Gotina kovarên berpirsiyar di bîranîna 109 saliya rojnamegeriya Kurdî de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 18 ÃÈÑíá 2007
Mijar: gotar



   Em,bi navê kovar û rojnameyên Kurdî,yên li Sûriyê têne weþandin  (Aso; Jîn; Hevind; Deng; Gelawêj; Newroz; Perwan; Pirs; Roj; Vîn),bi navê komîta fêrbûna zimanê Kurdî; komîta Celadet û bi navê komîta çalakiyên kurdewarî,wilo jî bi navê hemî piþtgir û heskerên ziman, rojname û rojnamegeriya Kurdî,vê bîranînê li xwe û we pîroz dikin.


   Bi helkeftina vê bîranîna pîroz,bîranîna  109 saliya rojnamegeriya Kurdî ,em dibînin ku kovar û rojnameyên binavkirî pêma û berdewamiya rojnameya Kurdistan in û nivîserên wan pêma û berdewamiya rewþenbîriya Kurdî ne, ew in yên çapemeniya Kurdî,di demên serwext de, hembêz kirine û hembêz dikin û hêja ne ku nûnertiya rojnamegeriya Kurdî, li Sûriyê,bikin. Bo vê yekê,em wî mafî didin xwe,didin kovarên xwe,didin nivîser û xwênerên van kovaran,ku ew in xwediyê rasteqîn ji rojnamegeriya Kurdî re,li Sûriyê,û pêþdeçûna rojnamegeriyê  ji wan tê xwestin û bi wan nîþan dibe. Loma,em bi hêvî ne,ku bîranîna 109 saliya rojnameya Kurdistan(roja rojnamegeriya Kurdî) bibe zîlana rolnaskirina rewþenbîrî û bibe hêzeke xwirt di riya çespandinên resen û petî de. Da em,bi hev re,desthilatê avakirina weþaneke þûngirtî bin,da pirsên rojnamegeriyê di çerxeke ronîda de bigerînin,da xameyên me bibin neynika pirsên civaka xwe û bi erkên rojnamegeriyê rabin,da desthelatê vejîna kevnetoreya xwe bin û karibin civaka xwe ber bi banbilindiyeke mirovane û þaristane de bilivînin.
   Bêgoman,em pileya rewþenbîrî û rojnamegeriya Kurdî,li Sûriyê,di astengiyeke berbiçav de dibînin û dipelînin.Loma,gotûbêj û gengeþên rojane,bi mebesta çareserkirina vê pirsê,li dar in.Ev guftûgo hewildana pileya bîrgeþî,têgihiþtin û rolnaskirina rewþenbîrî dikin,da faktorên banenizmî,bêkêrî û biþûndemayina civaka xwe dorpêç bikin,da rola berdewamiya van mercên bêkêr ji holê rakin.Ev danûstandin û hewildan,di behweriyên me de,wê bibin gavavêtineke giranbuha ber bi pelandin û çaraserkirina piraniya astengên demane,yên ku xwe li dora zîlana rewþenbîriyeke resen radipêçin û nahêlin ku rojnamegeriyeke serbixwe û þûngirtî bimeye û cih bigre.Wilo jî,em dizanin ku gelek mercên derveyî desthilatdariya rewþenbîriya Kurdî,li Sûriyê,me di bin bandora xwe de digerînin û dibin sedema sereke ji neþûngirtineke rojnamegerî re.Ji van sedeman: neyîniya pergal û yasayên rêdaneke serfiraz ji çapemenî û rojnamevaniyê re,binçavkirina hemî kiryarên serbixwe ji hêla rejîmê ve,raspêriya hêzên ewlekariya rejîmê di warê raxistina bîr û behweriyên rewþenbîrî de,di warê bidestxistina desthelatdariyeke eborî de,di warê mafdariya bidestxistina dezgehên weþan û belavkirineke serfiraz de,di warê hebûna alavên rûdaneke rewþenbîriyeke serfiraz û bê kontirol de...û di gelek warên din de.
   Lêbelê,bi ser van kul ,derd, êþ û azeriyan de jî,em bi hêvî ne ku wê dem gerþ û gemara xwe bi xwe re bimale...û ev bîranîn, li ba kovar,nivîskar,çalakvan û rewþenbîriya Kurd bibe gaveke pîroz di hewildana avakirina çapemeniyeke bi rûmet û hêzdar de û wê bibe durv û nîþanên civakeke saxlem.
   Û hersal cejna rojnamegeriya kurdî li we pîroz be!

Komîta Kovarên Berpirsiyar
 
18/04/2007
 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=468