Çendî Îro Mîna Doh e: Civîna Axayên Serxet û Binxetê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ÝÈÑÇíÑ 2020
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Þevên zivistanê dirêj in.. Þevê din ez jî wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin vegeriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku ji berî 25-30 salî ve, min ew li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl, bi çend kelemêran re kiribûn, dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû, yek kirîvê min Hesenê Mirad (Bavfilleh) bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van hersê rehmetiyan çîroka civîna Axayên Serxet û Binxetê di Sala Kurmancî de, li gundê Bilêqiyê, kêm zêde wiha ji min re gotin:


  Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo kurdîtiyê û alîkariya kurdên çiyayê Araratê dijî Tirkan - Di baweriya min de, ew mezinên kurdan serokên Komeleya Xoybûnê bûn û serhildan ya Ceneral Îhsan Nûrî Paþa bû - Axayên Binxetê û Serxetê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eþîra Bûbilana li gundê Bilêqiyê civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Ew civîn li mala Simê Hesenkê ku ew yek ji axayên eþîra Milan bû, pêk hatibû.
  Ji Axayên ku di wê civînê de beþdar bibûn: Seîd Axayê Deqorî axayê eþîra Deqoryan, Evdiyê Xelo axayê eþîra Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd axayê eþîra Temika, Þakirê Mihê axayê eþîra Koçeka, Ehmedê Silêman axayê eþîra Omeriya (Hingî Ehmedê Silêman ji ber Tirkan revyabû Binxetê li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê axayê eþîra Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan revyabû xwe li gundê Dugirê, malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Hesenê Haco axayê eþîra Hevêrka (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komeleya Xoybûn bû), Silêmanê Ebês axayê eþîra Dorika, Axayê Darê, Axayê Ewêna, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Heremê Þêxo.. û çend navdarên eþîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, kalikê min Ehmedê Evdo û gelekên din..
  Civîna wan li gor biryara Komela Xoybûnê bû ku, herêma xwe ya ku di navbera Nisêbîn û Darê ta bi Mêrdînê jî, ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêþa hikûmeta Tirkiyê tê re derbasî þerqê (Kurdistanê) dibû xera bikin û herdû pirên tirênê li gundê (Çûva) û (Zorava) biherifînin, da ku êdî nema Tirk karibin artêþa xwe derbasî þerqê bikin û di encam de, þer ji ser þervanên Araratê sivik bibe..
  Lê sed mixabin civîn bê encam derket; eþîrtiyê, dubendiyê û berberiya ku di nav wan de hebû rola xwe lîst, nikarîbûn gotinên xwe bikin yek û di encam de civîna wan beravêrî derket.. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin.. Û careke din li hev neciviyan.. Ezbenî! Hûn jî wek min zanin bê di pey re çi çêbû û çi çênebû.. îro mîna doh e. Bi hêvî me çîroka me dubare nebe.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5127