Elî Cefer bizavvanê di derya mirî de melevanî kirî!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 íäÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif

Cefaya lêgervan Elî Cefer di lêkolîna xwe de kêþandî, di ber komeleyên xwendekarên kurd li Europa de, bizavek bê hempa ye. Ji kêmaya kesên heta îroj jiyan dikin,û belavbûna wan liban,li çarparçeyên kurdistana di bin merc û pencên dakirkiran de, û kesên li dervê welêt li cîhanê jî belavbûyîn bê nîþan mayîn.
Lêgervanê me di çûn û hatinên xwe de,di navbra van welatan de, li pêþ gelek astengiyan, û pêþberî gelek dîwaran rast hatiye, carcaran bê hîvî maye,û dest vala vegeraye mala xwe. Lê ji ber giringiya vê lêkolînê, û pêwîstiya wê, ji civaka kurd û sibe rojê re,careke din hêz daye xwe, û çelteyê xwe avêtiye milê xwe,û ketiye rêwîtiyê ji bûna liqat.


Elî Cefer giringiyê dide belgekirinê,ji ber ku ev yeke berhemên afirandî û agahiyên serdemekê di parêze,lewma bizavek zor û xebatek mezin di vê rê de dike.
Belavbûna verêjên rojnameyên kurdî( Dengê kurdistan),bi taybet yên komeleyên xwendekaran li Europa,hiþt nivîskar Elî Cefer bibe weko rêwiyekê di vê rêya bi kelem û bi kaþ û kendal de, ta ku çirîskek ronî ji wê rê re bibîne( jêder û kesênên wan komeleyan)û bigihe agehdariyan.
Nivîskar pirsek zêrîn û giring datîne meydanê, gelo çima ronakbîrên kurd kovara ( Hawar)ê dibînin,destpêka nivîsa tîpên latînî? Di de xweyakirin ku rojnameya (Dengê kurdisatn) 1945an,ew sêyemîn rojnameya kurdiye piþtî rojnameya (kurdistan) di 22.Nisana 1898ê li Qahirê-Misr. Rojnameya duyem ( Riya Taze - Ria Teze) di 01.04 1930ê li Yêrîvan-Ermenistanê,ew destpêka nivîsa kurdiye bi tîpên latîn, gereke nivîskar û lêgervan bi vê yekê serwext û agehdar bin.
Lêgervan Elî Cefer di vê pirtûka xwe de, beþê sêyemîn (Dengê Kurdistan) de, birhê dide naverokên wan her pênc hêjimaran,û hinek ji wan weko heyî kopî dikiriye û di pirtûkê de weþandiye.
Bi derbasbûna demê re, jêder kevnar bûne, û ne zelaliyê rûpelan,radibe careke din bi tîpên zimanê Frensî wan dinivîse.
Cefa û zehmetkêþiyên herdu lehingên kurd Dr.Noredîn Zaza û Pr.Esmet Þerîf Wanlî,û gelek gotarên wan yên dibin navên lexem de di kovarê de weþandin zelel dike. Hêja ye em pêjin hêjimarên (Dengê kurdistan) û nivîsvanan di kinarên ramanên çepîtiyê de bûn. Dengê kurdistan ew ji encama hulma azadiya ku xwendekaran li welatên europa standiye,bûye dengê jan û xemên netewî,û hejariyên bab û babpîran.
Nivîskar Elî Cefer, çalakiyên komeleya kurd li Europa, ji me re di de nîþan, mehrecana duyem (Yekîtiya Gêncên Demoqratên Cîhanê) û ( Yekîtiya Xwendevanên Cîhanê) li Hingaristanê, û peywendiyên wan bi gelek hêzên aþîtîxwazên cîhanê û komeleyên xwendekarên biyan re diyar dike.
Hêja ye em bêjin,wan komeleyan ,bi wan derfetên kiçik û hêjimarên zanistên xwe yên kêm,û tengaviya mercên wê demê ve,û gefên estixbaratên welatên dagîrkirên kurdistanê, karîn van tiþtan bi dest ve bînin.
Ev keda lêgervanê me,di merc û derfetên teng de,bûye weke melevanê di derya mirî de,xwe noq kirî , da ku Dir û Mirariyan ji me re berhev bike. Ew cihê rêzê û rometê ye.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4923