DU KURTE HELBEST
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ãÇíæ 2007
Mijar: Helbest



  Mervanê Keleş.

   ( ! )
BEJNA CIBBA  ŞÊX !!   
Ji bo Maşûqê xiznewî.
PEYVA te ya  li ser vê hewara wê derengiyê wê serdema vê tevliheviyê dawerivîne
Ev rengê tarî ji cibba te wê zingilê elendê  bî
BUHIŞTA ku hûn ne l‏êbin ez naçimê :  ” gotina Şêx li newrozê ”!!!


Zindana ku tu lê bî emê bênê
Zindana ku tu lê bî buhişta me ye
Gava rêbaza te tazabûna armancê ye
Tu bend û sînor î derbasbûna wê, çembera agiryane ye !!!!!!!!!!!!!!
Emê li ROJAVA li benda  rojhilata te bin
Emê li hêviya sîng , dil û dengê te bin
şêxê me :  ” înneme alhqûqû tuxezû bil-qûwwe ” !
Dema cibba te biheje wê stêrkên gulvînyane bibarin
Dema berçvkên te bikevin wê kîna salên cehennemî ji nav rehên cengebaziyan kulîlkan vedin
Em li benda te ne
            ŞÊXÊ ME  !!!!!!!
            MA TÊ BÊ ?????
  ( !! )  
------------

ŞÊX MAŞÛQ KUŞTIN    
                     
HÊVIYEK DIN VEMIRANDIN !
 
Nûçe gihaşt !
careke din hovîtiyê xwe eşkere kir
careke din reşahiyê ji ronahiyê re got divê ez rengê we bim
careke din hêviyek ji hêviyên KURDAN vemirandin

Belê dem hê dema we ye reşreşkên şevê
belê hê dem dema we ye.
belê dîroka rojên bê werê me ye!
belê mirin karê we ye û jiyana me hêvî ye !
 
Di serê we de tenê kuştin heye
di sînga me de bînvedan û gulvedan e
di çavên we de xwîn dikele di çavên me de zarok û nûdem e
di destên we de serjêkirin bi destên me tovên Qamişlokê
 
Tovên ramana Şêx dibişkivin.
 
:::::::::::::::::::::::::::::::::
 
  ( ! )  11 / 5 / 2005   ,  ( !! )    1 / 6 / 2005 . 
   Ingilistan.
  mervan111@hotmail.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=504