Saeta Bavê Min!/154
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Li gor tê bîra min, di nav wan çil malên ku di gund de hebûn, bi tenê sê- çar kes bi saet bûn; bavê min, Evdê Gedo, Hecî eliyê Xelîlo û Melayê gund. Hecî Mihemed (Hecî Kevir) saeta wî nebû, nizanîbû bi saetê.. Ji ber rewþa feqîrtî, hejarî û nezaniyê saetên gelek gundiyan tine bû.. Saet bidestxistin tiþtekî nû.. Bi tenê saetên þêx, mela, axa, mixtara û halxweþan hebû.. Saetên wan yên bêrîka bûn, saetên destan nebûn. Saetên wan di bêrîka êlekê wan de bûn, rojhejmartina (tewqîta) saetên wan Erebî bû. Li gor teqwîma wan saet 12 mexrib dibû û di her rojên demsalên salê de; Zivistanî, biharî, havînî û payîzî saet 12 roj diçû ava anku mexrib dibû.. Heta destpêka salên 1960î jî, gelekan ji xelkên beriya Mêrdînê pîþ bi wê tewqîta Osmanlî/ Islamî dikir..


Lê di dawiya salên 1950î û destpêka salên 1960î de, bi peydabûna radyoyan û vekirina dibistanan di gundan de û saziyên ku hikumetê di bajaran de ava kirin, hin bi hin xelkê dest bi tewqîta Frencî kir; saetên xwe ji Erebî kirin Frencî, anku wek rojhejmartina me ya roja îro..
  Saeta bavê min bi zincîrek zîv di qulpika êlekê wî de girêdayî bû û di bêrîka êlekê wî a xwar de bû.. Zincîr bi êlekê wî ve dihat xwarê, dîmenekî xweþik dida.. Her êvar bavê min saeta xwe qurimîþ û eyar dikir..
  Dema ku yekî ji bavê min dipirsî, saet çiye? Destê xwe davêt bêrîka êlekê xwe, saet ji bêrîka xwe û kîsikê wê dikþand, piþkokek biçûk di saetê de hebû dehif dida, qapaxa saetê digo çip û vedibû, bi mêzekirina saetê re jêre digot; saet yabû saet.. Saet þeþ û çariyek e.. Anku þeþ û bîst deqîqe ye. Eger hin din, xwedî saet li dor wan hebana, wan jî li saeta xwe mêze dikir, ku saeta bavê min ne rast ba digotin: (Na Hecî! Saet þeþ û bîst deqe ye, ne þeþ û çariyek e.. Saeta te li paþ e.. Saeta min nedide paþ û ne dide pêþ. Min li ser radiyoya Londonê eyar kiriye..)
  Wek ku min got; Di salên 1950î û 1960î de, bi avakirina saziyên fermî di nav kurdên beriya Mêrdînê de, gelek kesên ku saetên wan Erebî bûn, saetên xwe kirin Frencî. Lê li gundê min bi tenê Melayê gund û çend oldarên din yên ku saetên wan hebûn, saetên xwe neguhertin, Erebî hiþtin.. Dibêjin ku ta niha hin Mela hene, saetên wan bi rojhejmara (Teqwîma) Erebî ne..
Doh (24/12/2017), bi helkeftina ku bavê min di vê rojê de, berî 32an koça dawî kiriye, ez çûm gund, serdana gora wî. Li wir min pirsa wê saeta wî, ya bêrîka kir.. Ji min re gotin li cem birayê te Mustefa ye.
Konê Reþ, Qamiþlo 25/12/2017








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4741