Lîlav di jiyana helbestvanekî de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íæäíæ 2018
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî
...Diyarî Dildar ê Aştî di şûna dilxweşîyeke dereng ...

Deng û basê nameya qederê
Rûçikê xwey zikreş û bi kîn di ramanê te de
Weke xewneke jyan kuj hişt...
Dîmenê jiyanê li pêşberî te,
reş reng kir û livandina xameya te di cih de
gem û lal ma!?


Lîlav weke rîhaneke bihnûk hîna ji mêjve
di pencera xanîyê xwey axî de,
Bi rojane te av dida
Û li ser hilma bîna wê a rewan
Tû dijiya
Di temenê xwey zarokane,
Li besta Navkur û çirkîn ê
bi xalxalok û giyakê sêvan re,
û bazdana li pey şopa sawîrê hêvîyên şêrîn,
We di lîst ...lîstika ..çav girtînk ê û a yadê yabo Xezalê..
bi hevre hûn mezin dibûn?
Bawerî yê bi wê nama derewîn neyne?
Ji xewna çep û rat ê xilmaşiya xwe rizgar bibe?
Lîlav di buhişteke bi gul û endekû,
Tabloyeke zindî ye
Û firişt şûnpêyên wê di şopînin....
Were da em li goristana pakrewanan,
Şemalekê jê re vêxin?
Û nasnemeya dergehê buhişta wê
Belû bikin...

Lişbona,  Portugal 2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4822