Serīxwariya Demokratīk
Dīrok: ĒįĆĖäķä 05 ķęäķę 2017
Mijar: Nūēe



 Hoženg Osê
 
Di salên 1991-1992an de PKK di nava alîgirên xwe yên li Sûriyê de, qerfeke rexneyî li dijî PDKê û YNKê belav kiribû. Vê qerfê xwe dispart strana Živan Perwer “Lo me çi kir, me çi kir”. Apociya jî wisa gotinê stranê guhertin û digotin: “Lo me çi kir me çi? Me xwelî li serê xwe kir. Ma ne žerm û ferdîye? Ev hukimê zatî (otonom: xudmutarî) ji bo çiye". Wê çaxê qažo PKKê Kurdistaneke serbixwe, azad, yekbûyî û sosyalîst dixwest, lê YNKê û PDKê "xudmuxtarî" dixwestin.


 Wê çaxê, PKKê xwe žorežger û welatperwer didît PDK û YNK oportonîst û welatfirož didîtin. Zêdetirî 25 sal ser qerfa Apociyan re derbas bûye û li gorî rewž, rol û rojeva PKK, PYD, PÇDK, PJAK...hwd, ne tenê strana Živan Perwer, lê ew qerfa Apociyan, serê sedî hezar li ser PKKê pêk tê, tu dibêjî qey stran û "qerf" ji bo vê rojê û li ser PKKê  hatiye çêkirin.
Mirov li rewža PKKê a niha dinêre, êdî nema zane bê çi dixwaze, gelo žer? An ažtî? Zêdekirina kêž û probelman? An çareserîyê dixwaze? Ev çima PKK li Tirkiyê žorežger e, ne xema wê ye, gund û bajar werin rûxandin, hilwežandin, žewitandin, vala kirin, li Sûriye û Îranê oportonist e, qažo naxwaze rêjîma Bežar Esed gund û bajarên rojavayê Kurdistanê xera bike. PKK dibêje; "Ez partiyeke laîk, çepgir û demokrat im" lê hevalbendê rêjîmeke olperest, nîjadperest, tayfeperest, dîktator... weke rêjîma Îran û  Sûrî ye. Di dema ku rewž û žert û mercên herêmî û navnetewî li dijî dewleteke Kurd bûn û hemû partiyên her çar perçeyên Kurdistanê otonomî dixwestin, PKKê digot: "Na, ev çiye? Divê em ji serxwebûn û azadiyê danekevin. Yê ji vî mafî û ji aramancê dakev e, xayîn e". Dema rêjîm û dewletên komonîst-sosyalîst hildiwežiyan, PKKê digot; "yên ku nûnertiya sosyalîzma rast û dirust dike em in. PKK ji nûve dê sosyalîzêmê vejîne". Jixwe di nava kadroyên jin yên PKKê de navê kod "MELSA" pir dihat bikar anîn; "Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Apo". Pižtî žoreža Frensa ji 1789 heta niha, Europa û Amerîka li ser pêžde birina ezmûneya demokrasiyê dixebitin, PKK dibêje: "Ev çi sîstema demokrasiyê ye. Hûn ne dewlet û civakên demokrat in. Werin ji PKKê hînî demokrasiyê bibin". Niha jî, rewža herêmî û navnetewî guncaw bûye û alîkar e da ku Kurdistana Bažûr ber bi serxwebûnê ve biçe, PKK dibêje; "Em li dijî dewleta netewî ne. Em li dijî îdolojî û bîr û boçûnên netewî ne. Ev kevneperestiye. Çareseriya herî baž, xwež û guncaw ji bo pirsa Kurd; xweseriya demokratîk e". Dema mirov ji van birader û camêran dipirs e: "Baž e, ka ev xweseriya demokratîke çi ye? Çi sîstem e? Mînakên wê li ku hene?" Bersiv jî wisa ye: "Ev proje û teoriya me ye. Li cîhanê tevahî, mînaka weke wê nîne, lewma jî çareseriya herî baž û di cihe de ye". Baž e, eger ev projeya teorîk nekeve warê praktîkê û mirov encamên wê li ser erdê nebîne, çawa dikar bêje; çarseriya herî baž ew e?
Dema mirov dîroka PKKê dižopîne di qûnaxên destpêkê de, bi serhižkî, çi digot û çi dixwest û niha jî, bi serhižkî çi dibêje û dixwaze, mirov dibîne ku çîroka vê rêxistinê eynî weke çîroka wî kesê gundî ku te çi çareseriyê bidana ber wî, lê bersiva wî ya her car ev bû: "Êêê û êzingê min?"
Kurdên Bažûr ji salên 60î, ta 90î dixwestin ku Kerkûk û Žingal vergerînin Herêma Kurdistanê, lê rêjîma Baas - Sedam Husên ne dixwestin. Kurdên Bažûr di pêvajoya zêdetirî 60 salan de, bi sed hezaran žehîd dan bi milyonan penaber çêbûn, lê ji vê armancê venegeriyan. Eger rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî, li gorî aqil û mentiqê PKKê biçûna û dest ji Kerkûk û Žingalê berdana. Kurdistana Bažûr ji sala 1971ê dê herêmeke otonom yan jî federe bana. Her wisa Mesûd Barzanî û Celal Talebanî, li gorî teorî û çareseriya PKKê a îro biçûna, dê pirsa Kurda li Iraqê di sala 1991ê de bihatana çarserkirin.
Kurdên Bažûr di madeya 140î de, vegera Kerkûk û Žingalê tekez kirin û ji 2005an de li dû pêk anîna vê madeyê ne. Niha jî, ne hikûmeta Bexda tenê, PKKê jî naxwaze Žingal veger Herêma Kurdistanê. Û bi bihaneya parastina Êzdiyan, PKK diçe kanton, mantonan ji xwe re li Žingalê çê dike û "serîxwariya xwe" a demokratîk li Žingalê ava dike. Ji wê zêdetir, PKK hin sînyalan dižîne ku  Kerkûk "qanton"ek bi serê xwe be û tevlî Kurdistanê nebe.
Li gor nêrîna min, ev fažîzima îdolojîk a har ku PKK di nav kurdên Sûriyê û Kurdên Êzdî de, li dijî PDK û Barzanî gur dike, dê ters li PKKê veger. Dibe ku PKK heta demekê karibe ji xwe re li Kurdistana Rojava hin qanton mantonan çê bike, ji ber ku xwediyê Kurdên Sûrî tunene, lê dê PKK nikaribe Žingal, Kerkûk û Silêmaniye bike Qendîlistan-Cemîlistan. Birastî, metirsî heye ku ev "xweseriya" PKK a pir "demokratîk" serê PKKê bixwe.
Di vî warî de, divê birêz Cemîl Bayik gotinên strana Živan bîne bîra xwe; "Žer bikin li hember romê, pižta xwe nedin Žamê. Dibêjin Žam žekir e. Lê Kurdistan žêrîntir e. Ger pižt bidin Tehranê, bombe tên wek baranê. Ger pižt bidin Bexdayê. Ax, çi žerme lê dayê."
 
-----------------
Jêder: heftenameya rojnama Basnews






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4633