Parçê biçûk
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 04 ÃÛÓØÓ 2017
Mijar: Nûçe



Dr.Zara Salih 

Taveheyv e 
Bayê hînik e 
Dengek ji dûr tê 
Lihev vedgere 
Dahol e......


Govend zû geriya 
Bê serî û binî 
Tev semayê dikin 
Bê dawet û mitirb 
Tenê deng bihîstin 
Camcamk û dîlan...

Sîpe û xortan 
Hemû girtne hev 
Kesek nizane 
Ma sedem çiye...

Ji du aliya tê 
Dengê daholan tevlîhev 
Êdî bû pevçûn 
Her yek dixwaze 
Hejandina Milan 
Li gor vedana deng ...

Êdî nema deng 
Lê heman ser germ 
Hîn jî pevçûne
Piþtî dîlanê..

Ev halê me ye 
Li " parçê biçûk " 
Her em bendewarin 
Li ber deriya 
Bê xwedî mane 
Weke sêwiya....

Ma êdî bese 
Mana liber destan 
Tenê qurbanî 
Û....her hene 
Paçikxwer 
Kojandina hestiyan...

Her parçe heye 
Qubleta rojan 
Rêya xwe naskin 
Nasnama welat 
Her kurdistan e 
Rûmet 
Azadî 
Û aqilê serbixwe 
Ta ku tev yekbin 
Dibin siya welat 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4672