Lewend DalînîSibeh bû mamoste Brahîm Mehmûd xwest em herin seredana mamoste Brahîm ê Ûsiv bikin...
Di rê de me li deryê mamoste Mihemed ê Seid Hisên da, lê mixabin ne li mal bû?...
Min texmîn dikir kû emê derbasbin weke her car oda rewșenbîrekî? Kû pirtûk, qezete, destnivîs li hemû alîyan belawela ne û li ser hemû refikan û pencera oda wî a axî kû bêhna jiyanê jê dihate barandin, emê bibînin, û peyre û di ber vexwarina qedeheke çaya Kurmacî, hinekî emê guft û goyan li ser bûyerên 12 ê Adarê bikin?......
Lê bi derbasbûna mere ez di cihê xwe de mat maî mam û bêhnikekê wilo ez bê deng mame rawestî!?.. Bi bawerî ew odeya kû weke a ECANSA deng û basan bû kû mamoste Brahîm û xortên xwe û hevalên wan, bê rawestan weke mêșa hingiv kar û xebat di agahdarkirin û belavkirina bûyerên serhildana Qamișlo, kêlî bi kêlî dikirin tevlî kêmbûna alavên way teknîkî jî?....
Di wê kêlîyê de, û tevlî șîna pakrewanan di dil de jî, lê șahîyek kete kûraya dilê min de û min hewl da kû gotinek spasî yê di derheqa xebata vê mala welatparêz de bibêjim, lê mixabin di wê kêlîka kû dil û canê min di heyecaneke gran de dijîn, alî karî neda!?
Temenekî drêj ez ji maoste Brahîm, xortên wî û hevalên wan re dixwazim.
14ê Adarê 2018, Elmanîya