Pênûs û sosyal medyaya Kurdan birçiyê zimanê Kurdî ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe



Siyamend Birîm

Ligel ku þerê li Sûriyê ku ketiye sala xwe heþtemîn û qedexeya li ser zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek berê nemaya. Her wiha Kurdên me yên ji ber sedemên cuda, berên xwe dane çi Baþûrê Kurdistanê, yan Tirkiye û Ewropayê jî bi heman awayî azadiyeke mezin li ber destên wan çê bûye ku li zimanê Kurdî xwedî dekevin û bi zimanê Kurdî berhemên wek helbest, roman û gotaran binivîsin. Ji aliyekî din ve, sosyal medya her çend e guhartineke mezin di cîhanê de çêkiribe û li ber destê her kesî ye jî, lê hîna bikaranîna zimanê Kurdî di nivîsandinê de para xwe di berhemên wêjeyî û sosyal medyayê de wek tê xwastin nebiriye.


Dema mirov bi awayekî giþtî li rewþa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dinêre, li ser asta peyvîn û axaftinê ta asteke bilind û baþ de ye, li hemû herêmên Kurdî li mal, kolan û bazaran Kurdên me bi zimanê Kurdî diaxivin û danûstandinê dikin. Ev jî bi saya dê û bavên me ne, ku ev ziman parastiye û ji nifþekî bo neþekî din veguhastiye. Ji destpêka têkoþîna gelê Kurd a ji bav û kalan ve tê zanîn, siyasetên piþaftinê li ser vî gelî hatine û tên spandin. Digel van siyasetên ku naverok her tim yek bûye, her çend e li gorî dem û dewranan qalik guherantine jî, gelê Kurd bizav kiriye zimanê xwe ji ber bayê piþaftinê biparêze.  

Berûvajî vê yekê, dema em li rewþa zimên a nivîsandin û xwedinê dinêrin, mixabin nivîsandin û xwedina bi zimanê Kurdî di asteke pir nizim de ye. Tabî gelek sedem û bihane ji bo vê yekê hene, piraniya wan jî vedigerin sedemên siyasî, ji qedexekirina zimanê Kurdî li dibistan û dezgehên dewletê, nebûna perwerdehiya bi zimanê Kurdî… HWD. Anko nefermîbûna zimanê Kurdî li Sûriyê bi salên dirêj hîþt ku zimanê Kurdî bibe zimanê malê û ta asteke ne hindik jî ew ziman ji zimanê çand, wêje, zanist û warên din ên jiyanê bidûr bikeve.

Lê heger nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî bi awayekî tak û kesane were kirin, berferehtir nabe û di çaraçova daxwaz û meraqa kesekî ku dixwaze bi zimanê xwe yê pê helbest, gotar yan pirtûkekê binivîse de dimîne. Di vê rewþê de jî heta ku berhemên bi Kurdî dîsa ji aliyê piraniya milet ve nayin xwendin. Bi gotineke din ew bîr, raman, hest û nirxên di wê berhemê de her di nava rûpelên wê berhemê de dimînin û bi awayekî baþ di nava gel de belav nabin. Ev jî pirsgirêkeke mezin li piþt xwe tîne, meraqa nivîsandina bi Kurdî kêm dike.

Tevî hebûna internetê di destê her mirovekî de û hêsanbûna fêrbûna nivîsandina bi Kurdî, lê em dibînin ku piraniya nivîskar û rewþenbîrên me yên Kurd bi zimanê Erebî dinivîsin, ta radeyekê bi rola xwe ya xwedîderketina li zimên dê ranabin – Di baweriya min de ev erkê herî sereke ye li ser milê her rewþenbîrekî – û berên xwe didin zimanê Erebî ji ber ku ji aliyê hemû milet ve tê xwendin. Her wiha di baweriya min de rola rewþenbîr a fêrkirin, hiþyarkirin û parastina vî zimanî berûvajî dibe, li þûna ku rewþenbîr rêberê miletê xwe be, roleke din digire ber ew jî ew e, ku ew li dû miletê xwe dimeþe. Bi gotineke din, ne ew rewþenbîr bandor û kargîriyê li miletê xwe dike, belkû bi bayê miletê xwe re li ba dibe û ji rola xwe bidûr dikeve.

Heta ku nivîskarên me yên bi Kurdî helbest û çêrok û romanan dinivîsin jî, tevî ku çendî hindik in jî, lê dibînin ku li tûra pêwendiyên civakî (Facebook) bi Erebî dinivîsin. Ev jî gelekî metirsîdar e, ji ber ku wê demê nerîneke wiha derdikeve holê, ku zimanê Kurdî tenê yê saziyên zimên û mamosteyên Kurdî ye. Ev nêrîneke gelekî þaþ e û beþeke civakê ji zimên sar dike. Anku bi xwe dibe sedemek ku nivîsandina bi Kurdî neye belavkirin û berferehkirin.

Ji aliyekî din ve, li Rojavayê Kurdistanê bi dehan partiyên siyasî û rêxistinê civaka sivîl yên Kurdî û Kurdistanî hene, lê mixabin dema tu bala xwe didiyê, piraniya partî  belavokên wan çi rojname û daxuyanî û raportên navxweyî bi zimanê Erebî ne. Dibînin ku piraniya partiyan ne tenê ti girîngî nedane fêrkirina zimanê Kurdî, lê hanê jî nadin ku endam û serkirdeyên wan bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Her wiha ti girîngiyê nadin saziyên fêrkirina zimên.

Wek mînak, Hejmarek mezin ji Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê ji heyama 6 – 7 salan ve hatine Baþûrê Kurdistanê û lê bicih bûne, bi wê re jî partiyên Kurdî jî li Baþûr nivîsgehên xwe vekirine û derfetine ne hindik li ber destên wan hene, çi di warê aborî de û çi di warê karînên mirovî de, lê ta niha girîngî nedane fêrkirina zimanê Kurdî û mamosteyên zimên li hev kom nekirine ta karekî hevbeþ bikin û milet sûdê jê bibîne. Her wiha ti gavên ber bi avakirina sazî, deste yan peymangehekê ku pirtûkên fêrkirina zimên bi awayekî akademîk yan metriyaleke perwerdekirinê bi zimanê Kurdî jî navêtine.   

Li vir pirsin ji rewþenbîr û kesên karên siyasî dikin derdikevin meydanê, xwedîderketina li zimanê Kurdî erk û stubariya kê yê? Nivîsandina bi zimanê Erebî yan bi zimanekî din ên biyanî dikeve berjewendiya çanda Kurdî? Pêwîstiya pirtûkxaneya Kurdî yan pirtûxaneya Erebî bi pênûsên me yên Kurdî heye? Dê, bav û kalên me bi dirêjahiya dîrokê bi hemû qonaxên wê yên zehmet karîn ev ziman li ser zarên xwe biparastana, em di vê serdema ku her tiþt li ber destê me ye, ma em bi rola xwe ya xwedîderketina li zimên radibin?








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4804