Ji min werê tev xelkên dinyê bi Kurdî xeber didin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Bêguman bandora nexwendina bi zimanê dayikê neyênî û zor mezin e.. Nexasim ji me kurdan re ku xwendin û nivîsandina bi zimanê me qedexe bû.
  Erê, li welatê me Kurdistanê fêrbûna bi zimanê zikmakî qedexe bû; li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî bû, li Baþûr bi Erebî bû û bi þêwezarê Soranî bû, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî bû. Ji bo vê yekê zarokên me, ji zimanê dayika xwe dûr diketin, zimanê biyaniyan hîn dibûn.. Vê yekê dihiþt û dihêle ku zarokên me di asta hînkirin û perwerdeyê de qels bimînin.


  Sebaretî me kurdên Rojava, ji ber ku ew derfet li pêþ me nebû ku, em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, xwendina bi zimanê dayikê li me qedexe bû, em neçar bûn bi zimanê Erebî bixwînin. Di encam de bandora nexwendina me, bi zimanê me di civaka me de, bi neyênî xuya bû.. Di vê biwarê de dikarim ji xwe, dest pê bikim:
  Di zaroktiya min de, ji min werê tev xelkên dinyê bi zimanê Kurdî diaxifin û xeber didin, qet min bîr nedibir ku zimanên din jî hene..
  Bi çûna dibistanê re, ez hay bûm ku zimanê erebî jî heye û pêdiviye em di dibistanê de bi wî zimanî bixwînin.. Zimanê erebî, ev zimanê ku qet kesî ji malbata min, gundiyên min û xelkên derdora min pê nediaxifîn û nizanîbûn.. Bi tenê melayê gund, mamostayê dibistanê û ew çend cendirmeyên qereqola gund pê diaxifîn. Bi çûna dibistanê û nezanîbûna zimanê erebî re wek ku tu dîwarekî di navbera min û  dibistanê de ava bike. Tenê, min li mamoste mêze dikir.. wek yekî ker û lal be, bê ku ez tiþtekî ji mamoste fam bikim..
  Lê di eynî kat de, me zarokan di navtara gund û li ser bênderên gund de bi tev cureyên lîstik û yariyan dilîzt û me bi zimanê xwe, dengê xwe bilind dikir û bi serbestî û bêfedî me wek vê yariyê ji hev re digot û lihev vedigerand:
"Hop hopê, qeretopê! Pezê Mîra li kû diçêre? Li qelêç. Çi dixwe? Nan û kêç. Çi dirrî? Safî herrî.." An wek van mamik û þertokan me davêtin ber hev: "Diçim serê carekî, dikutim bizmarekî, deng diçe hezarekî. Çiye?"
  Lê di dibistanê de, em ji desthilanîn diketin..ji mamoste ditirsiyan [ me fedî dikir..! Me nizanîbû mamoste çi dibêje.. û em çi lê vegerînin.. Bav û diyên me jî bi zimanê erebî nizanîbûn ku bi me re alîkar bin û hinekî me ji wê hisargeha zimanî derxînin..
  Bêguman bandora vê yekî a neyênî gelekî li me hebû û dawî li civaka me vedigeriya.. Anku me bi þêweyekî seqet xwend, ne þêweyekî normal.. Bandora wê seqetbûnê li me û civaka vedigeriya.. Erê, em bi dijwariyeke mezin fêrî wî zimanî bûn.

Qamiþlo 18/3/2020







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5166