Ebdilmecît Þêxo
Vê sibehê tu kenî
Di dîma te de
gulek þiqin da
Min dilopek ji þabûna
çavên xwe
bi ser de rijand.
Di sibeha din de
Li aliyek rûçka te de
Sêvek jî çê bû
Li aliyê din hinarek dikeniya
Ez hîn diponijîm
Eyan ez kîjan aliyê bixwim!!
Lê siba tu dîsan
Li cem min bibe mîvan
Ji bîr meke !
Sêv û henara xwe
nede tu kesî!
Belkî ez siba
herduyan bixwim.