SENFONIYA GIYAN
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 ÓÈÊãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Xizan Þîlan
 
ez
rêwîyê keþtiyeke li diyarên bêxwedî
asê mayî me
pêlên okyanûsa nava min
di pêl avêtina ser pêlên xwe de
xeniqîn
rojan


ez miþextî reþtariya konçalên
bêbinî kirim
birîneke xedar
di gewriya min de
qalik girtiye
her roj
giloka êþên bêderman
dadiqurtînim
zimanê keskesora nava min
ker û lal e
bedenê min
di jana bêxewiya þevan de
dilerize
xeyalên þîrîn
li hingûra êvarên xemgîn
tehl û tirþ bûn
kaniya hêviyên bi coþ
miçiqîn
bayekî har
di guhên noþîcana piyala min de
wîzewîz e
ewrên xwînê
dîwarên çarenûsa min
dorpêç kirine
tîreke tûj
di dilê bafiroka zaroktiya min re
çûye xwarê
li vî bajarê mijgirtî
beytikek bêzar û perþikestî me
hemû dergehên þadî û xweþikiyê
li ber ronahiya çavên min
hatin girtin
demsal
di jana hesretê de
têkçûn
hestên xerîb
di bîranînên berbabûyî de
perîþan bûn
kêf û zewq
di qêrîna bêdengiya temen de
tarûmar bûn
çerxa feleka qehpik
berê xwe ber bi aramxaneya min ve
zivirandiye
her dem
keder û keser
axîn û nalîn
dibin mêvanê odeya min
hewes û daxwaz
li bêçaretiyê qurifîn
dengê senfoniya giyan
hate birîn
gotinên tazî
li ser xunava lêvên peritî
dilerizin
pelên payîza xemgîn
ji þaxên laþê westiyayî
diweþin
li nav tirsa demên hovane
min xwe li xwe qedexe kir
ez ê
sira serpêhatiyên jiyana xwe
di hembêza goristana bênav de
veþêrim
Xizan Þîlan
2014-06-17
Stockholm
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4696