Babaderwêþên Þêx Seîd Efendî û Qewlên Wan
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Di destpêka salên 1960`î de, çûn û hatina di navbera Serxet û Binxetê de ne wiha zor bû.. Babaderwêþ bi girsbûn ji Serxetê dihatin gundê me Doda, li xelîla û defê (erbanê) dixistin û pê re qewil û qesîde digotin. Her babaderwêþek bi rih û þaþik bû, xiþtek serî tûj di destê wî de bû, tûrek bi bejna wî ve berdayî bû.. Li nav gund digeriyan, qewil û qesîdeyên xwe yên bi kul û xem digotin.. Gundiyan jî, xêr bi wan dikirin, tiþtê ji wan dihat didan wan wek; savar, ard, nîsk, nan.. Hingî pere kêm bûn.. Me zarokên gund jî, dida pey wan, li wan temaþe û guhdarî dikir û di encam de hina ji me qewil û qesîdeyên wan ezber dikirin.. Ji qewlên wan, yên ku min ezber kiriye, ev çend malik hîn dibîra min de ne:


(Seg Axa.. Segvan Axa.. Ker Axa.. Qantir Axa.. Ar tûtik, berwar tûtik, Þêx Geylanî devrûtik, mela Birahîmê rih þûtik.. Hilifî milifî, çeqçûlifî.. Wargeþî ew xweþî hilweþî..).
  Hingî zilamên gund yên li ber dîwaran rûdiniþtî, wan jî li wan temaþe û guhdarî dikir û ji hev re digotin: "Ev Babaderwêþ davêjin ser têkçûna serhildana Þêx Seîd Efendî li Diyarbekirê û xiyaneta ku axayên Kurdan û Þêxên rêçika Qadirî, bi Þêx Seîd û hevalên wî re kirine, dibêjin.. Newêrin eþkere wê xiyanetê bêjin, vêca bi vî rengekê nepen tînin ziman û dibêjin.."
Xelkên gundên min Doda di rêka Þêx Behyedînê Zîlanî re, baþ agahdarî serhildana Þêx Seîd bûn. Þêx Behyedîn birayê Þêx Xalidê Zîlanî bû, ji Tirkiyê revya bû, li gundê Doda camiyek ava kiribû.. Xuyaye piþtî bidarvekirina Þêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Þêx, Mela, rewþenbîr û zanayên kurdan yên ku di sala 1925an de pê re hatin bidarvekirin, cihê protesokirina wan Babadewêþ û Sofiyên Þêx Seîd bû.. Vêca ew Babaderwêþ ji êþa nava xwe re li gundan digeriyan, dikirin hawar û wek van qewil û qesîdeyên bi wate ji kurdan re digotin.. Newêrîbûn gotinên xwe bi zelalî û eþkere bêjin..
Ferhengok:
Seg Axa: Kûçik Axa
Segvan Axa: Axayê seydvanî
Ar tûtik: Agirê vemirî
Berwar tûtik: Agirê warê vemirî
Þêx Geylanî: Mebest jê þêxên rêçika Qadrî ne. Ewên ku simbêlên xwe kur dikin û di wî heyamî de berberiya rêçika Neqiþbendî dikirin, anku antî Neqiþbendî bûn..
Konê Reþ/ Qamiþlo 20/5/2018








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4801