Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Kongireyê me serkeftî bû û sekretêr ma sekretêr
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 29 ãÇíæ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso
 
Kongir wêstgeha herî girîng û firehe ji bo nirxandina karê her partiyekê, di her kongireyekî de tê pêþbînîkirin ku hin bingeh û rêsayên kar û hin armanc werin guhertin û sazî werin nûkirin an jî zêde kirin li gorî derfet û guhertinên ku têne holê.
Di kongir de her tiþt dikeve ber gotûbêj, rexne û helsengandinê û di encam de pêwîste hevalên ku zor kar kirine û kadirên pêþketî û dilsoz bêhtir pêþvebiçin û erk û berpirsiyaretiyên bêhtir li xwe bigirin an jî were spartin bo wan li gorî armanc û pilanên kar.


Lê rewþa tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne wisa ye, her carekê partiyek dixwaze kongireyê xwe li darbixe, wê beþek ji hevalan cuda bibin û partiyek nû damezirînin, an jî wê tiþtekî berbiçav di partiyê de nayê guhertin, ji xwe nexweþiyek din jî heye û berbiçav e, hin partî kongireya xwe bi salan paþvedixin bi behaneyên pênebawer.
Zêdebarî vê yekê jî wê di daxuyaniyên bidawîbûna kongireyên xwe de- ji xwe daxuyanî tenê bi zimanê Erebî ye- binvîsin, “piþtî rêxistinên partiya me li her yek li Ewropa, Keneda, Amerîka û Herêma Kurdistanê bi serkeftî û þêweyekî demokratîk  konfirasên xwe encam dan û nûnerên xwe bo kongir destnîþan kirin, kongir bi serkeftî hate encam dan û bi dengê hemû hevalan sekreterê me yê berê ma sekretêr….hd”
Mirov heger nizanibe wê bêje hevalên van partiyan li Ewropa, Amerîka, Keneda û Herêma Kurdistanê û welatên dirawsê gihane cihê biryarê û êdî wan xwe gihandine odeyên stendina û dana biryarên wan welatan….!
Bi vî þêweyî kongir bidawî dibe û her kes vedigere mala xwe, û gelek caran jî di dawiya her kongireyekî de wê hejmarek endamên partiyê ku xwedî þiyan in û daxwaza guhertin û nûbûnê dikin dûrî kar bikevin, an jî wê bi hokarên bê bingeh ji kar werin dûrxistin an jî wê hemû þêweyê paþguhkirina daxwazên wan werin bikaranîn ji bo ku fiþar li wan were û ew xwe bi xwe, xwe ji rêxistina partiyê dûrbixin, piþtî ku bêhêvîdibin û basikên wan bi hemû þêweyî werin þikandin.
Piþtî kongir êdî nema girînge çi kar dibe, çi xebat dibe, çi plan heye ji bo avakirina kadirên nû ku karibin bi hemû karan rabin ji bo gihþtin bi armancên ku ji bo wan  xwedê giravî ew partî hatiye avakirin rabin, ji ber a girîng di kongir de sekretêr bimîne sekretêr û çend kesên qezenc wergirtî di cihên xwe de bimînin, û heger egera peydabûna guhertinek rijd peydabû dê helbet pirsgirêkek derkeve û dibe ew partî bibe du partî an jî çend kesekî xwedan bîr û baweriyên cuda li mala xwe rûnên.
Ez dixwazim ji endamên her kongireyî çend pirsan bikim, gelo we ji xwe pirsiye çima saziyên partiyên we nînin, an jî heger bi nav hebin aya çalakin? Heger ev partî nikarin bi þêweyekî ji þêweyan bibin yek çima nikarin hin saziyên girêdayî berjewendiyên bilin ên gel avabikin? Partiya hûn tê de ne çi pilan heye ji bo perwedeyê? Ji bo parastin û pêþxistina zimanê Kurdî? Çi pilan heye jibo tendurûstî, çandin, bazirganî, abûrî û ..hd?
Bi boçûna min, kongir an jî em dikarin bêjin kongireyên bêhtirên partiyên Rojavayê Kursdistanê bi tenê ji bo nûkirina sekretêriyê ye ji bo sekretêr û mana çend kesan di cihên xwe de ku berjewendiyên wan bi vî awayî pêktên.
Gewîlan 23.05.2019
Malpera Kurdistan24 28.05.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4987