Li Kurdistanź werzź agir e
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 07 ķęäķę 2019
Mijar: Nūēe



Idrîs Hiso

Ji Efrîn û Cizîrê ta Kerkûka dagîrkirî, ji destpêka werzê Havînê û demsala çinîna ceh û genim li seranserî Kurdistanê nûçeyên žewitandina zeviyên cotkaran têne bihîztin.
Vê salê ji ber barîna baranek bož xelkê digot em dê pareyekî baž bidest bixin û ziyana salên borî qerebû bikin. Lê diyare wan nizanîbû tižtê ku ezman da wê îsal ji erdê were binax ango binagir kirin.
Bê gûman salane bûyerên agirpêketina zeviyan diqewimin û gelek zevî dibin qurbanî, lê ne bi qasî vê salê ku hîna destpêka werzê Havînê ye.


Çi derbarê van bûyarn tê gotin?
Li Efrînê tê gotin ku çekdarên terorîst ên opozisyona Sûriyê yên ser bi dewleta terorê, Tirkiyê ve, agir bi zevî û daristanên ku nikarin sûdê ji wan wergirin dixin, an jî ew deverên ku hîna kurd lê ne dižewitînin da ku bi yekcarê abûriya kurdan li wê deverê têkbidin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koçbikin û bibin penaber û xelkên ku dixwazin vegerin venegerin an jî bîra vegerê ji serê xwe bavêjin û bê hêvî bibin. Ev bûyer û kiryarên hovane li ber çavê cendirmeyên tirk dibin bêyî ku ti karekî ji bo vemirandina wan agiran bikin.
Ji aliyekî din ve cendirmeyên tirk agir berdidn zeviyên ser sînor li her yek ji Serê Kaniyê û Dêrika Hemko bi mebesta ku tirsê têxin nava cotkarên Kurd û wan ji berhemê keda wan ya bi mehan mehrûm bikin û bêomîdiyê têxin dilê wan û hebûna Kurdan li seranserî Rojavayê Kurdistanê jinavbibin, ev jî qirkirin bi serê xwe ye.
Heger mirov baž bala xwe bide bûyerên ku dibin û bûyerên kužtina xelkê bi xwînek sar ji aliyê cendirmeyên terorîst ên Tirk û žewitandina zeviyên xelkê ku jêdera yekta ya jiyana wan e û gef û kiryarên çekdarên DAIŽê, wê demê wê nasbike çekdarên DAIŽê li Kurdistanê dixwazin armancên siyaseta Tirkiyê ku dixwaze kurdan li seranserî Kurdistanê qir bike bêktîne.
Li Kerkûka dagîrkirî jî bi heman pilanê û ji bo heman armancan zevî û dexlên Kurdan têne žewitandin û Erebên ku bi biryarên stemkar û bi mebesta asîmilasyona deverên Kurdsitanî hatine bi cih kirin daxwaza berhemê keda kurdan dikin an jî gefên žewitandina zeviyan li cotkarên Kurd dikin dikeve xizmeta heman siyaset û plana jinavbirina jêderê derameta Kurdan ku berhemên çendiniyê di nav de serekî ye.
Agirê ku çekdarên DAIŽê, cendirmeyên Tirk, žofîniyên Ereb û xezeba sirûžtê di werzê havînê de ku bi zevî û dežtên welatê min dixin ne besin, vêja em bi xwe jî dixwazin agir berdin bedena hev, aliyek dixwaze berê xwe bide xwînmijên me, û aliyek di xeyalan de ye û dixwaze em û sitemkar û dagîrkerên welatê me bibin dost û bira û aliyên din jî dixwazin bê dilopek xwêdan em bighên mafên xwe.
Havîn ji bo Kurdan werzê genim, zemawend û kêfxwežiyê ye, dijminên hindir û derve dixwazin bikin werzê žînî û xemgîniyê lê ew dê bisernekevin, çinku rehên Kurdan kûr kûr mîna darên zeytûnan xwe berdane dilê axa kurdistanê lewma ew dê nikaribin kokên me ji axa me rakin.
30.5.2019z
Kurdistan24- 06.06.2019







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4995