Stêrka Gelawêj
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 21 ÝÈÑÇíÑ 2020
Mijar: Nûçe



Ebdilmecît Þêxo

Carekê tenê tu were!
Bibe mîvan li cem vî dilî!
Li ezmana hiþîn tu çi dikî?
Were bibîne!


Çi di vî dilî de heye
Ew bûye goristana derd û kulan.
Were bibîne!Çi di v î dilî de heye
Were þevekê tenê
 Bi hevalê min be!
Stêran bi min re
Li ser Nêrgiza pakrewan
Li ser kovanên darên
Dilên sêwiyan
Bibarîne!
Tu li wir çi dikî?
Were bibe mîvan
Li cem vî dilî!
bibîne çawa çêlçûkên kotiran
-2-
Lavijan ji te re dixwînin
Tu bi xwedêkî
Tu li wir çi dikî???
Were bibîne !
Çawa masiyên girava Meydankê
Çûkên Basutê
Ji zeviyan re lavijan dixwînin
Ji rewendên bajarê xwe re
Bi kurdî
Erebî
Almanî
Êngilîzî
Rusî
Dilorînin.
Were bibîne!
Tu li wir çi dikî?
Were û dîsan vegere
Lê, te li vir çi  dît
tikaye,tikaye
ji XWEDÊ re jî bêje!
2019








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5137