(Pend û şîret) û nirîna me
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ãÇÑÓ 2020
Mijar: Nûçe



Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Pend û şîret beşek ji folklorê pir giring e,cihê wê di wêjeya devkî de paye- bilind e,lewra jî em dibînin pir kesên  helbestvan, nivîskar, lêkolînvan, wêjevan giringiyê didin vê samana wêjeyî, helbestvanên mîna Feqiyê Teyran,Meleyê Cezîrî,Ehmedê Xanî û H.W.D .Hin caran bi gotinên pêşiyan helbestên xwe xemilandine.Di vî warî de Pîre Mêrd (6500) ji gotinên pêşiyan bi awakî helbestî nivisîne, herweha jî kesên mîna van navên naskirî jî bi hezaran gotinên pêşiyan bi du zaravan, Kurmancî û Soranî civandine; wek Îsma-îl Heqî Şawîs, berhevokek mezin  bi navnîşana(Qiseyî pêşînan)di sala (1933) an de weşandiye, lê em nikanin rola rojhilatnasê firansî Rojêh Lîsko jî di vê mijarê de jibîr bikin; ewî hîn di sala(1937) an de gelek gotinên pêşiyan weşandine.


Di sala (1938) an de Merof Ciyawik berhevokek  ji gotinên pêşiyan  daye çapkirin û herweha jî bi dehan û bi dehan li seranserî Kurdistanê mîna Mile Mehmud Dêrşewî(Miştaxa Çiya),Hecî Cefer(Qisêt mezinan),Şêx Mihemed Xal,Cegerxwîn,Hacî Cefer,Prof.Hacî Cindî,Casimê Celîl,Prof.Ordîxan Celîl, Prof.Celîlê Celîl,Cemîl kinê,Bîlal Hesen berhemên xwe danîne ber destên xwendevanan,herdîsan jî Elî Cefer du pirtûkên xwe di vê derbarê de,  (Gotinên pêşiyan) di sala (2006) an û (Gotina mêrê Kurd gotin e),sala (2010) an de çapkirine û ewê jî  zengînbûna samanên wêjeya devkî parastiye.Bê gûman em bawer dikin ku hîn bi dehan nivîskarên me hene ku parên wan jî di civandin û weşandina (Pend û şîretên) kurdî de hene,lê me tenê çend nimûne li jor ji xwendevanan re  destnîşan kirine.
Pênasîna (Pend  û şîretê).
-------------------------------------  
Wek me nivisiye;(Pend û şîret) beşek ji folklorê ye, ewa jî  di jiyana wêje de zor giring û nirxbuha ye,zayîna wê pir ji destan û çîrokên efsaneyî  derengtir e,ango;di dema ku  civakê  dest bi çandiniyê kiriye,bi wê demê re jî (Pend û şîret) ji dayika xwe (Gel) bûye.Di pêvajoka jiyana gel de  gelek bûyer û diyardeyên civakî, erênî û neyênî(,helwest,ceng,zordarî,aştî,dijmin,dost,geşbînî,reşbînî,kîndarî, dilsozî,xopandin,rindî û gelek taqekirin û serbûyerên  din   peyda bûne.
Gelên cîhanê û gelê Kurd jî weke hemû gelên din nizanîn binivîsandina,ewan kanîbûn hemû êş û şahî û serbûriyên xwe tenha bi devkî derbibrîna,lewra jî em kanin bi sanahî  biçespînin ku (Pend û şîret) awêna berhemên taqekirin û serbûyerên  gelan in).
Çaw (pend û şîret) ji dayik  bûne û kê ji civakê destpêkiriye?
-----------------------------------------------------------------------------------    
Wek me  li jor nivisiye;di civakê de bûyer û serpêhatî peyda dibin,mirovên ku li gor wê demê têgihîştî û hişmend li gor bûyer û serpêhatiyên ku çi erênî bûn yan jî neyênî bûn,pir bi kurtasî,bi hevokekê yan bi du hevokan û li gor hest,sûrûşt,helwest  û derûnên xwe, nirînên xwe bi (Pendekê) yan bi (Şîretekê) ji gelê xwe re derdibirîn û  paşê ew pir zû bi devkî  di nav gel de belav dibûn,wek mînak:Di civakê de zordarî ji aliyê çînek serdest,yan ji aliyê desthilatdarek û yan ji aliyê mirovekî setemkar de peyda dibe,li hember vê rewşa ne dadmend du (Pend û şîret) hevdij û tersî hev ji aliyên du mirovan de hatinê holê û weha jî di nav gel de ta niha belav bûne.
Nimûne:Mirovekî gotiye:(Bibe dîkê rojekê û nebe mirîşka salekê!),mirovekî din gotiye:(Çawîr çiqas nerm e,lê ew di bin keviran  da namîne),ew dixwaze ku mirov bê tirs li dijî zordariyê bixebite û berxwedanê li dijî setemkariyê bike û ew gelê xwe bi giyana berxwedanê perwerde dike,lewra em kanin bêjin ev herdu (pend û şîretên) jorîn waneyên erênî ne.Lê  Kurdekî din jî  gotiye:(Destê ku,tu nikanî gez bikî,wê maçke!).
Li gor nirîna me Peyvdarê vê (Pend û  şîreta) jorîn tirsonek e,giyana wî bi  berxwedanê ji bo mafên xwe ne hatiye avdan,lewra ew kesên dorhêla xwe jî  dilsar dik, ji ber vê jî;kesên mîna wî nikanin rolên erênî di pêşvebirina gelê xwe de bilîzin û xwe ji zor û setemê rizgar bikin.
Ziman û hevoksaziya (Pend û şîretê).
----------------------------------------------------          
Zimanê(Pend û şîretê )mîna beşên din jî,ji folklorê hêsan e,ango;çawa gel  dipeyive,herwisa ew weha jî hatiye parastin û  di nav gel de bi devkî belav bûye, hevokên  (Pend û şîretê)jî pir kurt in,lê  ew gelek watedar in, lê  pir caran jî   di wan de pêbendî bi rêzimên ve tuneye;wek nimûne:(Çavê li deriya xwelî li seriya),li gor rêzimana kurdî divê weha be (Çavên li deriyan xwelî li seriyan).   
Piraniya (Pend û şîretan)bi kêşbendekê kuta dibin,ev diyardeya jî ciwaniya hunerî di wan de dewlemendtir dike û ew zû ji aliyê gel de tête ezberkirin(Liberkirin),wek mînak:
(Şêr şêr e,çi jin e,çi mêr e).
(Hewtî bimrê le bawan,Sormey nabirê le çawan).(Soranî).
Ango;(Heft bav jî bimrin,ewa kilê ji  çavan kêm nake).(Kurmancî).
Di vir de em dibînin ku keça Kurd pir ji xwe xweş e,ewa dixwaze herdem ciwan be,eger heft bav wê jî bimirin,divê ewa çavên xwe kilde. Belkî hinek bêjin,yanê keça Kurd ne dilovan e,ewa li ser mirina bavê xwe jî xwe dixemilîne û nizane reşiyê girêde,lê di baweriya me de,keça Kurd li ser rastiyê ye,ji ber ku xwe xweşikbûn û dîmenciwanî ji jinan û mêran re jî  mafek rewa ye û aliyek ji şaristaniyê  ye û eger li dewsa vê (pend û şîreta) jorîn weha bihata gotin:(Eger heft bavê wê jî bimirin,ewa stêran jî  nabarîne) di vir de nirîna me,wê  pir cuda bûya.
Dîsan Kurd dibêjin:(Rî bûye bost,lê dijmin ne bûye dost).
Di vir de afrandkarê vê (Pend û şîretê) sûd ji du aliyên rastîn  dîtine,1- Ji aliyekê de;ewî Ji gelek serbûyerên neyênî ku di nav gelê Kurd  de pêk hatine.2- Ji aliyek din de;dijmantî û zordestiyên ku  ji aliyên serdarên  gelên dirawsê de dîtine.
Lê wek em dibînin,ev (pend û şîret) û bi taybetî di demên niha de,ne herdem cîwest e,ewa bi pêşketina tengehên hişên mirovan,gelan û  berjewendiyên her miletekî,yan her civakekê ve  bestaye,ango;dostê duh û pêrar kane îro bibe dijmin û dijminê duh û pêrar jî kane li gor pêşketina asta hişê xwe  û li gor berjewendiyên xwe îro bibe dost û aştîxwaz û di dîroka gelên cîhanê de û di nav gelê me de jî pir nimûne henin ku nirîna me diçespînin,lewra jî divê em rastiya vê (Pend û şîretê) bi awakî rêjeyî û li gor serdema xwe bipejrînin.
Lê piştî ku hemû gelên cîhanê dest bi nivisînên xwe kirin ,çavkaniyên (Pend û şîretan) jî ziwa bûn.
Giringiya (pend û şîretan) di civakê de
------------------------------------------------
Di (Pend û şîretan) de waneyên pir watedar û kêrhatî hene,giringiyên wan di hişyarbûn û perwerdekirina civakan de gelek nirxdar in,zor caran gel dikanin bi riyên gotinên pêşiyan rexnên tuj arastî diyardeyên neyênî bikin û hestên belengazan sercil bikin,wek nimûne:(Zikê têr haya xwe ji zikê birçî nîne) û herwisa jî ew pir caran berevaniya wekheviya jin û mêran jî dike;wek nimûne:(Şêr şêr e ,çi jin e çi mêr e.).
Dîsan hatiye gotin:(Eger tu  ne gor bî,gorê te bixwe).
Di vê gotinê de;em neyêniyê pirtir ji  erêniyê dibînin,ji ber ku;gor ne nîşana qenciyê ye,ew nîşana hêza zordariyê ye.Di vir de,ez dixwazim nimûnek pelandî û jînker bi bîr hûnim;Di sala (1983) an de,ez li Rewanê bûm,ez bi rojnamevankî Kurd re li tirêmbêlekê sîwar bûm,ewî tirêmbêla xwe pir bi lez di nav bajêr de dajot,min yekser bi wî re got:Tu gelek bi lez û ne li gor yasayên ajotinê diçî,ewî yekser bersriva min weha daye min: (Eger tu ne gor bî,gorê te bixwe).Min dîsan li wî vegerand û got:(Xwaziya te bigota,eger tu ne şêr  bî,gorê te bixwe),ewî dîsan li min vegerand û got:Ez çi bikim,eva ji gotinên pêşiyan ye,min dîsan li wî vegerand û got:Ne her gotinek pêşiyan îro jî cihê xwe digre.
(Çavên li deriya ,xwelî li seriya).
Em baş dibînin û têdighînin ku peyvdarê vê (Pend û şîreta) jorîn çiqas jîr û jêhatî ye,ew dixwaze hawîrdora wî jî,ewqas jêhatî be û çavên wan ne li  ber deriyên din bin,divê her kesek bi xwe bixebite û rêveberiya malê xwe bike,ew kesê ku çavên wî herdem li kesên din be,ewê paşê birçî û tazî bimîne, wê xwalî li serê wî be,rûya wê dê reş be,rûmeta wî  jî binpê dibe.
Dîsan tête gotin:(Lingên xwe bi qaserî nivîna xwe dirêj bike!).
Eger em îro dêna xwe baş bidin vê gotinê,dîsan emê çiqas sudê ji wê di warên jînê de bibînin,ango; di vir de pir baş ji me re diyar dibe,ku divê her kesek û her miletek  bi qaserî kanîn û hêza xwe,xwe bilivîne,divê her kesek bi qaserî sermiyana xwe,bazarganiya xwe bike,divê her kesek bi qaserî diravên xwe lêçûnê li mala xwe bike,eger weha nebe,li dewsa ku em çavên xwe  kil bidin, emê wan kor bikin.  
-(Bi destekî çepik nabin).Ango;di vir de zaraxêvker waneyeke pir giranbuha dide gelê xwe û bi wî re dibêje:Kar û xebatên bi hev re nîşana dengvedan û serkevtinê ye,mirovek bi tenha xwe nikane  sûdê li civakê  bike,lê mixabin,berê jî û ta roja îro jî, pir kes  ji vê  penda zêrîn sûd ne girtine.  
-(Wek çiraw e,sîberî  bo  xoyî  û tîşkî bo bêgane ye),(Soranî).
(Mîna çira ye,sersî ji xwe re ye,ronahî ji biyanî re ye),(Kurmancî).
Yanê;ew kesê ku jiyana xwe dike qurbana berjewendiyên gelemper,ew hindik ji bo berjewendiya xwe dixebite,lê ew piraniya dema xwe ji bo armanca hevbeş diterxîne.
Erê çireyên  gelê me pir bûn û hîn jî gelek in,lê mixabin yên ku bi agirên çirayên xwe derdorên xwe mîna pirêzeyan dişewitînin jî hîn pirtir in.

X- Cidabûn di navbera (Pend) û (Şîret) an de.
       ----------------------------------------------------   
Di rastiyê de naverokên şîretan û pendan nêzîkî hev in,lê di gotinên pêşiyan de; hin caran armancên wan ne rasterast têtin aşkerekirin,guhdar yan xwendevan nikane yekser wateyên wan têbighîne,lê em kanin  armanc û mebestên (Pendan) yekser têbighînin.
    ---------------------
x-Li hevçûn(Rasthevî) di navberên (pend û şîretên) kurdî û  yên gelên dirawsê de;wek nimûne:Yên gelê Ereb.
  ------------------------------------------------
 Dîsan di vir de divê em destnîşan bikin jî  ku hin caran naverokên (Pend) û (Şîretên) gelên cîhanê  û nemaze yên gelên dirawsê û taximdar rastî û pêrgî hev tên.Wek nimûne:Kurd dibêjin:
1-(Çavkaniya çema derewan nêzîk e).
1-Lê Ereb dibêjin: -(Werîsa derewçîn kin e).
2- Kurd dibêjin:1-(Agir gula zivistanê ye).
2-Lê Ereb dibêjin:(Agir mêweya(Fêkî) zivistanê ye).
3-Kurd dibêjin:(Carna bêdengî ji axiftinê baştir e).
3-Lê Ereb dibêjin:(Eger axivtin ji zîv e,lê bêdengî ji zêr e).
4-Kurd dibêjin:(Dest desta dişû, lê ew herdû rûçik dişûn).
4-Lê Ereb dibêjin:(Bi destekî çepik nabin).
5-Kurd dibêjin:(Hemû rêk diçin Banê).-Banê:Bajarek li Kurdistana Îranê ye-
5-Lê Ereb dibêjin:(Hemû rêk diçin Roma).
6-Kurd dibêjin:(Dostê derewa nîn e).
6-Lê Ereb dibêjin:(Derew li ser piyan(Lingan) nameşe).
Lê divê em vê rastiya zanistî jî  ji bîra nekin;hin caran (pend û şîretên) gelên cîhanê tersî hev in,em li vir dixwazin tenê nimûnekê berçav bikin.
Kurd dibêjin:(Golikek navê naxirekî xera dike).
Lê zanyarekî bîyanî mîna pendekê  dibêje:Hin dilopên ji ava genî nikanin ava deryayekê genî bikin .
Li dawiyê,em ji buhuşta folklora kurdî gurzek biçûk ji gotinên pêşiyan wek nimûne pêşkeşî xwendevanan dikin.
1-Agir bi darên hûr tê geşkirin.  
2-Agir berda kayê,xwe daye ber bayê.
3-Agir bi êgir nayê vemrandin.
4-Agir xweş e,lê xwelî jê çê dibe.
5-Agir ji dêv dibare.
6-Agir bi loda min ket,xelkê xwe li ber germ kir.
7-Anca ker di bin baran de xewkin .
8-Aqil tacê zêrîn e,lê li serê her kesî nîne.
9-Aqil bihata firotan ,minê ji kerê xwe re jî bikiriya.
10-Aqil ne ji biçûk ye û ne ji mezina ye.
11-Aqilê sivik  û barê giran.
12--Aşê dînan bê av digere.
13-Av di golan de digemire.
14-Ava bin kayê ye,deng jê nayê.
15-Av di cihê teng de deng dide.
16-Av xew dike,dijmin xew nake.
17-Ava xortan berve jor hildikşe.
18-Azepê  mala xwe be,ne axê xelkê be.
19-Agir di dêve da ye,dibêje ez nizanim.
20-Agir  serê min dixwe,tu firîka xwe li ser dikelînî.
19-Bavê bê qîz,çiyayê bê av e.
20-Bavê keçan Sultan e.
21-Bedewa çav  kil kir,dilê xortan kul kir.
22-Bi ling bişimite,bi zimên meşimite.
23-Bila dil li dil be,bila turê parsê li mil be.
24-Bila bûk gêj be,lê ne ziman dirêj be.
25-Dilê tirsonek sîngê gewir nabîne.
26-Bi sebrê qoriq dibe tirî.
27-Bila dil li dil be,bila turê parsê li mil be.
28-Bi deh kêrên ku,tu mîhekê serjênakî.
29-Dev beş e,zik reş e.
30-Dar bi berê xwe ye,mirov bi nanê xwe ye.
31-Dem tê,mera bi yarê diya xwe re dixwe.
32-Derew sêwî ye.
33-Derziyê xelkê dibîne,şûjinê ber yaqê xwe re nabîne.
34-Dev beş e,zik reş e.
35-Dostê te,dijminê te ,zimanê te ye.
36-Dilê tirsonek sîngê gewr nabîne.
37-Dinya lêhatine ,ne jêhatin e.
38-Dê û dotê şer kirin,aqilkêma înan kirin.
39-Çav neynika çavan e.
40-Du dil bi hev re çiya didin ser çiya.
41-Hezar dost hindik e,lê dijminek pir.
42-Hêlînê vê zertikê difroşe.
43-Çawîrê hewşê tehl e.

     xxxxxxxxxxxxxxxxxxxx







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5145