Ezbenî! Va careke din meha îlonê hat!
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ÓÈÊãÈÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Ezbenî! Tu di bin çavan de yî! Xerab zerevaniya te dikin, hewil didin ku li pêþ pêlên te yên gur bisekinin..! Gelo keviz dikare bibe beden ji deryayê re? An rewrewk bibe ewir di asoyan de? Ezbenî! Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike.. Guh li wan neke, kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibire.. Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Nexeme Ezbenî! Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin.. Ji wan werê, werîsê wan dirêj e û dikarin li her derê bigerin bê ku kes wan nas bike.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe bidûr dikevin û çendî bidûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, ku tu bi wan bikene..


*          *          *
  Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewtê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin..! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweþ zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye. Gelo te bihîstiye rindekî þerê xerabekî kiriye?! Ezbenî! Çendî ewir reþ, spî û tarî be nikare heyvê veþêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..
*          *          *
  Ezbenî! Nexweþin, ne azadin, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweþiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin.. Ma kesî þerê mirovê nesax û reben kiriye.. Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavên xwe.. Ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te.. Ezbenî! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye..
*          *          *
  Ezbenî! Di navbera dem û xeme de me xwe winda kiriye; ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vediþêrin û rengê agirê xwe dinixumînin, tevî ku agir sînoran nas nake.. Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asman re berdide.. Roj bi hewa dikevin û winda dibin û demsalên salê bi dawî dibin.. Va careke din meha îlonê hat û hê jî bajarê me wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Kolan ew kolan in, feqîrtî û hejarî zêdetir dibe û salê kirasê xwe neguhert.. Xweristê xwe nû nekir.. Hê jî çûk û çivêkên Beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin..
Konê Reþ, Qamiþlo, 04.09.2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4687