Dr. Nûreddîn Zaza (Pêþmergeyê ku berî 30 salî li Lozan ji hespê xwe peya bû!)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÃßÊæÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Bi helkeftina ku roja 07/10/2018`an de, (30) sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, bi min xweþ e ku em wî bibîr bînin.. Têkoþîniya wî, ked û xebata wî ji zarokên xwe re bibêjin û þanî wan bidin.. Ez wî wek pêþmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me, ew mafê wî, yê ku ji me kurdan tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baþ bi nifþê nû nedaye naskirin..!
  Berî ku navê pêþmerge di nav kurdan de belav û deng vede, wî pêþmergetiya bajaran dikir.. Pêþmergetî ne tenê bi hilgirtina tevingê û þerê çekdariyê ye, pêþmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin, bilindkirin û pêþketina navê Kurd û Kurdistanê de ye..


 Di vî warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî Beg re dibînim. Ew sêyemîn pêþmegeyê Kurd e ku li Ewropa xebat û bizavek ji dil û can di ber gelê xwe de kiriye.. Di sala 1957`an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn sekretêrê bû. Digel ku ew ji pêþengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Tevî tiþtên xerab yên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîma Sûriyê, negot ez poþman im..
  Dr. Nûreddîn ZAZA di serê salên 1950`î de (Destana Memê Alan) ji nû ve çap kiriye û pêþgotinek dirêj û bedew di pêþiya wê de, di bin naznavê xwe (Çîroknivîs) de nivîsandiye.. Û di rûpelê pêþî de berê xwe daye kurdan û gotiye:
(Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin).


 

 

  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêþkêþ dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn Zaza re ditewînim.. Nexasim ku wê ew jibîr nekiriye û bi vê helkeftinê reklemên bîranîna 30 saliya koçkirina wî þandiye rojnameya herî bi nav û deng LE MONDE û LE TEMPS û îro 6. Octoberê (6/10/2018), di wan de belav bûye. Giyanê Dr. Nûreddîn Zaza þad be, serê gelê Kurd sax be. Sibe em ê 30 saliya oxirkirina wî li ser gora Seydayê Cegerxwîn bibîr bînin.
Qamiþlo, 06/10/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4874