya xwe ve bi tevgera siyasî a kurdî re bû, paþre bû berpirsê Partiya Pêþverû a Kurdî li Europa, ta van salên dawî, ku birayê wî Azad ew bar avête ser milê xwe. Keyo wekû mirovekî xwedî sincên bilind di nav civaka kurdî de dihate naskirin. Ewî di warê torê de jî karekî balkêþ kiriye, ku hemî berhemên bavê xwe þopandine û dane çapkirinê. Ta roja îro dora 31 destnivîsên Seydayê Cegerxwîn di bin çavderiya wî de ne, li benda çapxaneyekê bû, ku wan berheman çap bike.
Komîta berpirs û endamên YNRKS sersaxiyê ji hevala xwe Boniye û nivîskar û avoqat Osman Osman û hemî malbata seydayê Cegerxwîn re dixwaze, herwekî sersaxiyê ji heval û dostên wî re jî dixwazin.
Bila ser gelê kurd sax be!

Têbînîyek ji YNRKS
Cihê xemgînîyê ye, ku Keyo di vê dema dijwar de koça dawî kir, çimkî hemî cîhan di rewþeke awerte de ye, û hemî xelk di malên xwe de ne, da ku xwe ji Korona biparêzin.
Cihê Keyo Cegerxwîn buhiþta sermedî be. Em bi hêvîne ji Yezdanê jorî ku vê bobelatê ji ser cîhanê rake.
Berpirsên YNRKS
26.03.2020






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5179