Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja zimanê kurdî vejand û nivîskarekî kurd xelatkir
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 16 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe



Di 15-5-2018-an de,  bi bûneya roja zimanê Kurdî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek ciyawaz li darxist, hêja ye gotinê ku ev sê salin yekîtiyê ev roj hilbijartiye ji bo xelata salane ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ku radestî nivîskaerkî Kurd  dike ku bi 10ê salan jiyana xwe terxankiriye diber xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.
Yekemîn xelat diyarî helbestvanê hêja Ehmedê Þêx bû, xelata diwemîn jî diyarî helbestvanê mezin Ferhadê Içmo bû û xelata siyemîn diyarî nivîskar û wêjevanê hêja Merwan Berekat bû.


Bi amadebûnek coþ û berfereh ji nivîskar û rewþenbîr, û hemî dezgehên ragihandinê, ahing bi xuleyek bêdeng li ser cane pakrewanan destpê kir piþt re gotina yekîtiyê ji layê M. Ebdulsemed Mehmûd ve hate gotin, her weha M. Mihemed Ebdê kurtejiyana M. Merwan Berekat xwend û li ser çalakiyên yekîtiyê di demên bihûrî de axivî. D. Ferîd Sa`dûn jî li ser zimanên cîhanê bi giþtî û zimanê Kurdî bi taybetî axivî, û giringiya ziman da xwiyakirin, paþt re M. Adilê Evdile jî gotinek li ser roja zimanê kurdî da.
Di dawî de xelat hate diyarîkirin û radestî  mamoste Birahîm Qasim bû ku wî nûnertiya nûnerê M. Merwan Berekat dikir ji ber ku ew bi xwe nikarîbû bigihe bajarê Qamiþlo bi sedema rewþa ku Efrîn tê re derbas dibê.
Em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya vê rojê û vê xelatê li gelê Kurd û mamoste Merwan pîroz dikin, û em bi hêvî ne ku dê zimanê me rojekê ronî bide di nav zimanê cîhanê bi tevayî de.
 
Qamiþlo, 15-5-2018

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4797