Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 17 ÃÛÓØÓ 2019
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Ezbenî! Roja îro, tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê.. Û carana pêwîste tu dergehê hewþa xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li bin guhê hev xîne, bîranînên te tev bide û berê pencereyên mala te biguherîne..! Carna jî pêwîste tu bang li bahozê bike da ku, berê asoyê nerînên te biguherîne..!


  Raweste ezbenî! Te aghadar bikim; gelek caran bahoz giring in! Û gelek caran jî pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye ku, careke din gurr bibin.. Carna jî bêdengî, westandin û perîþaniye.. Ma tu ji lavelav û rawestandina di rêzê de ne westiya ye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan û Sultan te nas nake..! Hay û bayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te, gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakþîne.. Bi tenê jêre giringe ku, piþta te lêbe û tu dûrî wî here.. Carna jî kursî ji rûniþtna rûniþtvanan diwestin! Gelo çima kursî nameþin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana.. Bawer nekin ez ê bêhêvî bibim, hêviyên min mezin in. Xweþ bawerim wê kursî biaxifin..! Lê ne bi vî zimanê ku îro em pê diaxifin..
  Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeþe.. Hingî devê xwe bigire, ne bistirê û ne bike hawar, kî bi te dikene, bela bikene.. Lê dema ku tu di bajarê koran re bimeþe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku, diz û keleþ te nebînin.. Ew ên ku di mejiyê te de dimeþin û bi navê te duriþmên ji xwe û te mezintir, ji bo rizgarbûna welat bang dikin.. Pêwîste tu xwe razî bike, ku tu ji wan bawer dikî û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî.. Bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e.. An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdonek û newêrekî.. Bela çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke, bêdeng be da ku serê te neêþe û xew li te neherime..
 Carna tu mêze dikî ku cudahiya me û ereban, tirkan û farisan ziman e û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine, bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiya di navbera siyasiyan de ew lal kirine.. "Hêk ji mirîþkê ye an mirîþk ji hêkê ye" ew heyrandine û milet perîþan dibe, ziman û folklorê me toþî talanê dibe..
 Carna zor e ku mirov bêdeng bimîne, lê ezbenî xwe fêr bike.. Xwe fêrî bêdengiyê bike û ku ji te hat xwestin û tu neçarî axaftinê bû, bi darên mala xwe re biaxife.. ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne. Lê ji min re nebêje were beþdariya bêdengiyê bi min re bike, hez lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim, van gotinên Mîr Celadet Bedirxan bêjim:
 (Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi þûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..) Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmar (1) Beyrût /1943.
 
Qamiþlo, 15/08/2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5026