Tevn
Dîrok: ÇáÃËäíä 09 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Burhan Hisso.

Te min ji bîr kir
serê min bi paçan
mezin meke!!
ka te çend rûpelên axê
li pey xwe qulaptin ?
çend car û newalên
welat
li nav piþta xwe kirin ?
qet qetî kirin !!


hin bûn cilikên ser qorka wawîkan
hin li çewkanên cadûbazan
diterpilin
te nîvê min bir
û nîvê dî
çeqelan
ez li roviyan parkirin
desmêja min giriye
çêja hinasan
teþiya keseran
li Yek hawî
rêsan
badek
û badane
mirin !
aaaaaaax
ax
te min ji bîr kir
û jiyana min ji bîrkirinê
ji bîr bir !!.
9/3/2017







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5149