Nîzar Yosif û Bêdengiya şevê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 30 íæäíæ 2019
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Gava xwener, lêgervan, rexnegir deqê wêje dixwîne, pê re dide û distîne, li gel wî têkildar dibe, divê rastiyekê ji bîra neke, ew jî ew e, ku ziman tiştik e, û gotin tiştikî din e. Rast e ku ziman amûra gotinê ye, gotin ji zimên peyda dibe, lê ne ziman gotin e, û ne jî gotin ziman e, herdu ji hev cudan e.
Ziman tiştekî gelemper e, ne min, ne te û ne jî wî/wê ew pêk aniye, civakê ew afirandiye, pê re jî ew dibe mal û milkê civakê, ango para her kesekî / kesekê tê de he ye. Lê gotin ne wusa ye, ne gelemper e, ne mal û milkê tevayê civakê ye, belê taybet e, mal û milkê tekekes e.


Zimanê hemî endamên civakê yek e, ziman her tim yekejmar e, lê gotin ne wusa ye, gotin gelejmar e, ziman yek e, gotin pir in. Gotin bi qasî hejmara endamên civakê ye. Vê lomê gotina her kesekê / kesekî ji ya / yê din cuda ye. Ziman awêneya (neynik) civakê ye, lê gotin awêneya tekekes e. Vê lomê ziman di nivîsîsînê de ji babetekê, ta ya din, ji celebekî wêje, ta yê din, ji kesekî ta kesê din, tê guhertin. Ev guhertin ne ji xwe berê peyda dibe, belê xweristiya celebê wêje ( helbest, ҫîrok, roman, şano, gotar ), û şêweyê ponijî û derbirîna wêjevan  wê guhertinê peyda dikin.
Vê lomê, zimanê her celebekî wêje ji zimanê yê din cuda ye, ji ber ku her celebek bi awayekî tê afirandin, her weha zimanê her wêjevanekî ji zimanê yê din cuda ye, ji ber ku her wêjevanekî şêweyê xweser heye, û li ponijiya wî dibane.
Li ber ronahiya van boҫûnên jorîn, dixwazim berhevoka helbestî “ Bêdengiya şevê “ ya Nîzar Yosif bixwînim.
Şev her bê deng e, ango di gotina „ Bêdengiya şevê “ de aferîn nîne, gotineke normal e. Lê gava bûye sernavê berhevokeke helbestî, pêjna hêminiya gotinê, heminya axaftinê, hêminiya şêweyê derbirînê jê difûre, pê re jî xwendevan yekser bi heyama hundirê vê berhevokê hay dibe, ku wê hêdî û hêmin xuya bibe, wê ne qîrîn û hêlehêl be.
Dêmek, ev gotin, ango sernav, bûye awêneya heyama hundirê vê berhevokê, pê re jî normaliya xwe bi şûn de hêştiye, û ji hêmanê pêjnê; pêjna hêminya hundirê berhevokê mişt bûye.
Derbirîna nerm û bê qîrîn Yekemîn rewşa hêminyê ye. Ev diyarde, ji pêşî ta dawiya berhevokê  xuya ye. Bala xwe bide destpêka helbesta yekem, ku bi bangê dest pê kiriye “Welato!! “.
Ev cureyê derbirînê; ango bang, pirê caran dibe nîşana qîrîn û dengê bilind, yanê gava di helbestekê de tê xebitandin, mirov yekser dengê bilind texmîn dike, lê gava derbas hundirê vê helbestê dibe, dengekî zîz û nerm dibihîse:
 “ Welato!!
Em bi gazind in,
 weke firindeyan
 ji nîҫirvanan derevin „ ( rû 5).

Rast e, ku peyvên vî nimûneyê jor bê pêjn in, lê mirov pê hay dibe, ku heyameke zîz û nerm peyda dikin. „ Gazind „ derbirîna bê deng a rewşên melûl û stûxwar in, bandora xwe avêtine ser kefteleftên revê jî, û ew hêmin û bê deng diyar kirine, da nîҫirvan tevgera wan his neke, û wan wenda bike.
Pê re jî helbestvanê me, dîsan bi hêminî tiliya xwe dide ser êşa giran, êşa ku ji salan de miletê me ji ber wê dinale:
Welato!!
Em daxdayî ne.
Kefenên me morkirî ne. (rûpel 6, 7)
 
Ev du xêzên jor terajîdiya gelê Kurd diyar dikin. Dîrokeke tev birîn û xwîn e, gelê me kefen daniye ser milê xwe û di nav gelî û newalên xwînê re berxwe dide, û ber bi hêviyên xwe  yên rengê xwînê standine de, diҫe:
Hêviyên me,
bi deziyên xwînê rengkirî ne. ( rû 7 )

Ev terajîdiya jiyana gelê me ji kûrahiya dîrokê de dest pe bû ye, û ta roja îro berdewam e. Ev rewşa tehl û dijwar di helbesta  „ Daristanên Zeytûnan „ de diyar e. Bi ser de jî ev helbest dûrbînî û pêşbîniya helbestvanê me dide xuyakirin.
Gava mirovê Kurd peyva Zeytûn dibihîse, yekser herêma Ҫiyayê Kurmênc / Efrîn tê ber ҫavên wî; û di sîbera (xeyal) wî de kon vedine. Ev helbest ji sernavê xwe ta dawiyê, bo Efrîn û Zeytûnên wê hatiye lêkirin.
Lê tiştê herî balkêş di vê helbestê de, pêşbîniya helbestvan e. Tu dibêjî qe wî dizanîbû, ku dê ҫi were serê Efrînê, dê cîhan ҫavên xwe li hember bobelata Efrînê damirîne, û dê bi tawanên, ku birîna Efrînê bi ser wê ve ke, qayîl bibe:
Li ber birîndîmenên sirûşta te,
Leke li rûkê dîrok a mafwindakirinê dikevin.
Wijdanên her kesî ji te re razayî ne.
Hemî ҫav di derbarê te de kore dibin.
Şihînên maf ji wekhevî dikevin.  
Derewên bêdengiyê bi beloqî rûdar in. ( rû 17 )

Lehiya zulm û zorê bi ser Efrînê de diherike, xwîn û kuştin û talankirin li Efrînê rûdawên rojane ne, cîhan jî bê deng dimîne, tu dibêjî qey ew di guhên ga de razaye, qirkirina mirovahiyê li kolanên Efrînê û gundewarê wê nabîne. Lê ev tablowa reş û tarî nikanê helbestvanê me bêhêvî bike, nikane hêviyên xebat û rizgariyê biҫelmisîne:
Pê û destên me ji kedê,
di zuhaya axê re zîl dane.( rû 17 )

Ev e, jiyana gelê me, tu dibêjî qey berxwdan û cangorî qedera wî ye, li hember neyaran ji hêz nakeve, û ji dana şehîdan venagere:
Em li ber siha giyanê pakrewanan dijîn.
Ji dilopên xwîna wan,
 mûmên me ronî didin.
Me bi gorîdanê ve perҫûm dikin. ( rû 18 )

Çima evqas cangorî û dana pakrewanan?! Miletên bindest û dagîr bûne, dizanin rêya felatê bi hêsanî natê qelaştin, dizanin ew rê tev bi kelem û stirîn e. Gelê Kurd jî vê yekê baş dizane.
Buhayê jiyana kurdayetî giran e. ( rû 18 )

Ev berhevoka helbestî ji pêşî ta dawiyê êş û azarên gelê me, hêvî û umîdên gelê me, cangorî û berxwedana gelê me diderbirîne. Helbestvan û nivîsevanên me jiyaneke bêtebat dijîn, nikanin rewşa gelê xwe jibîr bikin, û wê paşguh bikin.
 Ji ber vê yekê, ez naxwazim gelekî naveroka van helbestan vekolim, naverokên aferînên helbestvanên me ji jiyana tehl û dijwar a gelê me hatine û tên veqetandin. Naverok li gor boҫûna nivîsevanê serdema Abbasiyan El-Cahiz, li kenarên rêkan belavbûyî ne, her kesek dikare berevke; ango berevkirina naverokan ne aferîn e, lê  derbirîna wan naverokan aferîn e. Vê lomê ezê hewl bidim li aferînê bigerim. Ev cureyê hewldanê dê careke din min vegerîna ba nimûneyê jorîn:
Pê û destên me ji kedê,
di zuhaya axê re zîl dane.

Zîldan nîşana vejînê ye, ne rewş û rengdêra pê û destan e, lê ev rengdêr ji bo pê û destan hatiye wergirtin û xebitandin, ew jî mîna geya zîl didin; ango vedijin, û keda me her tim berdewam û berhemdar e. Bi vî awayî peyvên vî nimûneyê jor wateyên xwe yên ferhengî bi paş xwe de dihêlin, û ber bi  hineke din, ku ne xweristiya wan peyvan in, de dişimitin. Pê re jî tê xuyan, ku ziman ҫawa dibe gotin û derbirîn û aferîn (afrandin).
Şimitandina peyvan di avakirina helbesta pexşane de rola balkêş he ye, asoyê hevokan fireh dike, wateyan ji hev dizeyîne, wek ku tu kevirekî bavêje goleke avê, xelekekê ji ya din dizeyîne, wusa jî şimitandina peyvan xelekên wateyan pir û fireh dike. Nimûneya jor awêne ye vê boҫûnê teqez dike ye. Mirovê Kurd di qada ked û xebatê de naweste, her ku dixebite, û cefayan dikşîne, ewqas jî xort tê xuyan, pê û destên wî zuwa nabin, naҫelmis in, belê di qada zuwa de jî berhemdar in. pê re jî tê xuyan, ku wênkêşiya huner bû ye alava derbirînê di desên  helbestvanê me de. Ev jî rûdaweke helbesta nûjen e, ku xwe bi ser wênekêşiya hunerî de pal dide.
Ev cureyê derbirîna hunerî, di helbesta pexşane de, rê li ber peyvên giran û bi teqil, ku gulman dadigirin, digre, û deriyê avakirina hunerî bo peyvên nerm, ku wek gurtepistan e, vedike, pê re jî hem heyama hundirîn an helbestê nerm dibe, dengên bilind û qêrînan napejirîne, û hem jî rê li pêş hewaldana ҫîrokbêjî dûz dibe, ku bibe alaveke avakirina vî cureyê helbestê:
Hulma jiyanê,
Ji birînên me difûre.
Banga aza,
ji bêdegkirina gewriyên me difire. (Rûpel 125).

Ev nimûneyê jor dide xuyakirin ҫawa hewaldana ҫîrokbêjî erka derbirînê hildaye ser milên xwe, axaftineke normal tê xuyan, lê bi xebitandina wêneyê hunerî hilkişiye tepela aferînê. Birînên me jî wek mirov hulm he ne, hulmê dikêşin û ber didin.
Helbestvanê me di hin helbestên xwe de pendiyar tê xuyan. Pend bi xwe kurtegotineke, ezmûnexekê diderbirîn, û di nav xelkê de belav dibe, dikanê gotin û boҫûnan biҫespîne. Wek vê hevokê, ku mirov dişê wek pendekê jî bixebitîne:
Tarîstan bi ҫend stêran ronî nabe. (Rûpel 84).
Ev gotin wek pendekê tê xuyan, wateya xwe ya normal bi şûn de dihêle, û dibe nîşana xwaziyekê, ku hevgirtin û karkirina komel dikarê armanc û daxwazan pêk bîne. Her weha ev hevoka jêr jî dikare wek pendekê bê xebitandin:
Hilkişandina ҫiyan ve, bi cefa ye. (Rûpel 149).
Weha tê xuyan, ku ev pend dide xuyakirin, ku daxwaz û hêviyên bilind û nirxdar, bê cefayên giran bi dest nakevin.
Lê nizanim haya helbestvanê me ji vê yekê he ye, yan tune ye? Xwerista pendê ew e, ku zimanê wê bê pêjn û yekser e (mubaşer), nikane wateyan ji hev bizeyîne, ҫunkê bi hişê mirov re daxife, ne bi hestên wî re daxife, zimanê li gel hestan daxife, fantazî (xeyalî) ye, vê lomê jî wêneyên hunerî dixebitîne, ji ber ku armanca wî ew e, ku bandorê li hestên xwener bike. Lê zimanê pendan yekser e (mubaşer), ji ber armanca wî bawerkirin e; ango xwener bi naveroka xwe bide bawerkirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5004