75 Saliya Weþana Rojnameya Roja Nû û Pîroznameya Seydayê Cegerxwîn
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 02 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Bi hatina 3ê vê gulanê/ 2018an re, 75 sal di ser weþana rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bi zimenê Kurdî û Fransî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. 73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin - di navbera sala 1943an û sala 1946an de. Hejmara pêþî (1) ji vê rojnameya bedew di 3ê gulana 1943an de hatiye weþandin, hejmara dawîn (73) di 27ê gulana 1946an de hatiye weþandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72)an di 13ê gulana 1946an de bi Kurdî tenê hatiye weþandin.


  Dengbêjên kurd, yên ku li gotinên stranên kurdî yên orjînal bigerin, wê wan, di nav rûpelên rojnameya Roja Nû de bibînin.. Gelek ji gotinên wan stranan têde hatine weþandin..
Bi vê helkeftinê bi min xweþ e ku ez vê pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re ji we re raxînim ber çavan:
(Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geþ, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paþketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweþxwan û nivîsaran xemiland bi qumaþê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwþiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir þose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be).
CEGERXWÎN
Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1043an.

Qamiþlo, 3/5/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4794