Min pirs neman – Dengvedan.. Du Helbest
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ãÇíæ 2007
Mijar: Helbest



  Tengezarê Marînî

Rojan bêy te dibuhurînim,
min têderxist,
rêça ber bi te ve,
bêav e
ez miþt rondik im,


Spas
bi rê ve diçe
hêdî hêdî,
navê wê dizanim
bi navê wê bang dikim.
Ronî
Sîber
Nemukurhatin
Nuxmandin
Kovî
Pêjna bayî dikim,
pêjna dengê te
li pey te
sîber vêdekeve,
xewn xurrû ye
ronî parçe dibe

giya dilive
mêvanê xewnê ye,
fîgur
ahîna rojê
pêjna dengê te
spas.

Duhok,  05.05.07

----------

Dengvedan

Þev,
dibihîzî?
Nuha þev diçe
Li daran xwe dialîne,
straneke bêdeng
þemalk û bayê payîzê
tu dengê þevê dikî?
Di darê de, þev dijî,
destan dihejîne
bêdeng,
þev diqîre,
xewna min dinivîse,
þev têt ji bo biçe,
þev firîna balindeyan tomar dike,
kurte-pista belgan.
Þev digirî,
bêdem,
bêjivan
elenda þîn dilîze,
dar têdigihe,
li xwe mukur nayê,
xewnan dibîne
û di min de þev dijî.
Duhok, 03.05.07








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=503