RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE Pirtûkeke nû hate weþandin (342 rûpel), nývîskar Ibrahîm Ibrahîm weha dibêje:
Di rojhilata navin de kurd di her warî de ne kêmî miletên derdora xwe ne. Hebûna wan di hemî serdemên dîrokî de (kevin, navîn, nûjen û nûdem) berbiçav e. Pêkhateyên wan ên siyasî u çandî di dîrokê de mîna her miletên din geh xurt dibûn, geh lawaz dibûn.
Kurdan di dîrokê de dewlet û mîrneþîn damezrandibûn û bi hêzên sereke yên herêmê re rikberî û nakokî dikirin. Piþkdariyên wanî cûrbecûr di dîrokê de hebûn, nexasim di serdemên islamî de. Lê mixabin dîroknûsan rastiya di derheqê wan de ne gotine û dîroka wan ketiye bin barê guhertin û sextebaziyê.
Cegerxwîn di dîroka wêje û edebiyata kurdî ya modern de gewretirîn helbestvanê kurd e. Bi berhemên xwe yên cûrbecûr çanda kurdî dewlemend kiriye. Bi jîrbûn û zanebûneke serkeftî, di helbestên xwe de êþên miletê xwe û dîroka wî, veguheztine mijarên welatperwerî, civakî û mirovî. Ya ji wan giringtir ev e ku, xiznên pêzanîn û amajeyên dîrokî ku helbestên wî di bin perrên xwe de vediþartin. Lewra jî me ji bo lêkolînê, helbestên cegerxwîn hilbijartin. Da em bibînin bê çawa dîroka kurdan di wan berheman de reng vedaye û peywendiya navbera helbestên wî û dîroka kurdan bi awayekî zelal û tekûz bidin xuyakirin.
Lêkolîn ji van xalan pêktê:
- Dergehek em tê re derbas dibin jînenîgariya helbestvan a kesayetî , wêjeyî, nîrên civakî, aborî û siyasî yên ku piþkdarî û bandora xwe di avakirina keseyet û çanda wî de kirine, li gel xwezaya peywendiya di nav helbest û dîrokê de li gorî nerînên feylesûf, dîroknûs û helbestvanan.
- Sê beþ, di her beþekê de çirûskin ji dîroka kurdan di serdemeke dîrokî de; kevin, navîn, nûjen û nûdem. Nakokiyên wan ên siyasî û diyarkirina piþkdariya wan a þaristanî di her demekê de. Dûvre þiroveyek ji hin helbestên Cegerxwîn re û taybetmendiya þêwaza van helbestan û bikaranîna bûyer û kesayetên dîrokî di van helbestan da.
Xweþ diyar e ku Cegerxwîn pir caran xwestiye bûyer û kesayetên dîrokî bîne da xwe bi wan bipaye û serbilind bike, serî bi bapîran hilde jor. Xwestiye ku wek dîroknûsekî bûyeran veguhêze, bêyî ku ziyanê bigihîne rastî û pêvajoya wan, bi hostayî ew bikaraniye ta ku helbest û dîrok li ba wî bibin yek gewde, ku mirov nema karibe wan ji hev cuda bike û têkiliyeke xurt û têgihiþtî di nav wan de ava bike.
Cegerxwîn bi rewanbêjiya xwe û zimanê xwe yê dewlemend termînolojiyek û ramanek nû afirandiye ku deqên dîrokî nikaribûn bi tena serê xwe wî karî hilgirin.
Ibrahîm Ibrahîm
Lêhûrbûn
Mihemed Zekî Mihemed
Hoþeng Nîzar Nûh
Dergê pêþî
Luqman Ehmed
Çapa yekem
2018 Swêd
Çap: Apec Tryck & Förlag AB
ISBN: 978-91-88333-24-7
Ibrahîm Ibrahîm
Di sala1971ê de li bajarê Hisêçayê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Beþê Dîrokê yê Koleja Wêjeyê ya Zanîngeha Þamê di sala 1997an de qedandiye û di pey re di sala 1998an de Dîplomaya Perwerdehîyê û Pisporîya Arkeolojîyê wergirtiye.
Ji sala 2002yê ta 2013an li Qamiþlokê di dibistanên fermî de mamostetîya dersa dîrokê kiriye.
Di sala 2012an de bû endamê damezirandina Komeleya Subartu ya ku guhdanê bi Dîrok û Kelepûrê Kurdî dike û du salan serokatîya wê jî kiriye.
Di sala 2016an de Lîsansa Bilind (Master) di Beþê Ziman û Çanda Kurdî de li zanîngeha Artukluyê ya li Mardînê qedandiye û di sala 2016an de bû xwendekarê Doktorayê di Beþê Ziman û Çanda Kurdî de li zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê.