Peleke Payîzê
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 ÏíÓãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe




Vejîna Kurd

Di navbera payîz û zivistanê de
Demsaleke girî..
Min radestî pêlên azariyê dike
Û bahozeke hov
Min vedixwîne semaya mirinê
Belêêê…. Semaya mirinê


Ji ber ku
Ez peleke payîzî me
Êþa peyvê
Û tengijandina bêdengiyê me.. ez
Carina
Di bin çermê demsaline tî de
Siha kenekî revandî
Di bextê xwe de min dibiþirîne
Lê pir caran…
Dem..
Keskahiya hêviyên min
Û zelaliya hestên min dimije
Peleke nîvmirî me.. ez
Li her êvarekê
Bi destê melûliya xwe digrim
Û bi ser paytexta þînê de
        Diweþim…. Û diweþim.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4740