ÊBABELK VEYRÛSÊ ZIYANKARIN...
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ÃßÊæÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Mehfûzê mele silêman
 
 Gelek ēbabelek di çivaka me ya kurdî de hene, bi navê welarparêziyê û bi kirasê zîrekiyê dikevin nav kom û dezgehên rewþenbîran, nivîskaran, ragihêneran, hunermendan, partîgiran û hemî nifþ û cûrê kargîr û çalakan.
  
Tabûrek ji rêber û piþtgirên nehan alîkariya wan dikin, rê ji wan re vedikin û wan pêþ de didin, çi di civatan de, çi di ragihandinê de.


 Karekî pir xerab û bi ziyan dikin, qelewaziyan dikin, gelaciyê, tevlîheviyê, nakokiyê belavbikin, derew û bêbextiyan dikin, kesan ji kardixin, partiyan parçe dikin, milet þaþ û bêhêvî dikin, mirovan û cilên wan berahevdidin, mala gelekan xeradikin. 

 Bê tirs û bê fedî daxivin û digerin, xwedî pere û tirmbêl in, pê hin dilpakan, kêmmêjiyan, çavbirçiyan û doxînsistan diþemitînim û dixapînin, û biwan pîlan û amancên xwe pêktînin.
    
 Niyaz û þopa wan nepaqij e, mîza wan nezelal e, pir pîsin û bi tegerin bi liv û peyva xwe.
    
 Ēbabelek xwe pir þareza û bîrewer dibînin, xwe weke þîretdar û þirovekaran dinasin, mixabin hin ji wan bawerdikin, nemaze di warên biyan û veþartî de (deverê ku kes wan nasnekin).
   
 Ēbabelek kesin nexweþin, yan xwefiroþin, yan sincî, þêwaz û perwereda wan çewt e, yan ew pîþ û erkê wane , da ku karê kirêt û bêmirês bikin.
   
 Ez bi xwe bi gelekan kî wan nasdikin, qurban û ziyanên wan dizanim, û her dem û caran ez wan di gotar û civatan de binavdikim, û gelekî dî jî wekû min bi wan haydarin, lê mixabin hin ji sêwelek, dûvelank û sîxweran wan hembêzdikim, nahêlin tazî û rûreþ bibin û bêne qewitandin û cudakirin ji nav kesên rast û bi rûmet.
    
 Dibe hin bipirsin : ev kî ne? Ev ji kû ne?
Bersiva min ji wan re ewe : hinî hiþyarbin, çavê xwe belkin, piçekî bipûjinin, ji dilovaniya xwederkevin û li dîrok, tevger û rewþa wan sehkin, winê wan nasbikin û xwe ji wan dûrbikin.
   
 Rewþên Ēbabelekan evin: ziman dirêjin, bêfihêtin, natirsin, li her dever û civatan digerin, pir diþtexilin, bi gelek reng û helwesta ne, her roj li alîkî ne û li cikî ne, ew bi xwe jî nizanin çi dixwazin, heme divin xuyabin û bi kesên navdêr, têr û deshilatdar re bixun, vexun û bigerin, û xelk çêra wan bike, û derkevin ser telvizyona û þanowa baxivin.
   
 Ēbabelek veyrûsin û gotinê wan jehrin, civata kurdî ji hevdixin, tevgerê siyasî û rewþenbîrî tar û mar dikin, gereke û pêwîst e bêne jêkirin û avêtin ji nav laþê kurdî.
Qamiþlo.8.10.2018






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4875