Rizgarbûna Êzidîxan girêdayî azadiya tevahî Baþûrî Kurdistan e
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 ãÇÑÓ 2019
Mijar: gotar



Idrîs Hiso

“Serjêkirina 50 jinên êzidî li Baxozê, berdewamiya cînosayda li dijî êzidiyan e”

Li Baxozê dawî wargehê Dewlet û Xîlafeta muslmanên DAIÞê, hat ragihandin ku termê hejmarek jinên Êzidî bê serî hatin dîtin.
Wê dîrok hovîtiya herî mezin di vê serdemê de qet jibîrneke, em dê zarokên xwe jî li ser van bîranînên tahil û bi azar perwerede bikin, çendî em bikin em heyfa xwe ji tawanbarên wisa nastînin.
Jinên kurdên êzidî kirin kole, destdirêjî li ser xwehên me kirin, divê em vê yekê jibîr nekin û tola wê bi hemû rengî bistînin.


Li Baxoz çekdarên DAIÞê ku bi hêvîbûn ji wir biçin behþtê, lê li wan bû dojeh, çekdarên ku nedixwestin li ser destê jinek þervan werin kuþtin, çinku li gorî wan çekdarê ku bi destê jinekê were kuþtin naçe behþtê. Lê bi destê jinan dîl hatin girtin.
Baxoz wê di bîra zarokê dewlet û xîlafeta muslmnan de bimîne sax û di bîra me de jî wê bimîne.
Dewleta Islamê ku hîn jî li hin deveran berdewam e, dê wek dewleta islamê li Baxozê bi serê wê bê.
Baxoza mezin li Tehran û Inqera ye. Baxoza mezin serokê wê ne Bexdadî ye, lê belê Erdogan û Xaminayî ye.
Piþtî kuþtina 50 jinên Êzidî bi ewqas hovîtî û wijdanê neteweyên yekbûyî hîn nehejiyaye û kiryarên terorîstên DAIÞê li dijî kurdên êzidî bi cînosayidê nedaye nasîn.
50 jinên ku bi hovîtî li ser destê DAIÞê hatin kuþtin ne mezintre ji tawanên kirîn û firotina jin û zarokan û wek serdemên koletiyê, û li pêþiya çavê hemû cîhanê, ne mizintire ji kuþtina bi hezaran kesên êzidî û veþartina wan di gorên bikom de.
Þingal û Êzdîxan xabûr û talankirîye, hikûmeta iraqî, Heþda Þeibî û hin hêzên din bazirganiyê bi pirsgirêka êzidiyan dikin.
Ev hemi bi sere êzidiyan ve hatiye û hîn jî hin mirov hene qaþo azadîxwazin, lê dibêjin xema me ne êzidîne, ev kêþeyek iraqî ye, û divê aliyên iraqî wê çareser bikin?!
Cînosayda bi serê kurdên êzidî hatiye guneh û sûcê hemû mirovahiyê ye û divê mirovahî vî gunehî bi çareserkirina pirsa kurdên êzidî ji ser milên xwe rake.
Birînên êzidiyan ne bi serxwebûna kurdistanê be û çareseriya pirsgirêka êzdîxanê û pirsgirêka netewe û ayinên deþta Nînewa di hindirê kurdistanek serbixwe de pêknayê.
Jibilî wê yekê di nerîna min de wê ne êzidî û ne pêkhateyên din ji tirsa cînosayidê rizgarnebin, rizgarî û xelasiya êzidî û pêkhateyên êzdîxanê di serxwebûna Baþûrî Kurdistan de ye, Kurdistan bi sînorên xwe yê dîrokî ji Rebîaa ta bi qontera çiyayê Hemrîn.
Hewlêr 05.03.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4952