Li Kurdistana Sūryź.. Xwenasīna Netewī, di Helbesta Kurdī ya nūjen de.. Lźkolīnek rexnesaz
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 20 ĆČŃķį 2007
Mijar: gotar



  Xalis Misewer

  Xeleka yekem

Evîndarê welêt, Dildarê Mîdî

Berya destpêkirina lêkolênê dibêjim: Ku di helbesta Kurdî de, derdên miletê Kurd, bi êž û bêzarî, bi qêrîn û bi ahîn û nalîn, ji nav dil û cergên van helbestvanên evîndarên welatî xwe hiltê


û hilm û bêhna žewata dilan, dikeve bêvila xwênerên van helbestanan, û wêneyên welêt, mîna ahîn û nalînên stranên Mihemed žêxoyê nemir, bi hêsir û xwîn û qêrîn, li ber çavê wan dirawestin, û zingînîniyeke kûr herdem li ber guhê wan dikevê. Di nav xwêner û rexnesazan de, ji bo helbestan di cîhanê de, du bežî çêbûye, beža yekem dibêjê: Divabê incex huner ji hunerê re bê  ( الفن للفن)ango žêwe berya naverokêye, yan jî naverok ji helbestvan re ne hevqasî girînge, ya herî girîng žêweya helbestêye, bedewbûn (Îstîtîk) û wêneyên hunerî û xeyal jêre pêwîstirin ji naverokê.
Lê ya duwemîn, ango bežê ku rexnez wê bêhtir rast û dirustir dibînin ewe, ya ku girêdana wê, bi civak û miletên bindest, ku hê bi xwînmij û destlatdaran re kefteleft û tekožînê dikin hebê. Di virada, em nikarin nemaze di vê têkožîna Kurdan de, helbestê dûrî pirsgirêka welêt û wî miletê bindest bikin, jibo žêwe û wêneyên fantastîk bi tenê helbestan birêsin û bistirên. Ango divabe pirê caran girêdana helbesta me bi pirsgirêka Kurda re hebê, û bêhtir hewceye, ku helbestvan ji miletê xwe re bistirê û bindestî û belengaziya wî pê bidê nasîn û xuyakirin, û giyanê mêrxasî û canfîdayê dinav de biçînê, riya tekožînê liber vekê, û êž û derdên wî derman bikê.
Divê babetê de, emê helbestvanên Kurd li Kurdistana Sûryê, yên ku berhemên wan li ber destê me hene, ji aliyên netewî û wêneyên hunerî jî, sirûdên wan bi riya xelekan lêkolîn bikin, bê ka çiqasî, û ta kîjan deverê van helbestvanan karîbûn bi helbestên xwey bedew, rê li ber miletê xwe ronî bikin, û wî bi pirsgirêka wî, û bi bindestiya wî hêžyar û micûlbikin.
Emê pêžî û hesbê zincîra tîpên Kurdî, dest bi Dildarê Mîdî bikin, ku ew jî helbestvanekî Kurdên Sûryêye.
Di sirûda, bi navnîžana: (Ji ber çavê mi naçê) Dildar weha dibêjê:
Ji dil min hilm û pêta Ar difûrî
Ji ber çava hingî herê, di gorim
žehîdim ez tevde ji xwînê sorim
Di gorê jî dibînim te ne korim

Ev sirûd mîna sirûda xwevežartî (Elqîna-e) dikarim binav bikim, ku ev rengê helbestî kêm li bal hlbestvanên Kurd tê bikaranîn.
Navnîžana sirûdê jî didê xuyakirin, ku helbestvan girêdaneke xurt di navbera xwe û pakrewnên welatê xwe de xwež peyda dikê. Hest û dil û çavan bi hev re dixê lebatê, û taployek cengedarî pir dijwar di afirînê.
Giyanê žorežgêrî di nava wî de hatiye çandinî. Û bi žehîdê xwe re, li vir di nav reqereq û gurmîna çekan de tê dîtin. Bi vê hawî Dildarê Mîdî pakrewan û žehîdên xwe ji ber çavên xwe tucaran wenda nakî, û herdem wêneyên rûyê wan yê spehî, li ber çavê wîne, û di mejyê wî de têne çapkirin, û bi xwîna van žehîdan pir serfiraz û xwedî maf û pir serbilin de. Lê ew xwe û žehîd tevlihev dibînê, û lažê xwe jî bi xwîna žehîd sor dikê û dibêjê: - žehîdim ez tevde ji xwînê sorim
Evna jî – tevlî ku hemû helbestvan bikartînin jî- Lê wêneyekî pir helbestyar û bi wate û zelale. Weha dildar helbestên xwey bi hêz û bi hestên netewî, li ser pakrewanên xwe dibêjê û dibilînê. Lê gelek carna jî ew xwe didê alî û rê didê pakrewan, ku bi zimanê xwe, bi gotinên xwey bi hêrz û hêz bi peyivê, ji ber wilo wî karîbû taployeke spehî, ji pakrewanên qada žer re bi afirînê, ew taploya ku bi xwîn, û hilm, û rivîna agirê ji dilê žehîd difûrê hatiye rengdan, bi zelalî bîne berçavê xwênerê xwe, û li ser navê žehîd dibêjê: - Ji dil min hilm û. pêta ar difûrî- žehîdim ez tevde ji xwînê sorim.
Bi vî wêneyê bi wate û bi (ibret), ku bi rengên žer û cengê hatiye xemilandin, helbestvan dikarîbû wan pakrewanên canfida ji welat û miletê xwe re pêžkêž dikê.
Mîna me dît jî, pakrewanên Dildar herdem dinav xwîna xwey sor de vedigizgizin, ku xwîn li cem wî nîžana welatparêzî û žeref û canfîdayêye, vêre jî kelepûra Islamê û kurda jî xwež di helbesta xwe de bikartînê, ku ew jî di (Qur-an)ê de hatiye: (Nebêjin yên ji bo riya xwedê žehîd ketine ew mirine, lê žehîd li bal xwedayê xwe, sax û bi erzaqin). Û žehîdên wî di gorê de jî, biçavin ne korin- Di gorê jî dibînim te ne korim- ew jî dîsa tê wê manê, ku Kurd dibêjin mirî mirovan dibînin nemaze roja Êvara Înê. Dîsanê qafiya – digorim- sorim- korim- mozîk û ritmeke xwež û bi awaz didê ber guhê mirov, û awaza ji tîpa/m/ tê der nemaze ji rêza sisiyan ku dibêje: - žehîdim ez tevde ji xwînê sorim- ev rêza ha awazeke bi hewes û bi mozîk û hêrz bihev re, li ber guhê mirov dicivînê, nemaze awaza ku ji tîpa - Z- tê der, rehên qirikê mîna têlên tembûrê dilerizînê, û hêrzên mirov radikê serxwe, û wêneyê cenkek bê îzbat didê xuyakirin.
Ji ber wilo emkarin bêjin: Ku Dildar di warê welatparizyê de, helbestvanekî xwedî hesteke bilinde, û zane bê di kûde de hesta xwe valake nava peyvan, û bi peyvên xwe dinav bihužta žehîdan de xwe jî peyadikê, peyvên wî tevlî ku bi rengekî kilasîk û sembolên sivik û lasayî hatina rêsîn, lê bi hostayî peyv û hevokên xwe li hev lêkdan û siwarkirine. Dîsanê wêneyeke hunerî û zîrekî di virada helbestvan didê xuyakirin, ew jî di rêza çaran deye ku dibêjê: - Di gorê jî dibînim te ne korim- û tižtê me gotibû didê xuyakirin, ji ber ku wî negotiye - di gorê de dibînim te-
- lê gotiye: Di gorê /jî/ dibînim te – ev morfêma /jî/ ji bilî ku rêza helbestê bi ritim û rewan dikê, ew vî wêneyê hunerî ji dîtin û fîdakariya žehîd re, teqze û bê sînordikê, ango tê wî manê ku žehîd ne li dinê bitenê, fîdakar û bi hiž û bi çave, lê ta di gorê de jî, ew bi çav û gavê xwe, bi welat û miletê xwereye.     
Sirûda: Cilê Cejnê
Em jî weke gelê xwe
Tim dihatin xapandin

Cilê Cejnê, ev navnîžan didê xuyakirin, ku helbestvan xwenasîneke netewî li bal xwe xwež peydadikê, û ew xwenasîna netewî di mejyê wî de pir pêžketî tê dîtin, û diyardikê ku helbestvan, û bi miletê xwey Kurd ve jî, nema bi hesanî mîna demên berê têne xapandin. Ji ber ku bi karê buhêrk (الفعل الماضي) /dihatin/ gotina xapandinê didê nasîn, dêmeke di dema nuha de xwenasînek bêhemta di mejyê helbestvan û miletê wî de hatiye çandin, û ji îro pêde dijmin nema karê wan bixapîne.  
Cênavê /em/ jî, di orta helbestvan û milet de, yekîtiyeke resen di afirînê, ango bi riya cênav, hesta xwe û miletê xwey kurd, bi germî tevlihev dikê. Dîsanê em karin bêjin, ku ev wêneya ha/cilê cejnê/ ji hokarên helbesta nûjen tê jimartin, ku cejn mîna mirovekî bi cil û mil dîtiye. Û bi vê cênavê/em/ didê zanîn jî, ku ew çê li rewženbîr û siyasetmedarên kurd jî dikê, ango dibêjê: Berê Kurda bi dilên xwenî pak û bi mirovantiya xwe, hemû kes û hemû gelên li hawîrdorên xwe, mîna bira didîtin û hê jî dibînin, lê kesekî ew ji xwe re bira ne didîtin, ango weke ku tê gotin: Kurd herdem li dilê xwe diçûn. Lê Kurdên nuha xwe naskirine, û nema weke berê zûbizû têne xapandin.
Ev peyva – xapandin- ya di rêza dawî de hatiye, mirov li tîpên peyvê û mozîka ku jê dertê guhdar bikê, wê bê dîtin ku vê diyardeya xapandinê di dîrokê de, pir sergêjî ji miletê Kurd re çêkiriye, jiber wilo ev peyv bi tîpên deng stûr û bi mozîkek hižk hatine lêkdan û siwarkirin, mîna- Xa- Pan- Din…- ev ritim û mozîka hižk dengekî didê mîna dengê ku mirovek bi kažekî ve hilkižê- Xa- Pa- û dûra serserî bêxwarê, û dengê gurmîneke mezin ji ketina wî bê- Din..n..n…- dîsanê dengê tîpa /N/ di bêvilê de, bi awakî sitiranî dirêjdikê, ku ew jî herdem strana ketin, û  binpêkirin, û xapandina, miletê Kurde..!.
Lê mîna me gotibû, helbestvan livir giyanê xwey žorežgêrî didê xuyakirin û dibêjê: Ey Kurdo, bese xapandin vaye dawiya wê hat..! Û te bi xwenasîna xwe, ew peyva mîna feyrûsê nexwežyê binaxkiriye.   
Dîsanê helbestvan di sirûda: (Rêça Rast) de dibêjê:
Miletê Kurd bese êdî ta bi kenkî berberî
Rêya rastiyê xuyakir ta bi îro ževderî
Yekîtî doza tebî ger tê qizincan bidî dest
Vêkevî rengê žemalan tu di cîhan fenerî
Tev li pey rêça žehîd bin ta welat rizgar bibî
Eve yekîtiya rastî her bijî û aferî

Rêça rast, ev peyv bi rengekî kižtî hatiye, dêmeke ji kurda hemyan re hatiye gotin û nîžankirin. Lê gelo rêça rast di mejyê helbestvan de çiye..ž Bêgûman ew jî di warê vê helbesta Îdyolocî de, ji miletekî bindest wekî miletê Kurd re, riya yekîtiyê û hevkirtinê dirust û rast dibînê. Ango tê xuyakirin ku helbestvan doza yekîtiyê bi germayî li miletê xwey Kurd dikê, û weha serxwebûna welat, bi van herdû tižtan bi yekîtiyê û bi xwîna žehîdên Kurdistanê ve girêdidê.
Bi vî hawî žehîdê Kurdan, li cîhanê mîna mûm û feneran bi rûmet û payebilind dibînê, çimkî bêyê žehîd û žehadetê, miletê Kurd tuçara nagihêje daxwaz û azadiya xwe.
Di warê bedewbûna(istîtîka) wêneyên hunerî de, hinekî rapor û rasterastî di rêzên sirûdê de têne xuyakirin, nemaze di rêza sisiyan û ya pênca de, çimkî hinekî bi ritm jî hatiye, lê rapor û rasterastî tê xuyakirin çaxa dibêjê: - yekîtî doza tebî ger tê qizincan bidî dest- tev li pey rêça žehîd bin ta welat rizgar bibî- ew jî ji ber ku helbestvan sembolê bikarnayinê, û nivîsa xwe di van rêzan de, rêça rasterastiyê naberdê.
van rêzan jî kêž û ritma sirûdê žikandiye. Weke em zanin jî, di warê rexnê de sirûda bi stran kilasîk tê hijmartin, û weha jî helbestvanê me sirûda xwe pêkaniye, ji ber wilo tê xuyakirin, ku di van malkên ha de, qafiyeke kilasîk bi dengê stran û mozîk û ritmeke xwež ji fonêma/ rî/liber guhê mihovdikevê, hêrzê mirov radikê, û hesteke žorežgêrî di nava mirov de diçînê. Dêmeke di vê sirûdê de žopa žêwaza Seydayê Cegerxwîn xwež tê xuyakirin. Dîsanê tevlî ku yekîtiya taybetî dinav peyvên rêzan de zû nayê xuyakirin, lê ez gûman dikim ku ji kesên pispor ve - pir xuyaye- ku yekîtî û hevgirtina rêzên sirûdê ji aliyê his û hestan ve xwež tê xuyakirin. Ango yekîtiyeke bi hewes, û his, û hest, pir zelal di rêzên sirûdê de têne xuyakirin.      
Di sirûda bi navê: Xwîn Baranê de dibêjê:
Xaka me bi xwîna /Simko/ va hatiye avdan bahoz na mirîne
Buhara bi xwînê her demî kû bête avdan bahoz na mirîne  
Sûndê dixum žopa žehîdan qet nayê berdan rêça me tîne
Kes dê nikarî qet bibêjî žehîdê Kurdistan herdem bê xwedîne

Ev rêzên dirêj bi bêhneke fereh hatine hûnandin, lê çimkî ku rêzên žorežgêrî û welatparêzî bi hêrz û dil lerizînin, divabû ku rêzên wî hinekî kintirbûna, ku herdem rêzên kin bi qehir û acizbûnê re elaqederin. Yadin ez dbêjim: Ku wêneyeke hunerî û nûjen li vira helbestvan didê xuyakirin, çaxa xwîna žehîdan mîna avdanê ji erdê re dipesinînê, çawa av erdê saxdikê û giha û çîçek ç kulîlkan têde žîntînê, weha jî xwîna žehîdan xaka Kurdistanê bi xwîna xwe avdidin û bi rewa dikin, ku ev xaka ha nema bahoz karê wê li ber xwe bibê û tune bikê. Li vira jî bi žêweya taybetmendiya Allegory(كناية) berxwedana Kurdan hatiye nîžandan, ango çaxa dibêjê: Ew buhara li vê xaka bi xwînê hatiye avdan û bi rewa bûye, tucaran bahoz nikarê žînahiya wê biharê biçilmisînê.
Dîsanê helbestvanê me, kelepûra Kurdan di van helbestê xwe de baž wezîfedar dikê,
Ku herdem xak û xwîna Kurda li welêt tevlihev bûye, û xwenasîna miletê Kurd ya hemdmî didê nasîn, û dengê xwe dibê hawîedorî xwe û dibêjê: Gelî xelk û cîranan, ev dem ne dema berêye ku miletê Kurd çavê xwe li pažeroja xwe bigirê, ev milet hatiye guhertin, çimkî em dibînin bê çawa û bi çi germayê, li žehîdên xwe bi xwedî derdikevê, û wan žehîdan di dilê xwe de bi war û cihdikê, û bi halan û qêrîn dibêjê: žehîd namirin, žehîd namirin. Weha jî li vir helbestvan binavê miletê Kurd sûnd dixwê, ku ewê bidin ser žop û rêça van žehîdên xwey leheng, û qet tucaran žopa wan naberdin. Weha helbestvan tabloyeke mêrxasyê û pir spehî, bi rengê xwîna žehîd û xaka kurdistanê, rengîn dikê û di neqižînê.  
Weha jî em dinêrin bê çawa û çiqasî žehîd li bal helbestvanê me buha û bi rûmetin, ji ber ku helbestvanê me Dildar, û her kesek ji miletê Kurd di wê baweryê deye, ku Kurdistan ji xwîna žehîdan pêve, qet bi tu riyên din nayê azadkirin, ango helbestvan giyanê xwey žorežgêrî çarekedin di virada didê xuyakirin, û miltê xwe hevqasî tekûz û mêrxas û zana û zîrek dibînê.
Ji ber wilo ew Çûna Apo serokê rêxistina (PKK) li bajarê Romayê, mîna rojeke nû di dîroka berxwedana Kurdan de dibînê, û bi germbûneke bê hemta di sirûda xwey bi navê:
Herbijî Apo- de dibêjê:
Îro ji Roma
Rojeke nû hilat

Evna jî tê wê manê, ku roja nû di kelepûrê Kurda de, bi wateya hêvî û xwežyê tê nasîn, ango helbestvan bi wê rojê pir bi hêvî û omîd tê xuyakirin. Lê bûyer û pirsgirêkeke kurda ya kevin û bi sergêjî tîne ziman, û bi hesret û bi ah..û keseran, wê bûyerê bê rûmet dikê, ew bûyer jî kužtina xwebixwetiyêye, ku birîneke kûr û dûr di lažê kurdîtiyê de vedikê. Vê bûyerê di sirûda xwey binavê
Birayê xwe nakojim- de tînê ziman û dibêjê:                       
Bese bux kožtê birê xav
Çi zû te xwîn kire av

Peyva nakojim ruhê berxwedaneke manewê didê nasîn, ku helbestvan kožtina xwebixwetiyê tucar nema dipejirînê. Kelepûra Kurdî jî dîsanê di vir de baž tê wezîfedar kirin, ango wêneyeke kelepûrî û pir zelal û bi sembol, di vê sirûdê de hatiye bikaranîn. çaxa dibêjê: - xwîn kire av- evna jî mîna metelokek ji kelepûra Kurdî pêkaniye, Lê metelok li vir hatiye ji hevxistin û berovajî hatiye wezîfedarkirin, ev jî tê wê manê ku helbestvan civaka Kurdî hinekî ji hevketî dibînê, çimkî meteloka Kurdî dibêjê: (Xwîn nabe av), yan miriv nadê ser devera meriv, lê herdem wî diparêzê, û çiqasî xeyd û nexwežî û bi dûrketin di navbera wan de çê bibê jî, wê rojekê ji rojan li hev werin.
Di sirûda: Govenda azadî de,
Ev sirûd bi vê navnîžana kelepûrî ya xwež û spehî hatiye destpêkirin û dibêjê:
Dîlaneke pir xwež li Kurdistanê li dare saza wê tivenge
Reqs û sema wê bi carekê ne wek semayê tev êrîž û cenge
žabažên dîlanê tev ji xwîna lawê Kurde nîžana lehenge

Helbestvan rêzên xwe bê xalbendî (علامات الترقيم) lidardixê, evna jî tasîrê li mozîk û ritmê rêzan dikê, û xwêner dixê nav sergêjya xwendinê, lê bi rastî jî ev rêzên ha ji alîkî din ve, pir bi hêrz û lerz û îsîtîk, hatine sazkirin, û mîna megotibû jî, dirêjaya wan hinekî sarbûnekê di dilê mirov de di afirînê, lê dîsanê tabloyeke kilasîk ji wneyên helbestî pirxwež û bi mozîk û ritim hatine rêzkirin, nemaze ew ritm û awaza xwež ku ji dengê tîpa/g/ di dawiya qafiya sirûdê di guhê mirov de zîz dibê, û bêhna mirov bi hesanî ji hundirê wî derdixê, mîna gotinên: - saza wê tivinge – tev êrîž û cenge – nîžana lehenge- Weha jî dîlana helbestvan çimkî dîlaneke žer re jî, lê ew dîlana lasayîye ji Kurda re, ji ber ku helbestvan mîna miletê xwey Kurd mêrxase, û žerê li Kurdistanê vêketiye, û hemû žerên weha jî, li bal Kurda mîna dîlan û žahiyê tê dîtin, dîlanvanên wê dîlanê jî ew žorežgêrê serê çiya û zinarane, ku saz û mozîka vê dawet û dîlanê qupîn û nalîna dengê tivingaye, lebat û livîna lažên dîlanvanan, mîna rewža êrîž û geftelefta cengê dipesinînê, ku buha û nirxa vê dîlanê, bi halan û qêrîn, ji xwîna van qehrmanên žorežgêrên kurd têne dan.
Dîsanê helbestvan têgeyên Îdyolocî û nûjen di sirûda xwe de pêktînê, û tabloya govenda žorežgêran sax û spehî di ber çavên mirov re derbasdikê.  
Tevlî ku ev wêneyên ha ji žerê çekdarên Kurdistanê re, dîsanê bi awakî kilasîk û lasayî hatina afirandin, lê em karin bêjin, ku ew wêneyin kelepûrî ku pirxwež û bi hewesin, xwežbûneke bê hemta bi xwênerê xwe re çêdikin, ku ev xwênerê kurd jî, xwe bi vê dîlana ecêb pir serfiraz û payebilind dibînê.                                
Dîsanê di vê sirûda ha, ku bi navnîžana:
Dil bi xwîne dibêje:
Heta kengî bi xerîbî
                       Ezê dûrî te bi mînim
Biqîr û ah û nalîn
                     Xwînê ji dil birêjînim
Di zindanê de bi nalim
                     Memim ez li benda zînim
Çiyê bi destan bi kolim
                      Firhadê bejna žêrînim

Li vira sirûdeke bi qafiye û bi kêž, bi hêrz û hêz hatiye lidarxistin, û pirseke bê bersiv helbestvan derdixê wê holê, mîna ku sergêjiyek di mejyê wî de diçê û tê, û nalîn û ahînên xurbetê ji dilê wî yê žikestî têne der, çaxa dibêjê - heta kengî bi xerîbî – ezê dûrî te bi mînim- çimkî helbestvan di vê babetê de, xwe di welatê xwe de dûr û xerîb dibînê, lê ew pêwendî û hevpeyvîneke diyalektîk bi riya cênavê yekem û yê diwem jî, girêdaneke bi hest û hewes di navbera xwe/ez/ û welatê xwe de/te/ dibînê. Lê mîna me gotibû jî, giyanekî žorežgêrî û ramaneke Îdyolocî di hundir û mejiyê helbestvanê me de xwež peyda dibin, ku ew bêmicalî û sêfilyê tucaran li xwe napejirînê, bi hêrz radibê ser lingan, û çeka berxwedanê davêje milê xwe, û bi mêrxasî li hember dijmin û dagerkerê welêtê xwe radiwestê, û dixwazê xwîna dilê xwe, di ber xak û miletê xwe de bêhawe birijînê, û ta di dilê meletê xwe de sax bimîne jî, ewê cihê xwe di hebs û zindanan de bibînê, bi vî hawî wê helbestvanê bi têgeyên žorežgêrî û Îdyolociyet, xebata xwe berdewam bikê, ta serxwebûna welat bicih bê, û ji xweneke kûr dakeve warê rastiyê. Weha em dinerin ku hilm û nefeseke bi omîd û bi hêvî, ji rêzên sirûdên helbestvan dildarê Mîdî dertên û difûrin, û mîna lehengê çîroka folklorî Memê Alan evîndarê çeleng, li bendeyî Zîna xwe dimînê. Ev jî dîsanê wêneyekî bi lezet û xeyal hatiye afirandin, ango Zîna vî helbestvanî ew jî welatê wî, yê bi rûmet û žêrîne, û dîsanê dûbare dikê, ku ew mîna lehengê evîndarê çîroka kelepûra Kurd Ferhad jî li xwe dinerê, û ev welatê hêja mîna destrgirya wî žêrîn xwežik û spehiye.   
Çimkî Mem û Zîn, Ferhad û žêrîn , herçar lehengên du çîrokên kelepûra Kurdîne, di virde helbestvan kelepûra Kurdî baž û di cihê xwe de, bi sembol, û mozîk, û ritm, û qafiyeke xwež û bi hêrz bikaraniye, lê binyata sembolê hinekî bi sivkayî hatiye bikaranîn, û bi rengekê rapor û rasterast rêzin wî hatine bikaranîn, lê hest û heweseke mirovanî di van malik û rêzan de têne xuyadikin, mîna ku dibêjê –
Heta kengî bi xerîbî
                       Ezê dûrî te bi mînim -

 ji ber wilo, vê rapor û rasterastiyê (التقريرية والمباشرة) ew hest û hisên di nava wan rêzên xwež de, ku xwêner li ber bayê wan tê hejandin, hinekî kêmkirine.
 
Ji ber ku me aliyê netewî bi tenê di sirûdên Dildar de, dabûne ber neynika rexnê, çimkî bêgûman helbestên têvel, û ji van sirûdan binav û dengtir jî li bal Dildar hene, lê di warê helbesta netewî de, weha me dît dildarê Mîdî, evîndarê welêt, xwedî helbesteke rewan, mîna ava çemê Hêzelê, ava liherik û zelal, ava kevnar bi hêlemêl û bê rawestandin, bi xumxum û lêwlêw, li ser kevir û latên di kevî û bin avê de, bi rewan û delalî dilerizê, dibê qey di dîlan û žahya žehîdên Kurdistanê de, xwe liva dikê, lê ava çem herdem bi xwîna wan žehîdan sor dibê, hilma pêtên ar ji cerg û dilê Dildar diforînê, û dîrok û kelepûr, û mêrxasî, û berxwedana sedsalan, di mejî û xeyala wî de dimeyînê, û wî bi tepe û qotên çiyayên Kurdistaê ve hildiperikînê, li ber bayê wan çiyayan, ku bi hilm û bêhna çîçek û kulîlkên welêt hatibû barkirin, žipê dirawestê û mîna tefnezanekî Kurd, helbest û sirûdên xwe, bi hostayî li tefna xwe digerînê, ji helbesta xwe re, caw û cilin netewî, spehî û bedew dihûne.     

 

 






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=471