Serkirdeyên poz bilind û nezan
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro

Wek herkes dizanê ku Partiyên me hemû bi yek mêtodê hatine avkirin. Her weha  prînsîp û yasayên revebirina kar bi giþtî Liser sîstêmên kevnin. Jiber kû herêma mejî dibin bandora sovyêta berê de demeke gelek dirêj mabû, lewmajî sistêmê hundirî yê partiyan liser binagiha stalînismê û þêwazê diktatôrî ve diçê. Rêberê partîyê fermana her tiþî jiba wîye. Sikretêre, serokê komîta diplomasîye, berpirsê mewdanîy, berpirsê têkiliyê derveye, serokê kongir û konferansa ye, serokê ragihandinê ye, xelkê ji partîyê tavêjê diriya zirtikên xwere, sizayên ne yasayî û ne rêxistinî biwan derdixê û, kes jêre nabêjê wist. Lewma jî her kes razîbûna wî dixwazê. Ev bixwejî kerseteke mezine.


Li dora xwe kesên gêj û nezan û newêrek û tirþikçî kom dikê, jibo berdewamiya desthilatdariya xwe. Kesên pispor û zana û wêrek û kurdperwer dûr dikê jibo ku biazadiya xwe liv û tevgera xwe bikê. Rêberên wisa biryara siyasî jî monopol dikin û destên xwe dideynin liser hemû xelekên desthilatê di nava partîyê de. Ev rêberê siyasî hertiþtî dizanin, zîrekin jibo Qapûta bikirin û lixwe bikin û bêjin em qiyadî ne, lê tenê siyasetê nizanin. Ev bixwejî pirgirêkeke pir mezine.
Ne heyran gelê xwene, tenha heyrana xwe û zilamên xwe û malbata xwe û bercewenda xwe ne. Nakokiyan durist dikin, fitnê û gelacîyê dinava partîyê de xwirt dikin, da ku endamên wan binav hevdû bikevin û doza xwe ya serekî jibîrbikin.
Jialîkî din ve her biryarekê didin ji Aristo zêdetir lê difikirin,Qirka wan ji ya Zerafê dirêjtir dibê, jibo ku 100/100 zanibin gelo wê liser kesayetiya wan metirsîyê durist bikê yan na. Heya wan ji milet tune, milet talan dibê mala wî wêran dibê, tê revandin, tê kuþtin, nan tune bixwê, av tune vexwê, namûs û kerameta wî binpê dibê, welat dubare dagîr bibê, ev hemû nexema jiwanre. Tenê berîka wan dagirtî dolarbê û jixwere li geryan û seyran bin û zikê wan têr be û zarokên wan lizankoyan bin, û zarokên feqîr û hejaran lisengeran bin.  Ev þêwazê kar yek ji xirabtirîn  Nimûneyê fesada siyasî ye di rêberayetiyê de, wek nexweþiya penceþêre di canê mirovan de ta wan dikujê.
Rêberên wisa kesan jixwere bipera dikirin jibo berevaniyê diber wande bikin li medyayê, li kolanan û simînaran.  Di behweriya min de pêwistiya me bi aqilekî nû heye, jiber ku aqilê ku ev pirsgirêk durist kirîye nikarê û naxwazê çareserîyê peyda bikê. Êdî bese divê kû herkes vê rastîyê bipecirênê û serî hildê beramberî diktatorên siyasî. Di siyasetê de dibêjin ku te pirsgirêk naskir divê tu çaresriya wêjî peyda bike.
Nifþekî taze ji keç û xortên pispor û hiþmend û xwedan zanist û wêrek ji siyasetmedar û yasanas û civaknas û abûrnas û diplomatkaran dikarê dermanê vê nexweþîyê be. Her yek ligor teybetmendiya karê xwe kar bikê liser bingiha NAN BIDE NANBIRÊJ, BERE NÊVÎ BIÞEWTÎNÊ.
Oslo 06.02.2019 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4945