Dîroka ALA KURDISTANÊ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ÏíÓãÈÑ 2018
Mijar:



Ednan Beşîr

Her Sal di 17`ê çileyê pêşiyê de, Gelê me li seranserî kurdistanê, vê rojê wek "Roja Ala rengîn" libîr tîne, çimkî ev Al bûye nirxeke pîroz û sembula gelê kurdistanê ye li welêt û li seranserî cîhanê, bi hemû ol û netewên xwe ve, nemaze piştî bi fermî hat hildan li herêma başûrê kurdistanê piştî beryar û gotina Serok Masud Barzanî: Ez dibin seha vê alê de jidayik bûme û ezê di bin  siha wê de jî bimrim), wek amajeyek li serdemê komara kurdistanê li Mehebadê di sala 1946`an de.


Rengên Alê
Çar rengên Alê hene
- Sor nîşana xwîna pakrewanê kurdistanê ye, yên bi xwîna xwe Dara azadiyê Avdayîn, bi armanca serxwebûna kurdistanê.
- Sipî nîşana aştiyê ye,
- Kesk, nîşana surişt û xweşî û xwezaya kurdistanê ye,
- Roj: nîşana ronahî û ol û bîr û baweriyên kurdî yên bi hezarên sala ye mîna Mêdî û Mîtrayî û rojperist û zerdeştî û Êzêdiyan...hd.
Hêjayî gotinê ye ku tîşkên rojê ji aliyê Herêma kurdistanê ji 18 tîşkan xistin 21 tîşk ji bo wateya Newrozê bide 21 adarê, û tevî ku berya vê alê hin nîşan û alên din ji hêla dewlet û Mîrekên kurdan ve hatibûn bikaranîn, çi yên kevin û dêrîn mîna: (Mîtanî û Hûrî û Mîdiyan) û yên li çend sed salên borî mîna "şedadî, Dostikî, soranî, Erdelanî, Badînî ,bederxaniyan".

Destpêka hildana Ala kurdistanê:
 Li roja 17`ê çileyê pêşiyê, 99 Sal li ser danîna Alê re derbas dibin, ku di sala 1919`an de ji hêla komela civakî ya kurdî ya bi serokatiya Mistefa Başa Yamolkî, Xelîl Ramî Bederxan ,Kemal fewzî, Mewlan Zade li Stenbolê bo yekem car hatibû hildan û heman roj bû roja Ala kurdistanê, herwisa ku serokê wê rêzdar Mistefa Yamlokê wek wezîr beşdar bû di hikûmeta Şêx Mehmûdê Hefîd de, herwisa wek sernivîser û berpirsê Rojnama (Elenda kurdistan -فجركردستان ).

- di sala 1920 de komela (تعالي ) ya kurdî bi fermî pesend kir
-  Rêxistina Xwîbûn ya dixebitî ji bo doza serxwebûna kurdistanê, Al bi fermî wek ala kurdistanê pejirand.

- li ser destê Ceneral Ehsan Nûrî  başa rêberê şoreşa Agirî li ser çiyayê Ararat di sala 1927 de hat bilindkirin
- Li sala 1928`an hate li ser qapê Pirtûka (Seureya bederxanثريا بدرخان ) hate çapkirin, ku Seureya yek ji serkirdeyê xwîbûnê bû.
- li Sala 1932`an, di hijmara (9) ya ya kovara hawarê de hate çapkirin, û helebestek ji aliyê D.Kamîran Bederxan li ser hat nivîsandin, herweha Mîr celadet jî helbestek wisa li ser nivîsand bû.

- Al ji aliyê yekemîn (Rêxistina ciwanên kurd li Amûdê) di sala 1930 de bi serperiştiya Mihemed Elî Şiwêş û Cegerxwîn hat hildan
- û di sala 1936 de Osman sebrî helbestek derbarê Alê  belav kir.
-komara Mihebad di sala 1946 de di bin sîbera vê Alê de li piştî hin guhertinan piçûk hat demezrandin, ku li dora Rojê du simbilên genim danî bûn, û li pişt wan çîya û darek çiyayî, û li hawîr wê bi nivîsa dewleta komara Mehabad hatibû xemlandin.
Û dema komar hate rûxandin li gor pêlanek gemar ?! Pêşewa qadî Mehemed Ala radestî seyidayê Berzanî nemir kir û gotiyê Ez vê Alê dispêrim we ji ber baweriya min bi we tê ji her kesî din bêhtir?! ku heman Al ji aliyê Serok Masûd Berzanî bi wefaderiyeke mezin li herêma başûr bi fermî hat pejirandin, û ji ber van sedeman ku Ala kurdistanê ne tenê paçikeke yan pelek rengîne ji Çar reng û Rojeke zêrîn.
Belê nîşana jiyanek Azad e di bîr û raman û derûnê me de, û nîşana taybetî û ciyawaziya me ji miletên din e.
Tê wateya girêdana me bi xaka welat ve, ev Ala her berz û bilind be, ku dide xuyakirin ji her kesî re ku kurd li ser xaka xwe dijîn.
Ew xaka bêhtir ji 410,000 KM du goş e, li tirkiya 195000 km dugoşe, li Îranê 135000 KM dugoşe, li sûrye 18000KM, û li cihê kurdistana sor 9000k.m dugoş e.
tevî dagerkirina wê ji Pênc dewletan ve . Lê bi rastî ya xweve yek xake, Yek milete, yek vîn û çand û yek kultor e.
Dema Milet li her derî û herêma kurdistanê Şanaziyê, bi vê Alê dike .
Ev yek dide xwiyakirin ku miletê me xudan viyanek bi hêz e ku serxwebûna welatê xwe û berdewamiya kar û xebatê ye, ji bu avakirina kurdistanek serbixwe û demokrat dixebite. Bîranîna roja Alê, bîranîna xwîna pakrewana ye  bi sedê salan.
Û girêdana bi xaka welat ve. ji ber ev Al sembola hêvî û canfidaya gelê me ye ,Ala omîd û armancên meye û bi hêzkirina yek rêziya Hêz û xebatkarên kurd e û nêrînek zelal ji Ayinde û pêşeroja me re .
Lewra ji me tê xwestin her yek li gor karîna xwe haj xwe û Malbata xwe hebe, nexasima li derveyî welat guhdanê bidin zimanê kurdî û rewiştê kurdî yê resen, hevdû bigrin û taybetmendiya revenda kurdî li welatên diasporayê biparêzin bi hemû awayan ji ber ev al bûye nasnama heza kurdan bo azadiyê û dewletbûnê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4904