Bi Saya Teyrê Baz Em Dibin Xwediyên Xaka Xwe
Dîrok: ÇáÃËäíä 09 ÃßÊæÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..! Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne.. Qet û qet basko nabe.. Her û her azadî armanca wî ye.. Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye.. Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin.. Xak û niþtimaniya welatiyên wî talan nebe..


  Ezbenî! Ewên ku li daholê dixînin, bîr nabin ku teyrê Baz bi þêweyê xwe bersiva welatiyên xwe vedigerêne û dibêje; welatiyên min di welatê xwe de ne mêvanên rûmetê ne, ew xwediyên xaka welatê xwe ne û eger hûn bawer nekin ji xakê bipirsin?!
  Ezbenî! Pêwîste em mukur bên û bêjin; niha em di rojên dijwar û dîrokî re derbas dibin.. Berê jî, em di gelek rojên cetin û dijwar re derbas bûne û darên daristanên me, bi saya teyrên Baz þipya man û nehatin tewandin..
  Ezbenî! Bawer bike xak diaxife! Xak û teyrê Baz bi hev re diaxifin..! Ji ber ku bi hev re hatine hunandin..! Yek hêza xwe ji asmanê jorî û yek hêza xwe ji welatiyên dilsoz û birûmet distîne û bi pîrozkirina Yezdan Kurdistan ava dibe.. Kurdistanek aram, hêmen, demokrat ava dibe.. Kurdistanek ku (Mîh û gur têde bi hev re biçîrin..!).
  Erê ezbenî! Bi saya teyrê Baz û welatiyên wefadar û dilsoz, êdî nema em mêvanên rûmetê ne di welatê xwe de, em xwediyên xaka welatê xwe ne..
Qamiþlo, 09/10/2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4703