Tirkiyê dewleta terorê ye
Dîrok: ÇáÃËäíä 30 ÓÈÊãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Roja 27.09.2019 li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, Hunermendê Kurd Dodan konsêrtek lidarxistibû, dema ku Dodan xwestiye strana (EY DILBERÊ) bêje, polîsan mikrofon ji destê wî girtine û ji wî re gotine: “Stran bi Kurdî li Êlihê qedexe ye.” Û ne hiþtine ku Dodan strana xwe bi dawî bike.
Roja 24.09.2019 serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di 74emîn civîna Komeleya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî de, xwedê giravî berevaniyê di ber mafê gelê Felestînê de dike û dibêje Cihû sitemkariyê li Erebên Felestînê dikin û dibêje, Israîl bi dagîrkirina erdê Erebên Felestînê dewleta xwe fireh û mezintir dike û daxwaza çareseriyê di navbera Felestîn û Israîl de dike.


Tirkiyê xwe wek dewletek parêzvanên bindestan dide nasîn, lê ew bi xwe dewletek dagîrker, teror û xwînmija mirova ye.
Tevî ku kêþeya di navbera Israîl û Felestîn de çare nebûye, û piroseya çareseriya wê berdewame, herwiha cihê mixabiniyê ku her demekê þerek di navbera wan de derdikeve gelek mirov dibin qurbanî, lê li Israîl ziman û çanda Erebî ne qedexeye û ti carî polîsekî Israîl mikrofon ji destê Erebekî nagire ji ber ku bi Erebî stranek gotiye.
Israîl danpêdanê bi Felestîn dike, lê kêþeya wan li ser sînor e, ka wê heta kîjan deverê sînorê Ereban be û heta kîjan deverê sînorê Israîl be.
Lê Tirkiyê Erdogan û welatê xwe danpêdanê jî bi hebûna Kurdistanê nakin, ji xwe gotina Kurdistanê li Tirkiyê qedexe ye, mafê Kurdan nîne ku bi zimanê xwe fêrbibin, mafê Kurdan nîne ku ol û ayina xwe bi Kurdî bikin, Tirkiyê heta bi navên Kurdî qedexe dike, Tirkiyê nasnavên Kurdî li Bakurê Kurdsitanê nehiþtiye, wate Tirkiyê navê mirovan diguhere bo tirkî, û riftarê wî polîsê ku mikrofon ji destê Dodan girt û nehiþt ku strana Kurdî bêje, riftarê rêjîm û idyolojiya dewleta Tirkiyê ye ku li ser bingeha tinekirina miletên ne tirk û qirkirina wan hatiye avêtin.
Mirov dikare bêje heger welatek li ser çemên xwînê û li ser bingeha terorkirina miletên ne tirk hebe, wê ew welat Tirkiyê be.
Heta ku rêjîm û îdyolojiya dewleta Tirkiyê bi vî þêweyî berdewam bike wê teror ji dinyayê tine nebe, ji ber Tirkiyê dê û bavê terorê ye.
Di vir de ez jî ji Neteweyên Yeybûyî dipirsim, çawa kujerê zarokan, dagîrkerê darên zeytûnê, firoþkarê miletê Sûriyê, dagîrkerê Kurdistanê, nûnerê welatê ku dixwaze bi cînosaydan Kurdan ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdsitanê lê belê li seranserî cîhanê qirbike û derewçînekî mezin dikare li Komeleya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî derfetê werbigre û bi azadî biaxive, cihê yên wek wî gerek di qefesa tometbaran de ba û li pêþiya Komeleya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî bihata hikim kirin, lê mixabin rola Komeleya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî ku kuþtina miletên bindest li ser destê tawanbarên wek Erdogan rewa û asayî bike…mixabin.
30.09.2019z







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5050