Ji Evîna Rojên Kevin: Ronahiya Þevên Beriya Mêrdînê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 19 íæäíæ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Min xwe di maleke kurdî û civateke gundî ya orjînal de li Beriya Mêrdînê dît. Malek, guhdana wê bi çandiniyê û xwedîkirina pez û dewaran hebû. Digel ku piraniya gundiyan ji bestên derdorî gund dixebitîn..
  Li ber ronahiya çirayê, fanosê, lempê (Lumba) û lûksê (Luxe Lighting) mezin bûme.. Min xwedîkirina pez û dewaran, mirîþk û elokan baþ dîtiye.. Di biharan de, gelek caran bi þivan re, min pez derxistiye þevînê û çûme ber karik û berxikan.. Min bi zarokên nifþê xwe re, li ber tava heyvê di navtara gund û ser bênderan de bi hitkê dilîstiye.. Þeva ku heyv neba, dinya tarî ba em li ser bênderan dibûn komik û me li asman û stêran mêze dikir.. Hingî çendî stêr di asman de pir bûn û bi ronahî diçirisandin.. Ji niha bêtir bi ronahî bûn!


  Mebesta min ne ev e, mebesta min ku ez ronahiya þevên xelkê Beriya Mêrdînê, di wî heyamê zaroktiya xwe de bînim ziman. Di wî heyamî de, li ber çi ronahiyan þevên xwe derbas dikirin? Ew heyamî ku elektrîk nebû. Alavên ronahiya malan Çira, Fanos, Lempe û Lûks bûn.
  Çira ji bo ronîkirina axurê pez û dewara bû. Refika çirayê hebû, li ser dihat danîn. Fanos ji bo pêþxwedîtina ku yek bi þev ji mala xwe here maleke din an li ber ronahiya wê here nav axurê pez û dewarên xwe. Fanos bi destê xwe hildigirt da ku pêþ xwe bibîne.. Fanosa melayê gund tê bîra min, dema ku bi þev dihat mala me, fanosa xwe li piþt derî datanî.. Fanos bi destan dihat hilgirtin û dihat daliqandin jî.. Lempe taybet ji bo ronahiya hundirê malê û oda mêvana bû. Lempe, bi dîwaran ve dihat daliqandin. Lûks taybet ji bo oda mêvana ya mezin bû, havînan jî li ser dika odê dihat daliqandin, zilam li dor rûdiniþtin. Lûksa her kesî di gund de nebû, bi tenê lûksa yên halxweþ û hempayên gund hebû.
  Her êvar, berî ku rok here ava, diya min an jineke malê þûþê lempê diþûþt, paqij dikir û kodika wê tije donê gazê dikir.. Amade dikir ji vêxistina þevê re.. Lempe di ser hev re hebûn; du nemro, sê nemro û çar nemro. Kebaniya malê li gor þûþê lempê kirasek bi tentena didrût û bi tayên rengîn dineqiþand, bi roj ew kiras li þûþê lempê dikir, dîmenekî xweþik dida hundir.. Û wek mamik an þertok me zarokan davêt ber hev: "Bi þev bûk e, bi roj pepûk e". Çi ye?
Ev her çar alavên ronahiyê bi donê gazê vêdiketin. Belê sebaretî vêxistina lûksê, divîbû hin spîrtoyê (Spirit) berdin kodika wê, da ku kîsikê lûksê baþ biþewite û sor bibe, ji nû bi trampa wê dihat pif didan û vêxstin.. Gelek caran kîsikê wê diperpitî, divîbû kîsekî nû jê re bê danîn. Eger kîs neba wê þêvê civat bê ronahî dima.. Ta ku a dinî rojê bavê min biçûya Qamiþlokê kîsên nû anîbana..
  Havînan dema ku zilam li ser dika odê, ya ku ji erdê baþ bilind bû, li ber ronahiya lûksê li hev diciviyan, ronahiya lûksên gundê Sada, Bilêqiyê, Tilkêfê û Gundik ji wan ve xuya dikir, ku þewqa lûksa gundekî ji wan gundan nehata dîtin, ji hev re digotin; xuya ye îþev lûksa Sadayan an Bilêqiyan xerabûye.. Û di nav re zilaman ji hev re digot; "Þeva reþ keleha mêra ye" An digotin; "Ku tu diz bî sêvên reþ pirin" an "Þeva reþ ji êvar ve reþ e".
  Dibêjin berî ku çira, fanos û lempe berdest bibin, mûm û find hebûn. Xelkên Beriya Mêrdînê mûm ji þimayê û find ji dohnê sewalan çêdikirin..
  Rewþa gundê me wiha ma ta ku di sala 1979''''''''an de elektirîk hat gund û çira, fanos, lempe û lûks man ji bîranînan re.

Qamiþlo 18/06/2018  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4819