Serok Barzanî zilamê serdemê ye
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÏíÓãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro

Kurê nemir Mistefa Barzanî, bavê netewa kurd, hilgirê doza xak û niþtiman, canfidayê riya azadîyê, riya þêr û þepalan, Hosta û endazyarê rêferandomê, parêzerê mafê rewayî çarenûs jibo gelê kurd li kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî rêberekî têgihiþtîye û hekîm û zanaye, wêrek û azaye pêþmergeye û canfidaye.
Birastî wefadare jibo rêbaza pîroz, rêbaza kurdayetî ya hostayê mezin Nemir mistefa Barzanî. Ji zarokiya xwede dinav þoreþ û serhildana de mezinbûye, û yek rojê jî ranewestaye ji kar û xebat û çalakiyan. Kula dilê wî ewe kû miletê kurd wek hemû miletê cîhanê bibê xwedan dewlet, û biazadî û rûmet liser xaka xwe ya dîrokî bijî.


 Hisreta dilê wî ewe kû wesîyeta Pêþewa Qazî mihemed bicih bînê, dema ku pêþewa Qazî alaya Kurdistanê da destê Barzanîyê nimir û jêre got , ev ala amanetê teye.
Serok Barzanî xwedan biryare û dûrmeyzêne. Me dît çawa rojhilat û rojava û hemû zilhêzên cîhanê dijî biryara rêferandomê rawestiyan, lê serok jibiryara xwe nehate xwar û cihbicih kir.
Encama rêferandomê bû bilgeyek dîrokî û cihanî bihêz dinav destê gelê kurd de li baþûrê Kurdistanê.
Serok mesûd rêkxirê nav mala kurde, li herçar parçên Kurdistanê. Netenê li Kurdistanê, herweha liser asta Iraqê jî ew wek garantorê aramî û aþtîyê ye. Hemû dewletên rojhilata navîn wî wek çiyakî liber çavên xwe dibînin. Li rojên þer de li dijî dijmin û teroristan ew tim lisengerê pêþ bû, û tim dibêjê: Xwedê ez dibin sêbera ala Kurdistan de dame, û diher deqîqeyekê de jî ez amademe dibin sêbera vê ala pîroz de canê xwe fida bikim.
Di al û gorên gêma siyasî û diplomasî de þehrezaye, hekîme, Karîzmeye. Ez dibînim ku ew wek Corc Washington û Oto von Bismark û Nilson mandêla û nehroyî Hindî ye jibo gelê xwe. Ew hilgirê rêbaza mela mistefayê Barzanîye, rêbaza þêr û þepalan û nemiran, rêbaza wefadaran û  mandî nenasan.
Lewma jî ez wî wek zilamê serdemê binav dikim. Zilamê serdema çerxa bistan. Nejiber kû ez ji deng û rengê wî hesdikim, wek ku hinek ziman çort dibêjin. Bere ew zanibin ku ez mirîdiyê jikesî qebûl nakim, jiber kû serok bixwejî mirîdiê qebûl nakê, lê ez rastîye dibêjim li gor behweriya xwe. Birastî her kesekî xwedan demîr û wijdanbê, pêwiste vê rastîyê bipecirêne.
Fredrikstad 09.12.2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4902