Pêþgotina Wergera Pirtûka Kelîle Û Dîmne Bziê Kurdîmano
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 íæäíæ 2017
Mijar: Nûçe



Dr.Mihemed Ebdo Elî
 
Rêberê Yûnanî yê navdar Iskenderê Mekdonî/Duqoçî (356-323)B.Z, li sala 326an B.Z, gihîþt welatê Hindê û ew kire bin destlata xwe; û gava ku rewþa wê jê re durust bû, wî peyak ji peyayên xwe li ser kire destlatdar, û ji wir çû. Lê piþtî demekê, Hindistaniyan ew mirova ji ser textê qeraltiyê danî, û neviyekî ji resena qeralên xwe, jê re digotin Debþelîm vebjartin û li þûna wî kirin qeral.


Li serdema qeral Debþelîm, ango berî niha bi derdora 2300 salî, nasik û feylesûfê bi navê Beydeba li Hindistanê hebû, wî li ser daxwaza qeral Debþelîm ev pirtûka ((Kelîle û Dîmne)) bi zimanê hîndî (sensikrîtiya kevin= Hindo-Ewrupî) danî, û navê wê yê hindî yê resen ((pentþatentra))-Belkî bingeha wê ``Pend û Þîret``- bû . Tê de zanîn, felsefe, perwerde, sincî, serpêhatî, siyaset, karûbarên qeralan û taqeya xwe ya taybet jî di jiyanê de, li ser zimanê lawiran got û li ser rûpelên pirtûkê danî.
Piþtî derdora 800 salî, qeralê Sasaniyan Kîsra Enûþêrwanê Yekemîn kurê Qubad (501-579)Z, ku ji felsefe û zanînê hez dikir, radibe ji bo bidestxistina wê pirtûkê bijîþkê bi navê Berzewêh diþîne Hindistanê, ew jî wê pirtûkê werdigerîne zimanê Pehlewî (Farisiya Kevin) û ji qeral Enûþêrwan re tîne.
Li serdema xelîfeyê ebbasî Ebu Cefer El Mensûr (95-158)G/(714-775)Z., mirovê `Ecem ê binavê Rozbeh kurê Dadewêh(di hin jêderan de: Rozbêh kurê Dazûwêh) ku bi (Ebdela kurê Muqefe`) tê nasîn, pirtûkê ji zimanê farisî werdigerîne zimanê erebî. Piþtî wê serdemê, destnivîsên pirtûkê yên bi zimanê hindî û farisî winda dibin û namînin. Tenê destnivîsa Erebî di nava xelkê de dimîne, û bi wî rengî,, hemî wergerên ku paþê derketine, ji pirtûka bi zimanê erebî hatine birin.
Pirtûka ku feylesûf Beydeba nivîsandi bû, ji çarede deriyan pêk dihat. Lê paþê çar deriyên din jî lê zêde bûn; deriyê yekem û duyem ji danîna Behnûd kurê Sehwan/Seĥwan ku bi navê (Elî kurê Þahê Farisî) tê nasîn in, wî sedema ku Beydeba ev pirtûka ji qeral Debþelîm re danîbû, û çûna bijîþk Berzewêh ya hindistanê ji bo bidestxistina pirtûkê hewaldaye. Deriyê sisyan jî ji danîna Rozbeh kurê Dadewêh ye, wî jî tiþtin ji raman û hizra xwe tê de danîne. Deriyê çaran jî, ji danîna wezîrê farisî Buzercumhur e, wî jî li ser jiyan û karê bijîþk Berzewêh nivîsandiye, û li ser daxwaza wî li pêþ deriyê ((Þêr û Gê)) daniye.
Li gora pêzanên payebilind, û wekî ku me jî di nava pirtûkê de nas kir û dît, dema ku Ibin El Muqefe` pirtûk wergerandiye, wî gelek tiþt û nêrînên xwe yên taybet jî xistine nava rûpelên pirtûkê, û gelek regez û bîrûbaweriyên ola îslamî jî di nava hizr û ramanên pirtûka hindî ya resen pentþatentra de danîne; wek seza û perû, cîhan û dawîroj, ol û pêxember, rêwresim, têgeh û bawriyên ola îslam, ku di nava rûpelên pirtûkê de xuya dibin, û ta navê wê jî guhertiye û kiriye ((Kelîle û Dîmne)). Ta radekê, zanyarê zimanê erebî Mihemed Kurd Elî dibêje ku pirtûk bûye ya Ibin El Muqefe`.
Loma jî mirov kare bibêje, ku çanda hemî gelên Rojhilata Navîn di pirtûkê de hene, bi taybetî jî, hindî, farisî û Îslamî.
Roja îro, pirtûka Kelîle û Dîmne ji kelepûra cîhanî tê jmartin, loma jî ew ji bo piraniya zimanên zindî hatiye wergerandin.
Gava ku me jî niyaz kir, em vê pirtûkê wergerînin zimanê Kurdî, me ne bihîsti bû ku wergera wê bi zimanê kurdî/kurmancî heye, lê piþtî ku em baþ pê de çûn, me bihîst ku wergereke wê li Bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin; lê mixabin ew bi dest me ne ket. Lê digel wê yekê, dost û hevalên bendewar ji me re gotin, ku nexem e bêtirî wergerekê ji pirtûkekê re hebe; û li ser wê rêgezê jî min karê xwe berdewam kir.
Me di wergerandinê de sê çapên erebî yên pirtûka ((Kelîle û Dîmne)) ligel ferhengekê bi kar anîn û raberî hev kirin:
1.  Çapa pirtûkê ya ji pêkanîn û ravekirina: Mihemed Îbrahîm Selîm- pirtûtxana Ibin Sîna ya çap û belavkirinê- Qahîra- 1991.
2. Çapa ku di melpera (( El Mîþkat El Îslamiye)) de hatiye belavkirin.
3. Çapa Rojnama Tiþrîn a Sûrî, bi alîkariya UNESCO.
4. Çapa duyem 2014, ji pêkanîna Ebdilreĥîm Ehmed Qemĥiye- weþanxana Mihrat Bo Zanistê- Sûrye- Hums.
5.    Ferhenga ((El Mu`cem El Wesît)), Erebî-Erebî.
Wekî ku em zanin, wergerandin kar û barekî ne hêsan e, nemaze jî eger ew pirtûk berî hezar salî, ji zimanê farisî hatibe wergerandin, û em jî ji zimanê erebî werdigerînin zimanê kurdî. Mîna ku em zanin jî, her du zimanên erebî û kurdî ne ji yek malbatê ne, û ji aliyê kokûbinyat û rêzmên de jî ji hev dûr in; ew jî dikin ku wergerandin hinekî dijwartir bibe, û  beramberkirina hevok bi hevok bi hev re jî ne rast û durust be. Lêbelê em bawer dikin, ku wergera me wê pir nêzîkî rastiya deqa erebî be, û ji aliyê wate, mebest û ramanê ve jî ji çarçewa deqa erebî derneketibe.
Me di wergerandinê de, pala xwe da ser sê rêgezên wê yên bingehîn, ew jî:
1.  Tiþtên ku di pirtûkê de hatine me lê zêde ne kir, tiþt ji ba xwe jî ne xistê û ne jî guhert.
2.  Tiþtên ku di pirtûkê de hatine me jê kêm ne kir.
3.  Ta ji me hat me hewilda, ku werger bi zimanekî sivik û têgihîþtî be, da ku xwendina wê bi xwendevavan sivik be.
Ji bo bilêvkirina rast a hin bêjeyan, me ji dêvla du tîpên Erebî tîpek û þandikek bi kar anî:`= ع . ĥ=  ح.
Em spasiya hêjayên ku bi xwendin û têbînan alikariya me kirin dikin, wek: Her du xanim Gulistan Awaz, Nazdar Hesen, Mistefa Henan û Merwan Berekat.
Efrîn..
31/1/2017z/2628k.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4632