Konê Reþ
Ji bo xatirê xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza û wefadariya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn re, min careke din da ser þopa Dr. Nûreddîn Zaza.. Ev lehengê kurd yê ku ez wî wek pêþmergeyekî bajaran dibînim, ta niha kurdan ew mafê wî yê ku tê xwestin lê venegerandiye.. Sed mixabin ku navê wî di nav welatiyên wî de ne wek ku tê xwestin, cihê guhdanê ye..!
Berî ku navê Pêþmerge di nav kurdan de belav
bibe û deng vede, wî pêþmergetî di bajaran de dikir.. Pêþmergetî ne tenê bi
hilgirtina tevingê û þerê çekdariyê ye, pêþmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin,
bilindkirin û pêþketina navê kurd û Kurdistanê de ye.. Di vî
warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî beg re
dibînim. Ew sêyemîn pêþmegeyê Kurd e li Ewropa ku xebat û bizavek ji dil û can
di ber gelê xwe de kiriye.. Ew ji pêþengên xwendekaranên kurd bû li
Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û
Kurdistanê de xerc kir..
Di serê sala 1949an de, wî û çend hevalên xwe (Komela
Xwendekaranên Kurd li Ewrûpa: Kurdish Students Society in Ewrope/ KSSE)
damezirandin û wî ji hevalên xwe bêtir, xwe di ber de diwestand û serkêþiya wê
dikir. Vê komelê yekemîn rojname bi navê (Dengê Kurdistan), bi zimanê
Fransî, Inglîzî û Kurdî li Ewropa weþandin. Têde zilm û zora dagîrkerên
Kurdistanê ji Ewropiyan re diyar dikirin.. Û Navê Kurd û Kurdistanê bilind
dikirin..
Piraniya babetên vê rojnameyê Dengê
Kurdistan yên bi zimanê Kurdê, Fransî û Ingilîzî, Dr. Nûreddîn dinivîsand,
hem jî wî, tev babetên wê berhev dikirin û çap dikir.. Bi tenê (5) hejmar ji vê
rojnameyê, di sala 1949an de hatine weþandin. Hejmara (1) di tîrmeha 1949an de,
hejmara dawî (5), di çêriya pêþî sala1949an de hatine weþandin û hew
derketiye..
Erê, ez Dr. Nûreddîn Zaza wek pêþmergeyekî dibînim.. Bi hêvî me ku
xortên me bidin ser þopa wî û kesên wek wî.. Ezbenî! Çîroka Dr. Nûreddîn Zaza dirêj
û bi kul û xem e..
Qamiþlo, 22/11/2017