Behar lêde
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 ÓÈÊãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Gurgan ELHAC

Behar lêde Behar lêde
Dilê xemgîn keser pê de
Bi tîr lêde bi dar lêde
Bibê nanik tenûrê de


***
Behar lêde Behar lêde
Biþewtî dil di dûjê de
Evîna wî li ber bê de
Bixiþqî wî di erdê de
Bigindrî di Kelhê de
***
Behar lêde Behar lêde
Rawestî wî di heddê de
Esîr bik wî di sîngê de
Dilopek xwîn nemîn têde
Bibê ibret di Wanê de
***
Behar lêde Behar lêde
Bi nazî wî bi hêl þeyda
Rehet carek nebê peyda
Bi bend û rist bike qeyda
Veþêr rû piþta perdê de
***
Behar lêde Behar lêde
Pel û xame bi zor pê de
Bi rayê wî mühür lê de
Bidê Peyman di sozê de
Herê dûrî riya t tê de
***
Behar lêde Behar lêde
Hewarê bik li têlê de
Dilê jar bikne teknê de
Ji xaça Axtamarê de
Herê kûr jêr di Golê de


Behar navê suxteyk e çeleng e ji bajarê Wanê
Gol û Kelih yên Wanê ne
Axtamar Dêrek e kevn e nîvê gola Wanê de
Dîlok:23.08.2015


 

 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4863