Mirinek bê pêjin li revendiyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 íæáíæ 2019
Mijar: Nûçe



Bêwar Birahîm

Di hingora berêvarêke kezebşewitî de, li welatekî kezebşewetî, min hewl dida ku ez dastanên mirina dûr binivisînim; ew mirina ku xwediyê xwe dimrîne bê ku wî biêşîne yan nefretê lê bike. Min dixwest ez mirinê di nav agirê vê cenga malwêran de, di bin kavilan de, bimrînim. Di wê êvara tihingerim de, destên min li ber deriyên azmanan vegirtî bûn da asman destan li destên me zêde bike, daku em vî welatî ji agirê vê cengê  xilas bikin. Lê her heft azmanan deriyên xwe bi şingênî di rûyê me de girtin.


Di wê êvarê de, Bengî kurê Celalê Cemîlê Haco destên xwe ji nav destên alîkar kişand û cara dawî  ew dest ji vê jiyanê re hilda,  xatir xwest û çû. Em negihan hev bibînin, em li hêviya rojeke ji wan rojên azadiyê bûn da ku em karibin hev bibînin… li hev rûnin, biaxivin, nerînên xwe bi hev bugherin û ji hev re şirove bikin, em hev rexne bikin û ew Peyva resen û rastiya deqerû ku  em bi hev dan naskirin ji qada giştî re bidin naskirin, û helbet Haco axayê Hevêrkî û gera li rastiya dîroka wî; ew dîroka Kurdîniya resen ku ji qasdî ve diket quncikên tarî de, û di nav tirabêlka jibîrkin û windakirinê de dihate piştguhkirin, beşek giring bû ji wê rastiya ku em bi hev dane naskirin.
Mirina mêrxasan di rojên dijwar de ne normal e. Pênûsa Bengî Haco gelek caran çavsoriya dagerkeran û kakilê rastiyê datanî ser masê ji me re. Lê dûvdirêjkirina vê cengê hişt ku asta têgihiştinê li cem me lawaz bibe. Ev cenga ku mirin kir siheka reş û tarî ji rojên me re.
Di wê êvarê de, min ji xwe re li ser mirna xwe, li ser mirina me; em yên ku di hundur de /saxên mirî mane, min dinivîsand. Lê mirina te Bengî, hişt ku tiliyên min xwe nehişî dirêjî peyvên mîna dilê teyî ronîdayî bikin, da ku karibin mistên ji xaka rewa û qeftên keskesoran bispêrin wî canê teyî ronak ku ji roja roj ve bi vê xakê ve girêdayî bû.
 Nexweştirîn oxir ew oxirên bê hay û bê pêjn in, em ne li benda oxirkirina şahsiwarên xwe bûn, em ne li benda çûna lehengên doza serxwebûna xwe bûn. Bayê mirinê jî bûye gurek li ser kezeba me û li van guran zêde bûye, çavên saxlem dirjîne û yên kul kor dike û yên kor ji nav qelpaxan derdixîne. Ji kenê rêwiyên li xerîbiyê pirsîn tu çiqasî bi kêfî, xêre bavo? Li wan vegerand û got, ev ne kenê kêfê ye, ev kenê mirina bi saxîtî ye. Bengî! qey gunehê te bi Meryem a can û hevjîna te û bi Felek a xuşka te nehat? Qey çavên te ji bendemayina wê xewna teyî xweş westiyan?
Tu ji daxên dagirkeriya xerîbiyê pir westiyabû, te mal li vir ava kir û dîwarên vê male her roj bi te re diaxivî û digot  de vegere… Vegere welatê xwe. Lê agirê cengê rêka vegerê wêran kir û rêka reva ji welat û ji her tiştî hêsan kir.
Xewna te ne şewata welat bû, ne jihevdûrketin û milmilandina di nav miletê me de bû, xewna te ji wisa mezintir bû. Xewna te azadî bû. Xewna ku tu destê xwe dirêjî destên Farhad ê birayê te û apê te, Nûrî û Kamîran ê Mecîdê Haco, Amed, Zegros,  Deysem, Zerdeşt, Ciwan, Goran û Heznî bikra, da ku hûn jî bi vî miletî re ji Xaniqîn ta bi Efrînê rizgar bikin. Te xwe vedizî û bi bêdengî çavên xwe li ser wê xewna xweş girt û çû. Ew xewna ber bi bûnê ve, ku di heman demê de bi hezarên destan dixwazin wê binpê bikin û biperçiqînin.
Vê carê Haco axa li ser kupê girê Dugirê di pêşwazaiya vegera kurê xwe nasekine, kurê wî ku di vê qonaxa zîz û dijwar de ji tevgera Kurdî re bi sed kurî bû, vê carê girê Dugirê gilokên hêsrên revendiyê li ser sênga Rojavayê Kurdistanê naherikîne. Bengiyê hêja, te xwe vedizî û di dilê wê xerîbistana sar û qerisî de xwe nebedî kir. Tu zanî, heke tu hatiba  jî bi destine vala em ê derketibana  pêşwaziya vegera te. Keçên me yên hivdeh salî bûne heftê salî. Xortên ciwan û bengî yan şehîd in, yan di berê şer de ne, yan jî li xerîbtiyê tertûbela bûne. Bûkên ser bixêlî û tilî bi hine di malîbavan de bê berbû, bê zave, bê tilîlî û kilîlin. Ta bi zeviyên genim ji agirê vê cengê nefilitîn! Xwezî me karîba xaka gora te bi qeftine zêrîn ji bejna gulgenimên vê salê ku ji şewatan filitîn xemilandiba!
Em têra temenekî giriyan, û em ê hîn bigirîn. Em nema zanin em ê li ser çi bigirîn û li ser çi negirîn? Em ê li ser kê bigirîn û li ser kê negirîn? Em ê li ser te bigrîn? Em ê li ser xwe bigrîn? li ser qidoşiya xwe, bêşensiya xwe yan li ser wê xewna xweş û xweziya xweş bi welatekî serbixwe û ew xewn nebû, em ê bigirîn? De oxir be dostê peyva resen û rastiya rast… Oxir be… Qey ev jî para me ji jiyanê bû ku me hev nedît berî mirinekê. Belkî li jiyaneke din; xweştir, aramtir, bêdengtir em pêrgî hev bên.

Qamşilo
30.06.19







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5006